Jinên Mexribî li dijî şîdetê têkoşîna xwe mezin dikin
Di civîna çapemeniyê ya li Kazablankayê de bal hat kişandin ku jinên Mexribî tevî ji warê aborî tên vederkirin û şîdetê dibînin jî di refên pêş ên çalakiyên protestoyî de ne û têkoşîna civakî, sendîkal û siyasî mezin dikin.
HENAN HERÊT
Mexrib - Komeleya Parastina Mafên Jinan, Mala Çêvdêriya Şîdeta li Dijî Jinan a Mexribê, bi hevkariya bi saziya “Çavên Jinan” re 3’yê Kanûnê li Navenda Fama ya li Kazablankayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de rewşa jinan û zarokên keç di tevgerên civakî yên di nava sala 2025’an de li welat çêbûne de hatin destgirtin.
Beşdariya çalakiyên protestoyî berdewamiya pêvajoya dîrokî ye
Kesên beşdarî civînê bûn, diyar kirin ku beşdariya jinên Mexribê ya çalakiyan rewşeke nû nîn e, ji sala 1940’an ve têkoşînê li dijî mêtinkariyê dest pê kiriye û dûre bi tevgerên demokratîk, heta îro domiyaye.
Beşdaran, dan zanîn ku dengê jinên li bajarê Figuigê bilind dibe zanîna di warê ax û jiyana mirovane de nîşan dide. Her wiha hat diyarkirin jinên rastî xwepêşanderan bûne rastî şîdeta bi gotin û zextên civakî hatine û bi vê yekê hewldane wan di qadên giştî de bi sînor bikin.
Bal hat kişandin ku jinên li bajarên Hnifera û Tahiantê li gorî nifşên pêşiya xwe bi cesaret bûne. Li gorî beşdaran, jin tevî hemû astengiya jî îro di refên pêş ên çalakiyên protestoyê de cih digrin.
Kêmasiyên ku piştî erdhejê çêbûn
Beşdarên civînê li ser rewşa jinên li gundan û herêmên dûr dijîn jî diyar kirin ku ji ber ku zêdetirî mêran koçberî bajaran bûne, jin bêyî parastin û temînata civakî û dahatê, di nava mercên zor de dijîn. Her wiha hat gotin ku li herêma El-Havwz jî piştî erdhejê bi taybetî di warê tenduristiya zayînê û gihîştina amûrên kontrola zayînê de kêmasiyên zêde hebûne. Wekî din jî çavkaniyên debarê yên weke ajalkariyê jî nemane û ji bo jinan tezmînat nehatiye dayîn.
Di civînê de li ser rewşa jinên di şirketa Sikome ya li Meknesê dixebitin jî hat diyarkirin ku du sal in li dijî girtina fabrîkayê çalakiya rûniştinê li dar dixin û hat gotin ku jinên xebatkar bi awayê kêfî bi derxistina ji kar, bi zextan rastî şîdeta aborî û pergalî tên.
Li dijî hêmayên jinên bêdeng bertekên mezin
Beşdaran diyar kirin ku di nava tevgera “Nifşê Z212” ku di van demên dawî de li Mexribê derketin de beşdariya jinan balê dikşîne, hat gotin ku tevî tacîz û êrîşan jî jinan di refên pêş de cihê xwe girtine. Her wiha bal hat kişandin ku jinên tevgerê ji pozîsyona “mexdûr” derketine bûne kirdeyên siyasî û daxwaza jiyana mirovane anîne ziman.
Hat ragihandin ku di navbera kesên beşdarî xwepêşandanan bûne de zarokên keç ên hê reşîd nebûne jî hebûne. Beşdaran diyar kirin ku derketina jinan a kolanan, li dijî hêmaya jinên îtaetkar û bêdeng bertekek e û hat gotin ku jinên Mexirbî, ji salên1990’an ve heta niha di warê siyasî û mafan de gelek zana bûne, loma îro têkoşîna civakî, sendikal û siyasî bi hev re dimeşînin.
Nîşandana têkoşîn û berxwedana jinan
Piştî civînê koordînatora Mala Çavdêriya Neteweyî ya “Çavên Jinan” Nejat er-Razî, got ku hevdîtina îsal di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan de hatiye lidarxistin lê ne ne tenê qeydkirina binpêkirinan bi sînor nemaye, tekoşîn û berxwedana jinan jî hatiye vegotin.
Nejat er-Razî diyar kir ku mala çavdêriya her wiha li bajarên Figuig, Hnifera, Meknes û herêma El-Hawzê bi jinên ciwan ên beşdarî tevgera “Nifşê Z212” bûne re hevdîtin kiriye, di wê hevdîtinê de diyar bûye ku jinên Mexribî her dem bûne kirdeyên berxwedanê û wiha domand: “Jin beşdarî tevgerên azadiyê bûn, di têkoşîna mafan de cih girtin û îro jî bi daxwazên av, çavkaniyên xwezayî, jiyana mirovane, xebat, tendirustî û perwerdeyê derdikevin kolanan.”
‘Derketina kolanan tê wateya daxwaza guherînê’
Nejat Er-Razî, parastina wahayan a jinên Figuigê ku weke sembola aştiyê bi cilên spî ‘hayek’ derketin kolanan, li Meknesê têkoşîna çar salan a jinên ku ji kar hatine derxistin, li El-Hawz jinên ku tevî piştî erdhejê çavkaniyên wan ên debarê neman jî li ber xwe didin û jinên ku bi daxwaza xizmetên tendirustiyê li Hnîferayê ji çalakiyan re pêşengî kirin mînak nîşan da.
Nejat er-Razî jinên ciwan ên ku di refên pêşîn ên tevgera “Nifşê Z212” de derketin pêş jî silav kir û got ku ne tenê beşdar dibin, pêşengiyê dikin. Her wiha da zanîn ku li gorî şahidiyan, diyar bûye ku jinên tevlî çalakiyan bûne, xwedî zanîna baş a siyasî û maf in û got ku ev yeknîşan dide ku xwedî hesta welatparêziyê ne û di pêvajoyên biryargirtinê de xwedî risteke serbixwe ne.
Nejat Er-Razî bal kişand ku beşdariya jinan a çalakiyan, mafeke makezagonî û bingehîn e û wiha bi dawî kir: “Divê jin werin şarastin, nekevin bin zextan. Derketina kolanan a jin û ciwanan, nîşan dide ku civak bi pêş dikeve û daxwaza guherînê nîşan dide. Divê tevgera jinan ne weke gef, weke guherîna erênî û berfireh a xwedî hêz were dîtin.”