Jinên penaberên Efrînê daxwaza rakirina tecrîdê kirin
Jinên penaberên Kampa Berxwedan a Şehbayê daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin kirin.
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba– Jinên penaberên Efrînê yên li Kampa Penaberan a Berxwedan a Şehbayê dijîn girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nêrînên xwe anîn ziman.
“Em daxwaza hevdîtinê dikin”
Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan Asiye Ebdo Can got: "Em weke malbetên şehîdan xwasteka me ew e ku parêzeran derbasî gel Rêber Apo bikin. Serokê me jina Kurd kir pêşeng û di her qadên têkoşînê de rê li ber vekir. Ji ber wê jî em jinên Kurd dibêjin bê Serok jiyan ji me re nîne û em doza azadiya Serokê xwe dikin.”
"Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye"
Fîdan Elîko jî got: “Em jinên Efrînê yên penaber li herêma Şehabyê li ber xwe didin nahêlin xwasteka dijmin a dixwaze em ji fikir û felsefeya Rêber Apo dûr bikevin bi cîh bê. Her çiqas dijmin pilana şerê taybet û êrîşan zêde bike jî emê li hember vê yekê lawaz nabin û qayîm bisekinin. Rêber Apo her tim ji bo wekheviya gelên bindest têkoşîn kiriye. Em bang li rêxistina CPT dikin ku xwedî li vê yekê derkeve. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo re ye."