Jinên Mexribê ji bo jin û zarokên erdhejzede ketin nava hewldanan

Jinên Mexribê, bi avakirina hewldanên xwe yên piştî erdheja li welat armanc dikin ku parastina mafên jinan û zarokan bikin û hemû cureyên êrîşan asteng bikin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Li Mexribê di 8’ê Îlonê de erdheja bi pileya 7 a ku navenda wê herêma Al-Huz a Marakeşê bû, rûda hê jî birînên erdhejê nehatine kewandin. Li gorî daneyên dawî hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 960’an. Rêxistinên jinan jî ji bo parastina jin û zarokan ji tacîz û êrîşên zayendî dest bi hewldanan kirin.

‘Li dijî metirsiyan pêwîstî bi hişmendiyê heye’

Serokê Şaxa Marakeşê ya Yekitiya Federasyonan Mafên Jinan Sanaa Zaemî diyar kir ku li gel hewldana ji aliyê rêxistinên jinan ve hatiye destpêkirin, li herêmên ku erdhej lê çêbûye, li dijî metirsiyên ku jin û zarok rastî werin pêwsîtî bi hişmendiyê heye û got: “Ligel 21 saziyan li herêmên ku erdhej çêbûye bi armanca parastina jin û zarokan ji hemû cureyên bêmafiyê re hevkariyê dikin. Bi xebatên xwe, em hedef dikin ku zewicandina zarokan, xebitandina zarokan û bazirganiya wan asteng bikin.”

‘Sînordarkirina bê maf a zayendî tê pêkanîn’

Sanaa Zaemî da zanîn ku li dîjî jin û zarokên keç pêkanînên astengiyên ku pêşî li gihandina alîkariyan rastî pêkanînên sînordarkirin bêmafiyên zeyndeperestî tê û got: “Divê çareseriyên bi bandor ên pratik werin dîtin, ji bo zarokan navendên taybet werin avakirin, gihandina mercên tendirustî, derûnî, perwerde û alîkariya civakî jî di nav de riyên guncaw û bi bandor biafirînin. Bi taybetî ji bo komên ku bê parastin in ev yek zêdetir bibe.”

‘Li dijî zewicandina zarokan divê KHK biryaran bigre’

Sanaa Zaemî destnîşan kir ku li dijî zewicandina zarokan divê metnên zagonî werin qebûlkirin û wiha domand: “Ez bang dikim ku hemû kesên destûr didin zewicandina zarokên keç, li dijî vî sûcê ku alîkarî kirine ji bo werin cezakirin divê biryarek ji Biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) were derxistin.”

‘Komên ku ji erdhejê bi bandor bûne mafên wan tên binpêkirin’                

Endama Komeleya Keyfa Mama Kayfa Baba Kerîma Nadir bal kişand ser Al- Huz, Tarudant û herêmên din ên ku ji eredhejê bi bandor bûne û wiha got: “Ji bo em erdhejzedeyan ji binpêkirina mafan biparêzin me hewldanek dest pê kir. Saziyên ku dest bi vê hewldanê kirin, di serî de jin û zarok me komên ku ji erdhejê bi bandor bûne mafê wan tên binpêkirin tesbît kir. Piranî ji bo rewşên ku piştî qeyranan derdikevin. Bi vê hewldanê bi armanca di dema afetên xwezayî de hem li dijî hemû binpêkirinên mafan li hemberî komên bê parastin bi raporek hevpar, me mekanîzmayên hişyarî û parastinê ava kir.”

 ‘Em ê mafên jin û zarokên keç biparêzin’

Kerîma Nadir bi bîr xist ku li herêmên ji erdhejê bi bandor bûne hewldanên ku ji bo parastina mafên jin û zarokên keç û parastina rûmetê avakirina hewldanê girîng e û wiha got: “Me daxwaz ji hikumet û saziyan kir ku ji bo kesên ji erdhejê sax mane û zarokên keç û kur ên ku pêwîstiyên taybet ji wan re pêwîst e navendan ava bikin. Me xwest li van navendan piştgiriya derûnî, perwerde û xizmeta tendirustiyê were dayîn. Ya duyem jî divê metnên zagonî ku pêşî li hişmendiya zewaca kesên ku temenê wan biçûk e bigrin derbixin. Me daxwaz kir ku qanûna malbatê di çarçoveyek berfireh de were guherîn û di ber çevan re were derbaskirin. Ji derveyî vê di nava van hemû lebetan de koordînasyonek hevpar gelek girîng e.”

Kerîma Nadir amaje bi wê yekê kir ku bi komên hesas ên li herêmê bi saya xebatên rasterast û gelek ceribandin û pisporî kom kirin û got: “Ev rewş li qadên ku ji erdhejê bi bandor bûne de bi xebatên kolektif ên qadê, berhemên wê û ewlehiya wê pêk were wê bandorê li hewldanê bike.”