Jinên Mexrîbê ji bo pêşî li tundiya dîjîtal were girtin qanûn dixwazin

Seroka Komeleya Wekhevî û Hemwelatîbûnê Bûşra Abdo, bal kişand ser zêdebûna tundiya dijîtal a li ser jin û zarokên keç ên li Mexrîbê û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li tundiyê, parastina jinan û cezakirina kiryaran divê qanûnek nû were derxistin.

HANAN HARITE

Mexrîb- Di van salên dawî de bi zêdebûna bikaranîna înternetê re, xerab bikaranîna vê qadê jî berbelav bûye. Sûcên wek sextekarî, sûcên zayendî, girtin û bikaranîna bêdestûr a agahiyên şexsî roj bi roj zêde dibin. Seroka Komeleya Wekhevî û Hemwelatîbûnê ya Al Tahadî Bûşra Abdo got ku bê destûr kişandina wêneyên jin û zarokên keç ên Mexrîbê ji telefonên wan bê destûr girtina wêneyên wan û belavkirina wan li ser medyaya dîjîtal ji bilî tawanên bazirganiya mirovan binpêkirina nepeniya wan e. û pêwîstî bi sepandina cezayên li gorî giraniya mijarê hebe.

Jinên Mexrîbê bi fikar in ku wêneyên wan di medyaya dîjîtal de derketine

Gelek jinên Mexrîbê fikarên xwe li ser medyaya dîjîtal derbarê kişandina wêneyên biçûkan a bêdestûr  derketina wêneyên wan ên taybet û belavkirina van peldankan di komên sohbeta taybet de anîn ziman.

Bûyer di 6’ê Sibatê de derketibû, jineke ji Mexrîbê ferq kiribû ku wêneyên wê yên şexsî li ser hesabê 'Instagram'ê hatine parvekirin. Lêkolîna wê ew ber bi 'platforma Telebox'ê ve biriye û li wir wêneyên bi hezaran jinên din û zarokên ke. Ditîye.

Ev bûyer fikaran di nav jinên din de derbarê li ser malperên medyaya dîjîtal ên ku bûne metirsî li ser nepeniya wan zêde kiriye. Seroka Komeleya Wekhevî û Hemwelatîbûnê ya El Tahadî Bushra Abdo diyar kir ku 'hackkirina' telefonên jin û zarokên keç û eşkerekirina wêneyên wan ên şexsî binpêkirina nepeniya wan e û pirsgirêkeke cidî ye û wiha got: “Dema em behsa eşkerekirina wêneyên taybet ji têlefonên mexdûran, mebesta me ew e ku wan reş bikin û wan neçar bikin. Divê neyê ji bîr kirin ku em behsa êrişkeran dikin ku vê yekê dikin da ku ewlekariya jinan û zarokên keç têk bibin”

'Tundiya dîjîtal bûye yek ji cureyên tundiyê yên herî giran'

Bûşra Abdo diyar kir ku ya ku diqewime sûcên ku ji bo hin armancan dikevin kategoriya tundiya dijîtal an qaçaxçiya mirovan e û wiha berdevam kir "Tundiya dîjîtal bûye yek ji cureyên herî giran ên tundiyê ku jin û zarokên keç rastî tên. Bi tundiyek nû ya ku ne destpêk û ne jî dawiya wê heye rû bi rû ne."

Buşra Abdo rêyên rawestandina sûcdaran ji bo parastina daneyên kesane yên di qadên dîjîtal de wiha nirxand: “Em meraq dikin ka heta çi radeyê parastina rast ji bo mexdûran tê kirin. "Rayedar divê bikarhênerên malperên medyaya dîjîtal biparêzin û tedbîrên hişk bigirin da ku hesabên ji gihandina bêdestûr werin parastin, bi vî rengî binpêkirinên ku bandorê li agahdariya taybet a bikarhêneran dikin bi dawî bikin."

