Jinên Pencewînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên herêma Pêncewînê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Metîna û Zapê nerazîbûnên xwe nîşan dan û bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gerîlayan şermezar kirin.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Dewleta Tirk siyaseta xwe ya dema Osyaniyan, niha jî berdewam dike û her tim êrîşî xaka Kurdistanê û gelê Kurd dike. Bi taybetî ji dawiya sala 1992’an ve êrîş û dagirkeriyê di aliyê çand, ziman û siyasî de berdewam kiriye. Armanca dewleta Tirk, bi van êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Êrîşa herî dawî ya dewleta Tirk di 23’ê Nîsanê de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û deverên sivîlan hedef girt. Ji derveyî şewitanadina daristan û wêrankirina jingeha Kurdistanê, bi şev û rojan dewleta Tirk li hemberî heft gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Avaşîn çekên kimyewî bi kar anîn. Ev êrîş heta niha didome lê belê hikumeta herêma Kurdistanê, parlamento û aliyên Siyasî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê helwest in. Jinên navçeya Pencewînê ya bajarê Silêmaniyê didin diyarkirin ku; hêviya wan ew e bi yekitiya gelê Kurdistanê û yekitiya aliyên siyasî ev bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê were şikandin lewre gelê Kurd êdî dikare mafên xwe û xaka xwe biparêze.
“Divê jin bêdeng nemînin”
Nesret Ehmed jineke kedkar û niştecihê herêma Pencewînê ye, der barê êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê de wiha dibêje: “Dewleta Tirk her roj beşek ji axa Kurdan bombabaran dike, daxwaza min ew e ku li hemberî van êrîşan hikumeta herêma Kurdistanê xwedî helwest be. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayên PKK’ê ji  kimyabarana li ser gelê Helepçeyê çêbû cuda nîn e. Ji ber ku her tim war û gelê Kurd rastî kîmyabaranê tê û kezeba dayikên Kurd dişewite. Banga min ew e ku jin bêdeng nemînin û divê nerazaîbûna xwe bidin nîşandan.”
“Pêwîstiya Kurdan bi yekitiyê heye”
Jina bi navê Helaw Ebdulah bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê û wiha got: “Tu mafê dewleta Tirk nîn e ku were xaka me dagir bike. Ji ber ku dewleta Tirk welatekî dagirker e mafên Kurdan nas nake. Pêwîstiya Kurdan bi piştgiriya welatên derve nîn e, pêwîstiya Kurdan bi yekitiyê heye. Dayik û bavên me ji me re behsa êrîşên dewleta Osmaniyan dikirin û digotin Osmaniyan her tim li hemberî Kurdan şer kiriye. Ji berê heta niha dewleta Tirk ji Kurdan hez nake û her tim xwestiye xaka Kurdan dagir bike. Kurdistan welatê me ye dewleta Tirk zilmê li me dike û tê xaka me dagir dike. Ji ber vê divê hikumeta herêma Kurdistanê dengê xwe derbixe û vê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl neke. Banga min ji bo hemû jinên Kurd ew e ku daxwaz ji hikumetê bikin, rê nede van dagirkerên ku tên xaka me dagir û wêran dikin. Tu cudahî di navabera şehîdên Helepçe û gerîlayan de nîn e ji ber Kurd her Kurd e.”