Jinên Ranyayê: Divê li dijî dagirkeriyê em xwedî helwest bin

Jinên bajarokê Ranya yê Silêmanî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka herêma Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê ye, divê gel û aliyên pêwendîdar li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin.

DÎVAN SÎHED

Raperîn- Êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin, leşkerên Tirk bi dehan kîlometre ketine nava xaka başûrê Kurdistanê. Li gorî rapora rêxistina CPT ya Emerîkayê ji sala 1991’ê ve heta Hezîrana îsal 334 hemwelatiyên sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane, 358 hemwelatî jî birîndar bûne. Nerazîbûnên li dijî van êrişên dewleta Tirk her roja diçe zêdetir dibin. Jinên bajarokê Ranyayê, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku divê li hemberî van êrişan her kes helwesta xwe nîşan bide.

‘Divê em li dijî dagirkeriyê rawestin’

Awaz Îsmail êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê berdewam dike û divê em weke gelê başûrê Kurdistan û her çar aliyên Kurdistanê, baş bizanibin armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û zindîkirina mîsaqî milî, girtina Mûsil û Kerkukê ye. Ji ber bêdengiya girseyan û aliyên pewendîdar li dijî dagirkeriya dewleta Tirk îro ev êrişên dagirkeriyê berdewam dikin û rewş gelek metirsîdar e. Ji ber bêdengiya gel û aliyên desthilatdariyê, erka pêşîlêgirtina li dijî dagirkeriyê dikeve ser milên gerîlayên azadiyê. Divê em jî weke gel, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dengê xwe bilind bikin û mil bidin milên gerîlayan li dijî vê dagirkeriyê rawestin.”

‘Gel û partiyên siyasî divê dest ji bêdengiyê berdin bertekên xwe nîşan bidin’

Hawjîn Mistefa der barê êrişên dewleta Tirk de wiha got: “Dewleta Tirk her roj bi hincetekê êrişî ser xaka herêma Kurdistanê dike û dixwaze çand û nasnameya Kurdî têk bibe û hewl dide gundan vala bike. Li ber çavên hikumeta Iraqê û ya herêma federal a Kurdistanê bi kîlometreyan ketiye nava xaka herêmê û jîngeha Kurdistanê dişewitîne, gel ji cih û warên wan derdixe. Daxwaza min ji hemû şêniyên başûrê Kurdistanê ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin, vê bêdengiyê bişkînin, da ku êdî leşkerê dewleta Tirk hewl nedin xaka herêma Kurdistanê dagir bikin. Ji ber ku ev dagirkerî metirsiyek mezin e li ser xaka herêma Kurdistanê.”