'Divê em zêdetir baldar û hişyar bin'

Bûşra Abdo, anî ziman ku hin caran sûcdar nayên zanîn û ji ber vê jî zehmet e ku mirov xwe bigihîne wan û wiha pê de çû: “Platformên medyaya dîjîtal divê daneyên bikarhênerên xwe biparêzin û ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan tevdîran bigirin. Divê jin, û bi taybetî jî zarokên keç, neyên teşwîqkirin ku wêne û vîdyoyên xwe yên taybet li ser platformên serhêl bişînin. Divê em bêtir baldar û hişyar bin."

Buşra Abdo diyar kir ku hukmên heqaret û zerarê dide jiyana taybet a kesan di çarçoveya zagona sûc de sûcê di têgeha 'sûcên nûjen' de pênase dike û wiha got: “Qanûna jimare 103-13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, li gel zagona bi hejmara 09-08’ê ya parastina şexsan a li hember hilanîna daneyên şexsî, di nava xwe de xalên parastina wan ji tundiya dijîtal heye.”

Bûşra Abdo wiha berdevam kir: "Li gorî daneyên ku di destê me de ne, piraniya jinên ku rastî vê tundiyê tên, ji ber ku weke mexdûr tên dîtin li gorî xala 490'an nayên darizandin. Bi guhertina qanûnan, sûcdar dê karibin van tawanan rawestînin. Sûcdar her roj qurbaniyên xwe dikujin bi rêya vîdyoyek an wêneyek eşkerekirî ku çend salan tê hilanîn û piştre di cîhên dîjîtal de têne weşandin.”

'Divê îstismarkerên dîjîtal bên cezakirin'

Bûşra Abdo, anî ziman ku tundiya dijîtal bazirganiya mirovan e û wiha got: "Sûcdar van wêneyan ji bo bidestxistina pereyan an jî ji bo tundiya zayendî bi weşandina wan li ser malperên pornografîk an jî reşkirina mexdûran bikar tîne."

Bûşra Abdo bang diyar kir ku divê ji îstîsmarkarên dîjîtalê cezayên giran bên dayîn û got: “Divê bi heman cezayên ku di dosyayên qetilkirinê de tên dayîn bên cezakirin, ji ber ku êşa ku tundiya dijîtal li ser van mirovan hiştiye biçûk nayê dest girtin. Kesê mexdûr nikare ji malbata xwe piştgirî bibîne û civak wê bi tevahî berpirsiyar dibîne, û ew jî karê xwe ji dest dide û heta ber bi xwekuştinê ve diçe,"

'Divê qanûna hejmarê 103-13 ji nû ve bê nirxandin'

Bûşra Abdo, dest nişan kir ku divê qanûna jimare 103-13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji nû ve were nirxandin û qanûnek taybet der barê tundiya dijîtal de were derxistin ku tundiya dîjîtal çi ye, cezayên wê, sûcdar kî ne, rêbazên pêşîgirtin û parastinê çi ne.

Bûşra Abdo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a hişyarkirina ciwanan û wiha li ser zêde kir: “Pêwîst e bi zêdekirina mijareke cuda li ser perwerdehiya zayendî û ewlekariya dîjîtal li mufredata perwerdeyê perwerdehiyeke hevseng ji bo ciwanan bê dayîn. Ji ber pêşketinên teknolojîk ên ku hatine bidestxistin, Wezareta Perwerdehiya Mexrîbê qursên zêde li ser ewlehiya dîjîtal divê zêde bike.”

'Divê em fêr bikin ku çawa rêzê li kesên din bigirin'

Bûşra Abdo destnîşan kir ku bikaranîna medyaya dîjîtal bi perwerdehiyê ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî "Divê em ciwanan fêrî tevgerê bikin, li qadên dîjîtal çawa tevbigerin, hurmetê bidin kesên din, çawa hemû têgînên kînê red bikin, çawa li dijî tundiyê bisekinin û çawan bikin. Rê nedin hin faktorên neyînî yên ku tundiyê geş dikin."