Jinên Pasûrî li zozanên xwe madenan naxwazin

Jinên ku ji bajarên cuda tevli mitînga li dijî projeya madenê ya tê xwestin li Zozanê Hesandin ê Pasûrê were çêkirin bûn bal kişandin ku ew ê ji bo axa xwe bi biryardarî têbikoşin û diyar kirin ku armanc bi projeyê koçberkirina mirovan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Zozanê Hesandin ê Pasûra Amedê, li dijî projeya ku dê zirarê bide 6 tax û bi dehan mezrayan, di 10’ê Tebaxê de mitîng hat lidarxistin. Mitînga ku bi pêşengiya Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) û Platformna Parastina Zozanê Hesandinê hat lidarxistin, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdar bûn. Welatiyên ku gotin; “Em di zozanê xwe de madenê naxwazin” ji bo piştgiriyê banga têkoşîna bi hev re li gelê Pasûrê kirin.

Welatiyan diyar kirin ku ew ê axa xwe neterikînin û ji bo xwezaya xwe biparêzin, di her warî de dengê xwe bilind bikin û biryardariya xwe bi gotinên; “Em ê axa xwe ya ku em lê hatine cîhanê û mezin bûne nedin” biryardariya xwe anîn ziman.

‘Ger çavkaniyên debarê tune bibin dê mirov neçarî koçberiyê bimînin’

Çîçek Îlgen a ku ji Stenbolê tevli mitîngê bû got ku ew ji bo axa xwe hatiye qadê û wiha domand: “Ger zozan tune bibe dê gund jî tune bibin û ji bo jiyanê tiştek nemîne. Ev der axa dayik û bavê me ye. Ev zilim û neheqî ye. Hemû kesên ku li vê derê dijîn, li dijî madenan in. Bi hezaran mirov bi vê avê û mêşvaniyê debara xwe dikin. Ger ev pergal û hevsengî xirab bibe dê çavkaniya debarê nemîne û ev mirov neçar bimînin koçberî bajaran bikin. Li bajaran jî jixwe em dizanin jiyan zehmet e û dê nikaribin debara xwe bikin. Jixwe dewlet jî dixwaze mirovên li van deran koçber bike. Gel niha bertekên xwe pir zelal tîne ziman. Li vê derê ne tenê xweza, hewl didin bîra civakê jî tune bikin. Ev maden dê Pasûrê û gundên wê tune bike. Bila destên xwe ji ser av û axa me bikşînin. Ciwan dibêjin ew ê heta dawî têbikoşin. Em ê jî li ber xwe bidin.”

‘Bila hewa û ava me qirêj nebe’

Herdem Oruç a ku ji Edenê tevli mitîngê bû jî wiha got: “Ez ji bo li axa xwe xwedî derbikevim ji Edenê hatim vê derê. Em naxwazin çand û axa me were tunekirin. Em li dijî madenan in divê xweza her dem bi serê xwe bi xwezaya xwe bimîne. Ne av ne jî hewa bila qirêj nebe. Ew der gundên me, axa me û welatê me ye, em naxwazin tune bikin. Ji bo xwedîderketina li çanda xwe em hatin vê derê. Ji bo vê yekê em ê bi biryardarî têbikoşin.”

‘Ev maden wê herî zêde zirer bide me’

Fatma Oruç da diyar kirin ku wê ji bo zozanên xwe têkoşîn bidin û wiha pê de çu: “ Ev zozan ne tenê ya gundekî ye, zozana 7 gundan e. Bi hezaran mirov ji vê derê xwe têr dikin, çavkaniya dahata mirovan evder e. Ger maden bên hem wê ava me qirêj bibe hem jî derdora me. Zarokatiya min li vê derê derbas bu ez na xazim ev der were xira kirin, ne tenê ez tu kes na xweze. Tuştek ji wan kesên ku diforişin an jî tên li vê derê madenê digerin nayê lê gelek zerera wê ji bo me heye. Emê bi parêzerên xwe re, bi rojnamegerên xwe re û bi gelê xwe re tekoşînê berdewam bikin. Em li vê derê ne û em ê mayîna li vir berdewam bikin.”

‘Em cihek din jî qurbanê madenan nakin’

Fener Baran jî got “Em naxwezin zozanên me xira bibin” û wiha pê de çu: “Ger zozanê me çun em jî wê winda bibin. Ji vê derê ne wê av bimîne ne hewaya temîz ne jî şînahiyek. Li vê derê wê ne gund bimîne ne jî mirov. Tişta ku ji destê me tê emê bikin û heta dawî emê tekoşîn bidin. Yên ku îro evder firoştîn bila baş bizanin ku em evder na hêlin ji tu kesi re. Ji xwe li navçeyê tiştekî bê parastin ne maye. Li hemu derê bendav û maden hene. Lê em evder nahêlin. Ji bo vê derê em ê li ber xwe bidin. Em destur nadin ne ewên ku difiroşin ne jî fîrmayên madenan.”

‘Em ê axa ku lê mezin bûne nedin’

Dilber Tekdemir a ku dayî zanîn ku wê ji bo axên ku lê mezin buyîn têkoşîn bidin û got: “Ev der axa me ye. Em li vê derê mezin bûn. Heta ku em hene wê ev der wisa bimîne. Em ê xwîna xwe bidin ger pêwîst bike em ê bimirin lê em axa xwe nadin. Dawî çawa be bila welê be em axa xwe nadin. Li hemberî wan çi bibe bila bibe emê berxwe bidin. Navenda jiyana me evder e, ev zozan her tiştê me ye. Ji bo vê derê kî çi ji destê wî tê bila bike. Îro ev qerebalixî divê sibehî bibe du qatê wê. Em jin em ê berxwe bidin. Em vê avê vê axê nahêlin ji tu kesî re.”