“Jinên Rojnamevan dê çok netewînin”
Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya yê der barê roja azadiya çapemeniya cîhanê de daxuyanî dan û hat diyarkirin ku tevî qedexeyan jî dê li qadan xebat werin domandin.
Navenda Nûçeyan- Bi boneya 3’ê Gulanê roja azadiya çapemeniyê Platforma Rojnamevanên jin
ên Mezopotamyayê (MKGP) bi sergotara ‘Ji bo yên li pey heqîqet û azadiyê’ daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yên azadixwaz zext li ser wan tên kirin û gotin:
“Îro 3’ê Gulanê roja azadiya çapemeniyê ye. Mixabin ji bo me ew erdnîgariya ku em lê dijîn heta tu bibêjî îronîk ger wateyekê hilgire jî em dizanin ku azadî çi ye û tê çi wateyê û yên ku ji bo wê têdikoşin û em weke yên li kêleka wan roja hevpîşeyên xwe pîroz dikin.”
Daxuyanî bi van gotinan domiya; “Em di wê ferqê de ne ku mercên ji bo azadiyê tên rapêçkirin yên ku dernaxin derve di qadên hilberînê de canê xwe didin ber çavên xwe û kedkaran dixebitînin. Ên ku qatilên jinan berdidin, çalakiyên jinan qedexe dikin, zarokan qetil dikin, zarokên xwe re bi katrîlyonan pere dihêlin. Yên ku wan muhtaçî parçeyek nan dikin, yên çavê xwe berdane nanê me ne û em dizanin ku herî zêde em in ên dibêjin azadî, edalet, wekhevî, ji bo em vê dixwazin ên ku ji bo vê têdikoşin, em dengê wan didin bihîstin loma jî me davêjin girtîgehan.”
“Em çok natewînin”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser daneyên azadiya çapemeniyê ku Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 153’an de cihê xwe digre û wiha hat domandin:
“Îro gelek havalên me di girtîgehan de ne, yên li qadan jî tên binçavkirin û der barê wan de doz tên vekirin an jî yên ku nûçeyan dişopînin tên derbkirin û berdan. Di zagonên herî dawî de hat xuyakirin ku êdî rojnamevanî ji qada pîşeyê derketiye bûye weke qada têkoşînê yên û hat gotin ku yên bi destdana ser kamerayên me gefan li me dixwin, li ser nûçeyên me sansuran bi kar tînin, saziyên me digrin ên ku civakê dixapînin heman kes in. Ji ber vê em ji ber ku em van tînin ziman ji aliyê desthilatdariyê ve dibin hedef. Di van şert û mercên ku desthilatdariyê bandora xwe daye her derê de çapemenî û azadiya îfadeyê di bin xeterek mezin de ye. Ji ber vê ev rojên wiha ji bo me ne rojên pîrozkirina azadiya çapemeniyê ne, roja ku em bînin bîra wan li dijî hemû êrîşan em çok natewînin e.”