Jinên rêveberên HDP’ê yên Aydinê hatin binçavkirin

Li Aydinê û navçeyên wê polîsan bi ser malên jinên rêveberên HDP’ê de girtin û 9 jin girtin binçavan.

 
Aydin – Li navenda bajarê Aydinê yê Tirkiyê û navçeyên wê polîsan bi ser malên jinên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê de girtin û gelek amûrên dijîtal desteser kirin. Di serdegirtina malan de 9 jinên endam rêveberinê HDP’ê binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Aydinê de jî girt û lêgerîn didome.
Navên jinên hatine binçavkirine wiha ne: Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka Navçeya Dîdîmê Mehtap Bozkûrt, Hevseroka Navçeya Soke Sadegul Akalin, Endama Meclîsa Partiyê Ayfer Demîrer û rêveberên bajêr Neslîhan Arvîş, Saadet Açik, Azîze Ergun, Nazli Boza û Soylemez Akalin.
Li Amedê jî ji ber parkirinên mediya ya civakî 7 kes hatin binçav kirin.