Jinên rojnamevan ên Idlibe bi zehmetiyan re rûbirû dimînin

Jinên Rojnamevan li Idlibê bi gelek zehmetiyan re rûbirû tên, her wiha ji ber aloziyên li heremê û astengkirina çeteyan nikarin xebatên xwe bimeşînin.

HEDÎL EL OMER

Idlib- Piştî Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hat dagirkirin gelek xebatên qadan ji dagirkeriyê bandor bûn. Yek ji wan qadan jî ragihandin e. Bi taybet rojnamevanên jin û kedkarên ragihandinê li Idlibê hem astengiyên çeteyên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) û yê civaka mêrsalar re rûbûrû dîmînin. Ji ber hişmendiya mêr a ku jin tenê di nav malê de dixwazin bibînin jinên ku li derve kar dikin jî astengiyan derdixînin. Her wiha jin nikarin hevsengiyê bixin di navbera mal û karên xwe de. 

‘Di hevsengiya mal û karê xwe de zehmetiyan dikşînim’

Rojnameger Hela El Şêx anî ziman ku ew di hevsengiya di navbera malbata xwe û karê xwe de zehmetiyan dibîne ji ber lawê wê nûçêbûye û di kar de her kêlî bi wê re ye. Hela El Şêx Ehmed got: "Ez çiqasî hewil didim ez nikarim mafê zarokên xwe bidim wan. Ji ber karê me zehmet e û em di jîngeheke tevlihev de dijîn. Ez seatên dirêj kar dikim ji bo erka xwe weke nûçegihan bînim cih. Karê rojnamevanî û nûçegihaniyê gelekî zehmet e ji ber dema kar tune ye ez gelek caran neçar im zêdeyî 8 seatan dûrî zarokên xwe bikevim. Ez neçar im karê xwe li ser hesabê xwedîkirina zarokên xwe yên bi tena xwe li malê yan jî bi bavê xwe re dimînin bikim."

Hela El Şêx Ehmed  wiha axaftinên xwe berdewam kir: "Ez zehmetiyan di hevsengiya navbera zarokên xwe û karê xwe yê rojnamevaniyê de dibînim. Bi taybet lawekî min nû çêbûye û baldariyeke zêde jê re pêwîst e. Ev êşeke min a din e di demekê de ku rewşa kar zehmet û ne baş e tijî metirsî ne. Gelek caran ez neçar dibim dema karê xwe taloq bikim ji ber kesek tune li zarokên min meyze bike. Hevjînê min yek ji rêxistinên civaka sivîl de kar dike û dewamê wî nayê guhertin."

‘Zexta kar li ser min gelek heye’

Selwa El Mihemed nûçegihana yek ji kovarên Erebî ye got ku karê wê gelekî zehmet e ji ber ew hewil dide hevsengiyê bixe navbera kar û malbata xwe de û dibîne ku mirov nikare di herdû aliyan de serkeftî be ji ber divê yek li ser hesabê yekê be. Selwa EL Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji dema min ev kar hilbijartiye min dizanîbû rê dirêj û berpirsyariyên me giran in. Min gelekî hewil da hevsengiyê di navbera karê xwe û berpirsyariyên xwe yên malê de çêkim lê belê min nikarîbû ji ber zexta kar gelekî heye û pêwîstiya karê min bi dem û kedeke mezin heye. Ez gelekî xemgîn dibim û carnan digrîm ji ber ez mafên zarokên xwe nadim wan û ne li kêleka wan im. Bi taybet dema ez dibînim yek ji wan dibêje ez birçî me, ji ber kesek tune xwarinê bide wan. Yan jî yek ji wan cilên wî gemar bin an jî nexweş dikevin ez pir bandor dibim."

‘Berpirsyariyên rojnamevaniyê duqat in’

Suhêr El Ebdo jî rojnamevan e ji destgehên ragihandinê xwecih re kar dike û ji bo zarokên xwe deyne cem yek ji xizmên xwe neçar dimîne beriya biçe kar riyeke dirêj derbas bike. Suhêr El Ebdo  wiha behsa zehmetiyên ku dikşîne kir: “Dema ez ewqasî dûrî malbata xwe dikevim hîs dikim çiqas malbata min jihev ketî ye. Min gelek kar red kirin ji ber divê min karek guncav bidiya. Lê cihê ku ez lê kar dikim demek taybet jê re tune ye lê ez neçar dimînim demeke dirêj dûrî zarokên xwe bikevin."

‘Divê zexta li ser rojnamevanên dayîk kêm bibe’

Şêwirmenda derûnî û civakî Ula El Zewadî bang li destgehên çapemeniyê kir ku rewşên jinên rojnamevan bi taybet ên dayîk li ber çavan derbas bikin û zexta kar li ser wan sivik bikin. Ula El Zewadî anî ziman ku divê betlaneyên mehane hebin da ku karibin hinek dem bi zarokên xwe re derbas bikin û wiha dewam kir: "Karê rojnamevaniyê di vê rewşa malbatî de dibe pirsgirêkên derûnî, civakî û malbatî. Her wiha dibe ku zarok zû bi zû tênegihêjin û hîs bikin di malbateke ne normal de dijîn. Zehmetiyên li hember rojnamevanan ne tenê adat û teqalîdên civakî û hewildana pêkanîna hemû karê malbatî bê kêmanî ne. Nebûna ewlehiyê, bombebaranên berdewam, astengiyên ji aliyê komên çete ve her wiha gelek tiştên loijîstîkî  yên nayên peyakirin li hember rojnamevanên jin dibin asteng. Divê alîkariya jinên rojnamevan were kirin rastî û pirsgirêkên wan werin çareserkirin."