Jinên Rojhilata Navîn ji bo Sûriyeyê bi fikar in

Jinên li Rojhilata Navîn, li Misirê Îxwanul Muslimîn, li Yemenê Hûsî, li Efganistanê Talîbanê mînak nîşan dan û diyar kir ku bi hatina HTŞ’ê ya li Sûriyeyê re, ew bi fikar in heman tişt çêbibe û banga şiyariyê li gelên Sûriyeyê kirin.

SANAA EL-ELÎ

Navenda Nûçeyan – Parêzêra Misirî Hiyam Al-Janainî, aktivîsta Tevgera Suweydayê ku bajarê Sûriyeyê ye Ghada Al-Shaaranî, rojnameger, siyasetmedar û nivîskara Yemenî Şeyma Ramzî, li ser polîtîkayên dewletên hegemon ên li Rojhilata Navîn ji Misir heta Sûriyeyê, ji Yemenê heta Sûdanê nirxandin kirin.

Li Misirê d, ser serhildanên ku bi navê “Şoreşa 25’ê Çileyê” tê zanîn re 13 sal derbas bûn. Jinên ku piştî şoreşê li dijî bêdadiyê derketin, daxwaza jiyana bi rûmet û azad kirin. Bi taybetî piştî ku Îxwanul Mislimîn, di warê siyasetê de pêşengiyê bi dest xistin, jin bi zextên cuda re rûbirû man, li Qada Tehrîrê her dem hatin ba hev, ji bo mafên xwe têkoşiyan.

‘Senaryoya li Misrê li Sûriyeyê tê dubarekirin’

Parêzera Misrê Hiyam Al-Janainî, bal kişand ku gelê Misrê li dijî Husnu Mubarek ê ku demokrasiyê nas nedikir rabûye serhildanê û got: “Misir veguherî girtîgehek lê jinan li dijî van kiryaran berxwedan raber kirin. Li Sûriyeyê bi ketina rejîma Beşar Esed re Tehrîr El Şam, rêveberiyê desteser kir. HTŞ, sozan dide ku dê têkilî cil, siyaset û xebatên civakî yên jinan nebe. Em jî bi gotinên wiha yên Îxwanul Mislimîn xapiyabûn. Senaryoya li Misrê niha li Sûriyeyê dubare dibe.”

‘Îxwanul Mislimîn jî soz dabû lê...’

Hiyam Al-Janainî, bal kişand ku divê jin di têkoşînê de cesûr bin û wiha domand: "Jinên Misrî, beriya pêvajoya rêveberiya Îxwanul Mislimîn, hemû tedbîr, mewzûat an jî pêkanînên ku li ser mafên jinan ên hatine bidestxistin bandorê çêbikin red kirin. Ji ber vê yekê divê hemû jin bi hev re tevbigerin û ji bo mafên xwe têbikoşin. Dema hatin ser desthilatdariyê soz dan ku di warê sergirtinê de dê mudaxeyelê jinan nekin lê dûre li kolanan jinan dan sekinandin û ola wan lêpirsîn kirin. Dema ku jin bi mêrek re dimeşiyan, wan didan sekinandin û digotin kesê bi wan re kî ye û gelek caran jî rastî êrîşan hatin. Heman rewş di wesayîdên giştî de jî hat jiyîn. Li Sûriyeyê jî dibe ku heman tablo derkeve.”  

Hiyam Al-Janainî li dijî HTŞ’ê jî heman hişyariyan kir û wiha got: “Jinên Suriyeyî divê ji bo xeterên ku di pêşerojê de derkevin pêşiya wan divê destpêkê xwedî li mafên xwe derbikevin. Divê destkeftiyên ku di demên berê de bi dest xistine, bi yekitî û bihevrebûnê biparêzin. divê jin serî ji binpêkirinan re netewînin.”

‘Dê jinên Sûriyeyî dest ji mafên xwe bernedin’

Ji bajarê Suweyda yê Sûriyeyê aktivîsta Tevgera Suweyda Ghada Al-Shaaranî, diyar kir ku dê jinên Sûriyeyî dest ji mafên xwe bernedin, vederkirinê nepejirînin. Ghada Al-Shaaranî wiha got: “Jinên Sûriyeyî bi salan e têdikoşin û gihîştina merheleyeke têgihîştî zana bûne. Em jinên Sûriyeyî, bêyî ku cudahiya ol, ziman, mezhebê bikin, dixwazin her welatî bi hev re di mercên wekhev de bijî. Em makezagonek ku mafên hemû gelan tê de heye, wekheviya zayendî tê de çêbûye dixwazin. Daxwaza me ew e ku jin di hemû waran de cih bigrin û xwedî mafên wekhev bin. Ger jin beşdar nebin tu şoreş serkeftî nabe û tu welat bi peş nakeve."

‘Li Yemenê zextên li ser jinan zêde bûne’

Li Yemenê ji ber şerê ku di navbera Husiyan û hikumeta Yemenê de didome, şerê navxwey didome. Di serî de li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, li bajarên cuda yên welat, her roj nûçeyên binpêkirên tên. Hûsiyên ku bi salan e paytext Sanayê kontrol dikin; ên ji van kirinan herî zêde zirarê dibînin jî jin in. Rojnameger, siyasetmedar û nivîskar Şeyma Ramzî, diyar kir ku Husî bi nêrîneke mezhebgerî tevdigerin, bi taybetî li ser jinan zext zêdetir dibin.

‘Fikar ew e ku tabloya li Efganistanê li Sûriyeyê dubare bibe’

Şeyma Ramzî diyar kir ku Îran, Efganistan û Sûriye di demên dawî de ketine destên komên îslama siyasî û wiha domand: “Hewl didin jinan ji civak, siyaset, hiqûq ango her warî dûr bixin. Ji bo ku li wan welatan jin di warê siyasî de beşdarî biryaran nebin, hewl didin dengê wan bibirin. Rejîma Esed a ku bi dehan salan li ser rêveberiya Sûriyeyê bû, li dijî jin û civakan gelek sûcan kir. Bi ketina rejîma Esed re HTŞ hat ser desthilatdariyê lê em difikirin ku dê du cudahiya wê tunebe. Ji HTŞ’ê heta den Talîbanê ev kom ji aliyê dîtbarî de modelên cudabin jî xwedî heman mezheb û nêzîkahiya nijadî ne. Fikara me ew e ku tabloya li Efganistanê li Sûriyeyê jî dubare bibe. Divê jin tirs û fikarên xwe yên der barê kirinên van koman de ji civakê re vekirî vebêjin.”