Jinên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur piştgirî dan kampanyaya KJK’ê

NADA’yê diyar kir ku ew destek didin kampanyaya KJK’ê ya bi navê, “Li dijî êrîşên hegemon ên mêr em li ba jinên Afgan û Şengalê ne” û got: “Em her dem li ba jinên bindest û gelan in.”

Navenda Nûçeyan- piştgiriya kampanyaya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî 3’yê Tebaxê êrîşên li dijî Şengalê û di 15’ê Tebaxê de jî desteserkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve kampanyaya bi navê  “Li dijî êrîşên mêrên hegemon em li ba jinên Afganistan û Şengalê ne.” Da bû destpêkirin berdevam dike

‘Pêdivî bi têkoşîna jinan a hevpar heye’

Îro jî Tifaqa Jinan a Demokratîk a Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA), daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya KJK’ê ya ku ji bo jinên Êzidî û Afganistanê daye destpêkirin. Di daxuyaniya ku bi gotinên: "Ji qirkirina jinên Êzidî û Afgan re na” bal hat kişandin ku li dijî polîtîkayên qirkirin û qirkirina jinan pêdivî bi têkoşîna bi biryar û hevpar heye. Di daxuyaniya wiha hat gotin: “Em kesên ku di êrîşên li Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin, êrîşa ku jin, zarok û gelên qedîm hedef digre şermezar dikin. Bi vekişandina DYA’yê ji Afganistanê û hatina Talîbanê polîtîkayên li dijî jinan û gel şermezar dikin û diyar dikin ku em ê her dem li ba wan bin.”

‘Gelê Êzidî hê jî di bin gefa qirkirinê de ye’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku cîhanê hemû şahidî ji êrîşên 3’yê Tebaxa 2014’an re kiriye û wiha domiya:

“Hêzên ku ji bo parastinê li Şengalê bûn, roja ku êrîş pêk hatin bajar terikandin û gelê Êzidî bi qirkirinê re rûbirû hiştin. DAIŞ’ê bi hovîtiyek ku mînakên wê tune ne, bi hezaran Êzidiyan qetil kir, jin û zarokan revandiye, li bazarên koleyan firotiye û destdirêjî lê wan kiriye. Jin û zarokên ku revand jî ji bo baweriya xwe biguherînin zorê li wan kir. Di şer de zarokên Êzidî bi kar anî. Tevî ku di ser qirkirina li Şengalê de 9 sal derbas bûye jî aqubeta bi hezaran jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. Şengal hê jî keleha Êzidiyên di bin gefa qirkirinê de ye. Dewleta tirk her roj bi hemû teknîk û amûrên xwe, êrîşên li ser Şengalê didomîne. Ev hemû li ber çavên cîhanê û bi bêdengî diqewimin.”

‘Li Afganistanê jî li dijî jinan qetliamên wisa hatin kirin’

Di daxuyaniyê de, bal hat kişandin ku li Afganistanê jî bi vekişandina hêzên DYA’yê di 15’ê Tebaxa 2021'ê de û bi teslîmkirina Afganistanê ya ji bo Talîbanê re êrîş û qetliamên bi heman rengî li dijî jinan çêbûne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hemû cîhan vê yekê dizane û wiha hat gotin: “Tevgera Talîbanê, di serî de li dijî jinên Afgan bi giştî li dijî civaka Afgan polîtîkayên herî paşverû û dijminane pêk tîne. Bi qedexeyên xwe, jinan ji jiyana civakî bêpar dike, mehkûmê koletiya malê dike.”

‘Hêzên navneteweyî piştgiriyê didin Talîbana ku dijminê jinan e’

NADA’yê di daxuyaniyê de bal kişand ku hêzên navneteweyî, piştgiriyê didin Talîbana ku dijminê jinan e û wiha hat gotin: “Qirkirina jinan sûcê mirovahiyê ye. Divê hemû welat û saziyên navneteweyî vê yekê wekî qirkirin nas bikin. Ji ber ku nayê naskirin, dibe sedem ku sûc bê ceza bimînin.”

‘Divê welatên ku destek didin DAIŞ û Talîbanê werin darizandin’

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku DAIŞ û Talîban ji ber sûcên li dijî Êzidî Afganistanê were lêpirsînkirin û darizandin û wiha hat gotin:

“Divê welatên ku destekê didin DAIŞ û Talîbanê werin darizandin. Têkildarî desteka ku hatiye dayîn gelek delîl hene. NY, Parlamentoya Ewropayê û gelek parlamentoyên neteweyî hovîtiya li Şengalê wekî sûcê dijmirovî qebûl kirin lê divê qirkirin bi awayê fermî were naskirin. Ji bo bi hezaran jin û zarokên Êzidî ji destên DAIŞ’ê werin rizgarkirin divê hewldaneke navneteweyî were nîşandan. Dîsa divê ji bo kesên rastî qirkirinê hatine tazmînat were dayîn û herêmên bi mayîn werin paqijkirin û pergala ku li Şengalê hatiye avakirin were destekirin.”