"Jinên rojnameger xwedî li mîrasa Gurbetellî Ersoz derdikevin"

Jinên rojnameger roja rojnamegeriya jinên Kurd li jinên rojnameger ên xwedî li mîrasa Gurbetellî Ersoz derkevin pîroz kirin û dan zanîn ku ewê bibin mînaka çapameniyeke azad.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- 7'ê Cotmeha 1997'an pêşenga rojnamegeriya jinên Kurd Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Gernendeya Weşana Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz di qada ragihandina jinan de gelek ked û mîrasek mezin hişt ku îro bi sedan jinên rojnamevan di qada ragihandinê de li ser wê kedê xebatê didin meşandin. Der barê vê rojê de, jinên ku şopa Gurbetellî Ersoz dewam dikin pêşenga xwe bi bîr anîn. 
Canê Xemgîn ku di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de kar û xebat dimeşîne, roja rojnamegeriya jinên Kurd pêşwazî kir û wiha got: "Em salvegera 24’emîn a roja rojnamegeriya jinên Kurd pêşwazî dikin. Di dirêjahiya 24 salan de, hewldan û kedeke bêhempa ji aliyê jinan ve hatiye dayîn ji bo ku xeta çapemeniya azad bi ser bikeve. Em vê rojê li hemû jinên rojnameger ên ku di oxira çapameniya azad de canê xwe feda kirin, ên ku heta roja îro li ser mîrasa Gurbeteli Ersoz, Nûjiyan û bi dehan jinên rojnamevan dimeşin her wiha jinên rojnamevan ên ku bi pênûs, kamera û fikrên xwe hewl didin rastiya civakeke azad derxin holê û nûnertiya civakê bikin, li wan pîroz dikin. Roja rojnamegeriya jinên Kurd ji dîroka têkoşîna gelê kurd û tekoşîna rojnamegeriya Kurd bi giştî jî dûr nîn e, ji ber ku bi hev re ev têkoşîn bi pêş ketiye, hem çapameniya Kurd bi giştî û hem bi taybetî jinên ku di nava xebatên rojnamegeriyê de cihê xwe digrin kedeke mezin dane."
“Jinên rojnameger li ser şopa Gurbetellî Ersoz dimeşin”
Canê got ku jinên rojnameger li ser şopa Gurbetellî û bi dehan jinên rojnamegerên ku di oxira heqîqetê de dimeşin û wiha pê de çû: “Ji destpêka derketina rojnameya Kurdistan de li Sûriyeyê, jinên Kurd di xebatên rojnamegeriya Kurd de xwedî rolek girîng bûn, wekî Rewşen Bedirxan ku bi nivîsên xwe roleke mezin lîstiye. Jina rojnameger Gurbetellî Ersoz yekemîn edîtora rojnameya Ozgur Gundemê ye di sala 1993’an de, ev xet bi dehan jinên di heman warî de kar dikirin wekî Zeyneb Erdem û Gulnaz Karataş hat berdewamkirin û mîrasa ku wan hişt, xebatên xwe didin meşandin. Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, gavên serkeftî ji aliyê jinan ve hatine avêtin di warê rojmamegeriyê de. Di heman demê de, dikaribûn rastiya şoreşa jinan a ku diqewime derxin holê. Bi dehan jinên rojnamevan ên Kurd di oxira heqîqetê de canê xwe dan wekî şehîd Denîz Firat ku di şerê DAIŞ’ê de şehîd ket her wiha şehîd Nûjiyan Erhan li Şengalê û Şehîd Dilîşan Îbîş li Rojavayê Kurdisatanê. Van jinan dikaribûn xwedî li mîrasa çapameniya azad derkevin.”
“Ji sedî 65 di dezgehên çapameniyê de jin cihê xwe digrin”
Canê bal kişand ser hejamara jinan di warê ragihandinê de û rola wan a girîng di vî warî de û wiha bi dawî kir: "Îro em bala xwe bidin Rojavayê Kurdistanê, em ê bibînin ku ji sedî 65 ji dezgehên çapameniyê jin rola xwe dilîzin û cihê xwe digrin. Her wiha di warê rojnamegeriyê de şoreşeke jinan hatiye avakirin, wekî em dibînin tv. kovar û ajansên nûçeyan ku hem edîtor, nûçegihan û xebatkarên wan hemû jin in hatin avakirin. Şoreşa ku li vê derê hatiye avakirin li ser esasê azadiya jinan, rê li ber çapameniyeke azad a bi pêşengiya jinan vekir. Jin xwedî li pîvanên rojnamegeriyeke azad derdikevin ku rojnamegeriyeke saxlem derkeve û agahî û rastiyên heyî ji raya giştî û cîhanê re ragihîne. Li hemû aliyên cîhanê, rengê jinan berz bûye û derketiye pêş û em di wê baweriyê de ne ku wê jin xwedî li vî warî derkevin ku çapameniyeke azad di hundirê wê de azadiya jinan esas digre bidin pêş.”
"Di qada şer de jinên rojnameger"
Darîn Silê rojnamevana beşa Kurdî ya rojnameya Ronahî, ev roj pîroz kir û rola jinan di qadên şer de wiha nirxand: “Em vê rojê li tevahî jinên Kurd ên rojnamevan û li Gurbetellî Ersoz pîroz dikin, ji ber ku ev roj bi saya wê heye. Dema mirov karên rojnamegeriyê dike, civaka xwe baştir nas dike, rastiyê ji hev derdixe û bûyerên ku li cîhanê diqewimin bi riya rojnamegeriya xwe ji civaka xwe re radigihîne. Jinan roleke pîroz dane meşandin di hemû waran de û kesê ku rê li ber pêşketina jinan di hemû waran de vekir, fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku îro jin dikarin di her beş û dezgehê de kar bikin û cihê xwe bigrin. Rewşa ku em tê de derbas dibin, rewşeke şer e û rojana êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me hene, di vê derê de jî jinên rojnamevan cihê xwe digrin û derbasî qadên şer dibin da ku rastiyan derxin û pêşkêşî civaka xwe bikin û ji cîhanê re jî xuya bikin. Bi taybetî di şerê DAIŞ’ê de jin bi riya şopandina xwe dikaribûn xwe bidin naskirin û îsbatkirin ku ew dikarin di her warî de kar bikin, bi taybetî di warê ragihandinê de.”
Darîn got ku pêwîst e jin bibin bersiva jinên azad û wiha bi dawî kir: “Jinên rojnamevan di gelek zor û zehmetiyan re derbas bûne, sedema wê jî zîhniyeta mêr a desthilatdar bû. Jin ji zû ve rojnamevan in lê nikaribûn xwe derxin pêş ku civaka xwedî hişmendiyeke hişk rê nedida wê xwe îsbat bike di dema berê de. Ji destpêka şoreşê ve jin dikaribûn xwe derxin pêş û zor û zehmetiyan derbas bikin û dikaribûn bibin destek ji jinên din re. Ez bi hêvî me ku jinên rojnamevan hîn zêdetir xwe bi pêş bixin da ku rê li ber dijminên xwe bigrin û bibin destek ji jinan re."