Jinên Qatarê nikarin di muayeneyên jînekolojîk re derbas bibin
Rapora herî dawî ku ji hêla Çavdêriya Mafên Mirovan ve hatiye weşandin cudakariya ku jinên li Qetarê pê re rû bi rû dimînin eşkere kir. Jin dibêjin ew neçar dimînin ku ji bo muayeneya jînekolojiyê destûrê ji mêr bixwazin.
Navenda Nûçeyan - Li gorî rapora vê dawiyê ya ku ji hêla Çavdêriya Mafên Mirovan ve hatiye weşandin divê jin li Qatarê ji bo muayeneyên jînekolojî bibin û biçin derveyî welat destûrê ji mêran bistînin. Jin dibêjin ku ew ji ber qanûnên welîtiya mêr li welat nikarin gelek tiştan bêyî razîbûna zilaman bikin û dibêjin, “Muameleya zarokan bi me re dikin."
Jinên ku ji Çavdêriya Mafên Mirovan re axivîn, dibejin ku pisporên tenduristiyê ji bo karûbarên tenduristiyê yên wekî lênihêrîna beriya ducaniyê, ultrasyon û kontrola tenduristiya cinsî hewceyê destûra mêr û weliyê mêr in. Her wiha raporê destnîşan kir ku li welat ji hêla mêr û bavê xwe ve qedexeya derketina derve were dayîn û jinên ku temenê wan di bin 25 salî de ye divê destûra rêwîtiya derveyî welat bistînin.
"Ji ber ku ez nezewicî me, red muaneyê red kir”
Danaya 20 salî ya ji Qatarê, got ku ew neçar ma derewan li ser rewşa zewacê bike bi navkirina hevalê xwe lênihêrîna tibî ya acîl bistîne. Di raporê de, Dana got, “Carekê, doktorek acîl ez ji bo ultrasyonê şandim nexweşxaneya jinan. Min ew qas êş kişand ku bijîşk difikiriya ku hêkên min teqiyane. Lê got bêyi ku cizdanê min ê zewacê hebe, nikare fîlima min a ultrasyonê bikşîne. Ji ber ku ez nezewicandî bûm muayeneya bedenî red kir.”
Yek ji wan jinan ku di raporê de behsa wê tê kirin Nadine ya hemwelatiya Brîtanyayê ya 33 salî ye û li Qetarê dijî. Ew dibêje ku wê bêdeng êş dikişand ji ber ku cizdana wê ya zewacê tunebû, pisporên tenduristiyê red kirin ku wê muayeneyên taybetî bikin, di nava ve muayeneyê de kişandina fîlimek ultrasyonê, girtina papek û parçegirtina ji malzarokê heye.
"Ew ji ber tirsa xerakirina zara keçiktiyê muayeneyê red dikin"
Nadine êşen ku kişandine bi van gotinan tîne ziman; “Êşêk min a pir xerab hebû. Wekî êşa zayînê bû” û wiha berdewam dike.“Qerastinên min hebûn û bi qasî kefa destê min perçeyên xwînê hebû. Lê ji ber astengiyên ku hûn pê re rû bi rû ne dibin dev jê bernadin” Nadine da diyarkirin ku pisporên tenduristiyê ji tirsa " Ji ber tirsa xirakirina zara keçiktiyê muayeneyên vajînayê red kirine.
Çend vebijarkên bên pêkanîn
Lêkolînerek ji Çavdêriya Mafên Mirovan Rothna Begum got: “Jinan li Qatar astengî derbas kirin û di warên xwendinê de pêşveçûnek berbiçav çêbûye lê pêwîst e ew rêzikên welî yên mêr ên ku ji hêla dewletê ve têne sepandin biguherînin ku karîna wan a jiyanê ya hilberîner û serbixwe pêk bînin. Pergala serwêrisiya mêr hêz û kontrola mêran li ser jiyan û hilbijartinên jinan xurt dike û dikare şîdeta li dijî jinan gur bike. Ev çend vebijarkên guncan ji jinan re dihêle ku ji tacîzên malbatê birevin.”
"Em muameleya zarokan dibînin"
Lolwa ya 44 salî, ji Çavderiya Mafên Mirovan re axivî û diyar kir ku li jinên Qatarê “mualemeya zarok tê kirin.” Piştî weşandina raporê, hikumeta Qatarî daxuyaniyek da, rapora ku Çavderiya Mafên Mirovan der barê maf û azadiya jinan de amede kiriye, red kir.
Di daxuyaniyê de ev hat gotin, " Li Qatarê jin di warê aborî, siyasî û di her warê jiyanê de xwedî rol in.”