Jinên Minbicê: Hebûna dewleta Tirk li Efrînê metirsiyek mezin e

Jinên Minbicê yên ji pêkhateyên cuda destdirêjiya li ser du zarokên Efrînê yên ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat kirin şermezar kirin û bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan dan.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Jinên Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo Tirkiyeyê û çeteyên wê ji herêmên dagir kirine derbixe hesab jê bipirsin û sûcên li dijî niştecihên wê derê tên kirin, bi taybetî li dijî jinan şermezar kirin.

Jinên Minbicê sucê destdirêjiyê çeteyên dagirkeriya Tirk li du keçên Efrînê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê weke sucekî nemirovî û ne exlaqî dîtin û rexne li helwestên rêxistinên mafên mirovan û zarokan beramberî van sucan û binpêkirinan kirin.

‘Desthildardariya Tirk xwedî hişmendiya şîdeta û destdirêjiyê ye’

Wedha Jasim ji pêkhateya Ereb e got: “Di nava hefteyek de, çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî du zarokên keç destdirêjî kirin. Bi vê yekê wijdanê me êşiya, em van sûcan şermezar dikin. Her wiha dewleta tirk ji peymana Stenbolê vekişiya jin li welatê xwe di bin zexta mêr de ne û mafên wan tên binpêkirin wê çawa parastina jinên li herêmên di bin dagirkeriya wê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin? Destdirêjî û kuştina jinan di hişmendiya desthilatdariya Tirkiyeyê de kûr e, li her cihê ku tê de ev desthilatdarî bi fikir û hişmendiya xwe hebe sûc û binpêkirin li wî cihî belav dibin. Lewre tekane çareserî, derxistina çeteyên dagirkeriya Tirk e ji hemû herêmên di bin dagirkeriya wê de. Divê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyan werin paqijkirin û şêniyên wa vegerin warê xwe da ku jiyan ji nû ve li wan deran ava bibe. Tirkiye bi bihaneya herêma ewle Efrînê dagir kir lê îro em dibînin ku ev herêm bûye jêdera terorê.”

‘Rêxistinên mafên mirovan bê bertek in’

 

Wedha di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya saziyên mafên mirovan û wiha pêde çû: “Hemû saziyên mafan li ser medyaya civakî û ragihandinê dîtin çawa sûcên destdirêjiyê li du zarokên keç li Efrînê ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve nava hefteyekê de qewimî. Lê me tu bertekên rêxistina mafên zarokan û civaka navdewletî nedîtin. Ger ev rêxistin bi rastî li gorî dirûşmên ku davêtin hereket bikirina dê niha Erdoqan di zindanê de bûya ji ber sûcên hovane yên li dijî gelê herêmê kirine.”

‘Li ser mirovahiyê bazarên ji bo berjewendiyan hene’

 

 Zîlan Salih a ku ji pêkhateya Turkmen e ji bo şermezarkirina sûc û binpêkirinên li Efrînê got: Tirkiyeyê bajarê Efrînê bi êrûşa bi navê “Şitla Zeytûnê” dagir kir. Ji wê rojê ve heta niha çi xirabî û destdirêjî bibêjî li Efrînê tên kirin. Dagirkeriya Tirk baş dizane ku jin damara civakê ya bingehîn in lewre ji bo civakê bi giştî pûç bike û bixe bin kontrola xwe bi rêbazên herî hovane jinan hedef digre. Herdu sûcên destdirêjiya li zarokên keç veşartî neman lê tu bertek an kiryarên pêwîst derneketin. Sedema vê bêdengiyê ji ber berjewendiyên civaka navdewletî ye. Sûcên Tirkiyeyê nayên cezakirin.”

‘Destdirêjiya li ser herdu zarokan ne sûcê yekem e li Efrînê’

Emel Abas ji pêkhateya Kurd e dibêje: “Hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li bajarê Efrînê bi xwe metirsiyek mezin e li ser bajêr û niştecihên wê bi taybetî jinan. Ev herdu sûcên destdirêjiya li ser zarokên keç ne cara yekem e lê ya herî hovane ye, ji roja yekem ve jinên Efrînê rastî tundî, binpêkirin, revandin, kuştin û destdirêjiyê tên. Ji bilî sûcên şer ên ku Tirkiye li dijî niştecihên Efrînê dike yên ku bi zorê koç kirin gelek rewşên din hene. Niha bi sedhezaran kes li kampên penaberiyê li ber sermaya zivistanê û germa havînê dijîn. Xelkê Efrînê yê li bajarê xwe maye rastî binpêkirin û êrîşan tê. Civaka navdewletî divê sînorekî ji van binpêkirinan re dayne û Tirkiye û çeteyên demildest ji Efrînê werin derxistin hesab ji wan were xwestin.”