Jinên penaberên ji Serêkaniyê êrîşên ser Başurê Kurdistanê şermezar kir
Rêxistina Kongreya Star a kampa Serêkanî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kir.
Hesekê – Ji 23'yê Nîsanê dewleta tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Li hemberî êrîşan her roja diçe bertek û nerazîbûn zêde dibin. Rêxistina Kongreya Star a Kampa Serêkaniyê jî bi daxuyaniykê êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdstanê şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêvberiya Kongreya Star a Kampa Serêkaniyê Gulîstan Mihemed ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye: “Ji avakirina Tevgera Azadiyê ve ya ku xwe dispêre azadîkirina civakan, rastî êrîşên cidî tên, ev êrîş jî di şexsê Rêber Apo de di riya komplo pêk hat û îro jî li ser Herêmên Parastina Medayayê berdewam dike. Dewleta AKP’ê hemû êrîşên xweyî teknîkî li hember axa Başurê Kurdistanê pêk tîne , di encam de gelên azadîxwaz û demokrat hedef dike. Çawa ku dewleta tirk li Garê û Heftanîn bi bin ket, dê çarenûsa binkeftinê di Zap û Avaşîn bibîne. Em wekî Kongreya Star li kampa Serêkaniyê em dibînin ku serkeftin ji para şervanan be û em ê heya dawî jî li pişta wan bin ji ber ku hêviya me di hêza me de heye."
Endama Kongreya Star a Kampa Serêkaniyê Nûrşan Moro jî berxwedana li hemberî êrîşan tê dayîn silav kir û wiha domand: "Em van êrîşan qebûl nakin, dûh Serêkaniyê û Girê Spî bû, îro jî êrîşî xaka Başurê Kurdistanê dike. Em ê vê yekê qebûl nekin û em ê şev û roj li ser piya bin û piştgirî bidin berxwedana şervanan."