Jinên Misrê ji bo pêşketina civakî roleke mezin dilîzin

Saziyên ku li Misirê ji bo mafên jinan têkoşînê dimeşînin, tevî zextên di civakê de jî armanc dikin ku jin û zarokan şiyar bikin û ji pêşerojê re amade bikin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Li Misirê, komele û rêxistinên civaka sivîl ên jin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hatine avakirin, zêdetir rola xwe dilîzin û berpirsyariyan digrin. Li Misirê gelek komele û rêxistinên sivîl der barê pêşxistina civakî, xweza û bi taybetî jî pirsgirêkên jinan de dixebitin. Hevkariya di navbera saziyan de jî zêdetir bûye. Bi vê hevkariyê re têkoşîna jinan zêdetir derdikeve pêş. Seroka Heyeta Weqfa Pêşxistina Malbatê ya Misirê Hala Abdel Qader xebatên xwe ji ajansa me re vegot.

*Weqfa Misirê di kîjan qadan de dixebite û gelo jin perçeyek van xebatan in?

Weqf di sala 2015’an de hat damezrandin. Ji wê demû vir ve, bi gelemperî ji bo piştgirîkirina mafên malbatê û bi taybetî mafên jinan dixebite û gelek bername û projeyên ku ji jinan re piştgiriya hiqûqî, derûnî yan jî civakî pêşkêş dikin, amade dikin. Her wiha em ji bo hêsankirina gelek têgînên têkildarî jinan û bi taybetî jî hiqûqê dixebitin û bi vî awayî em dikarin ji raboriyên wan ên çandî û zanîstî serbixwe, agahiyê bidin hemû beşên civakê.

Gelek xeletî û fêmkirinên ku di demên dawiyê de belav bûne hatin zelalkirin. Em ji bo hemû gotinên ku li ser bingeha gotinên olî dibin sedema têgihîştînek neyînî ya li dijî jinan sererast bikin, bi hevkariya pisporên di vî warî de gelek atolye û dewreyên perwerdeyê li dar dixin.

Ekîbek me ya piştgiriyê dide jinan û wan teşwîq dike heye der barê binpêkirin û qeyranên ku dijîn de dixebite. Her wiha ji ber ku di afirandina bandora li ser civakê de roleke mezin a hunerê heye, em di gelek perwerdeyan de hunerê jî bi kar tînin, ji ber ku di mijara tevlibûna semîneran û rêbazên din ên kevneşopî yên bilindkirina hişmendiya teorîk de daxwaz tune ye. Vê yekê jî misoger kir ku em girîngiyê bidin şanoyê û çalakiyên din.

*Gelo piştî damezrandinê we di mijara piştgirîkirina jinan a gihîştina pozîsyonên biryardayînê de rolek çawa lîst?

Em ji bo perwerdekirina zarokên keç û wan li dijî zehmetiyên ku jin di civakê de dijîn bihêz bikin, projek da dest pê kirin. Em hewl didin bikaranîna rêbazên nûjen ên wek huner û şanoyê di temenek biçûk de hêz û xwebaweriya zarokên keç misoger bikin. Di heman demê de jî em armanc dikin li ser bingeha zanînên rast jêhatibûna zarokên keç ên biryar dayîne zêde bikin. Zêdekirina hişmendî û zanîna wan ji bo bihêzkirina jinan a di asta lîdertiyê de gavek ewil e.

*Li kîjan herêmê xebat hatin meşandin û çiqas bandorê li ser girseya ku we hedef kiribû çêkir?

Em li bajarê Îmbaba kar kir, ji ber ku di qismek mezin a herêmê de beşên ku nehatine  neqeydkirî heye û hejmareke mezin mirovên xwendin û nivîsandin nîzanin heye. Ev jî wek encamp bandorê li şert û mercên jinên li herêmê dike û serweriya feraseta mêr ê li ser rolên civakê de zêde dike.

Jin vê herêmê û banliyonê, ji ber xizanî û şert û mercên giran ên civakî li dijî binpêkirinan bêparastînin û rastî gelek cureyên tundiyê tên. Ji ber vê yekê, divê pirsgirêkên wan bi baldarî û hestiyariyek taybet were dest girtin. Em li Îmbaba û derdora wê dixebitin, ji ber ku mirovên li vir dijîn bi awayek cidî hewceyê xebatên pêşxistinê ne.

*Destkeftiyên herî girîng ên ku weqfê di sala borî de bi dest xist û planên wê yên pêşerojê çi ne?

Perwerdekirina zarokên keç ên li ser mijarên cuda, bû yek ji projeyên herî girîng ku me sala borî li ser kar kir. Em ji bo zarokên keç der barê xetereyên sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de hişyar bikin, çûn gelek gundan.

Her wiha me li gundên bi navê “Beyt El Ayla” li dijî zewaca di temenê biçûk de kampanyayek da destpêkirin û ekîba me di vî warî de kesên pispor anîn cem hev. Kampanya li ser komên ku me xwe gihîştand wan, bandoreke mezin afirand.

Me ji derveyî perwerdekirina zarokên keç ên di temenê biçûk de, perwerdeyên ku dayik jî tevlibûn û nêrînên xwe bi hev re parvekirin jî pêk anî. Her wiha me ji bo nîqaşkirina çareseriyên muhtemel ên li ser mijarên cuda yên tînin rojevê jî bi rayedaran re hevdîtinên birêkûpêk pêk anî.

Em armanc dikin li gel projeya perwerdekirina zarokên keç ku wê heta sala 2025’an berdewam bike, ji komeleyên ku li herêmên me ne, par serdana wan kir xebat dimeşînin ekîbek ava bikin û li ser zirarên zewaca di temenê biçûk de perwerdeyan bidin û hemû endamên civakê perwerde bikin. Em ê bi destpêkirina kampanyayek têkildarî zewaca di temenê biçûk de di sala 2024’an de jî rêwîtiya xwe berdewam bikin.