Jinên Rojhilat: Werîşe Mûradî li ku ye?

Parêzvanên mafên jinan ên Rojhilat banga piştgiriya kampanyaya ku ji bo endama KJAR’ê Werîşe Mûradî a ku ji aliyê îstîxbarata Îranê hate girtin û agahî jê nayê girtin dabûn destpêkirin kirin.

Ûrmiye –Tu agahî ji endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine ya Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê hat revandin û îşkence kirin nîne. Werîşe Mûradî ya ku hat hînbûn di girtîgehê de ye, ji gelek mafên xwe yên wekî ragihandin, tenduristiyê û şêwirmendiya parêzer bê par e.

'Divê Werîşe Mûradî demildest bê berdan'

Parêzvanên mafên jinan ên Rojhilat ji bo Werîşe Mûradî "Werîşe Mûradî li ku ye?" kampanya dan destpêkirin. Jinên ku der barê kampanyayê de daxuyanî dan wiha gotin: “Em weke jin rastî pêkanînên neheq ên dewletê tên. Li welat jin tên binçavkirin û cezayê girtîgehê lê tên birîn. Werîşe Mûradî jî çalakvana jinan e û cihê wê ne di girtîgehê de ye. Weke koma jinan me dest bi kampanya 'Werîşe Mûradî li ku ye?' kir û em banga hevgirtinê dikin. "Em hewl didin Werîşe Mûradî demildest azad bikin."

'Em bêdeng namînin'

Rojnamegera jin a Rojhilat ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, girtina Werîşe Mûradî weke xeteriya li ser azadiya jinê nirxand û got: “Divê mafê ragihandinê, derman û parêzeriyê bê dayîn. Em ê bixebitin ku Werîşe Mûradî demildest were berdan. Em ê binpêkirinên ku Werîşe Mûradî rûbirû hatîye qebûl nekin û li hemberî vê sûcê bêdeng nemînin."