Jinên Mexrîbê ji bo mafê xwe yê mîrasê kampanya dan destpêkirin

Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Mexrîbê bi dirûşmeya "Em di mîrasê de wekheviyê dixwazin" kampanyayek da destpêkirin. Yusra Barad der barê kampanyayê de wiha got: "Divê parvekirina mal û milkê bi awayekî wekhev bê kirin.

HENAN HERATE

Mexrîb – Jinên Mexrîbê dixwazin 'Qanûna Malbatê' ya rê li cihêkariyê re vedike û mafê wergirtina mîrasê ji bo jinan nas nake bê guhertin. Jin bi taybetî ku dixwazin beşa mafên mîrasê bê guhertin, çalakiyan li dar dixin. Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan bi dirûşmeya “Em di mîrasê de wekheviyê dixwazin” kampanyayek nû da destpêkirin. Têkildarî kampanyayê, parêzvana mafên mirovan Yusra Barad ji ajansa me re axivî.

‘Mêr bi tiştên madî serdestiya xwe ava dikirin’

Yusra Barad, diyar kir ku li welat pergala wesayeta mêr didome û got: “Mêr bi tiştên madî serdestiya xwe ava dikirin. Îro jin dixebitin û mesrefên xwe bi mêran re parve dikin. Yên ku beşdarî lêçûn û berpirsiyariyê dibin, niha li derve û hundurê malê dixebitin. Niha jin dibêjin 'Ez bûm kesayetek berhemdar û hilberî tenê bi bazara kar ve girêdayî nîne’.”

'Divê bi awayekî wekhev parvekirina milkan bê kirin'

Yusra Berad di berdevamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo jinên tenê li malê dixebitin jî divê karê malê jî li ber çavan bê girtin û wiha berdevam kir: “Ji ber ku kar û lênêrîna ku gelek wext digire beşeke pergala aborî ye. Jin di karê malê de, debara xwe û komkirina pereyên malbatê dikin. Divê parvekirina mal û milk bi awayekî wekhev bê kirin û hem di peymana zewacê de hem jî di peymana hevberdanê de cih bigire. Em di sala 2024’an de ne û hê jî em behsa objektîfkirina têgînan dikin. Em daxwaz dikin ku hemû şert û mercên ku rola jinê di civakê de hedef dikin û kêm dikin bên rakirin."

Yusra Berad bang kir ku li ser esasê hemû guhertinên ku di rola jinan de di civaka Mexrîbê de pêk hatine, pergala mîrasê ya federasyonê jî li ser esasê wekhevî û edaletê ji nû ve were nirxandin.