Jinên Mexrîbê ji bo erdehjezedeyan jiyanek mirovane dixwazin

Di erdheja ku li Mexrîbê rûdayî de 2 hezar û 946 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ên ku mane jî di şert û mercên zehmet de hewl didin di jiyanê de bimînin. Saziyên ku ji bo jin û zarokan ketin tevgerê, bang ku jiyanek mirovane ji bo erdhejzedeyan were avakir

 RAJA KHAYRAT

Mexrîb- Li Mexrîbê di erdheja ku di 8’ê Îlonê de rûdayî 2 hezar û 946 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar 674 kes jî birindar bûn, bi hezaran jî hîna windane. Konseya hewldan, têkilî û xulikar a Lababa, aktivîstên mafê mirovan, komeleya Afulki ya ji bo jinan, civînek li darxistin û bal kişandin ser tiştên ku jinên li herêmên erdheja Al-Huz jiyan dikin bandor bûne.

Bi erdhejê re hîn zêdetir bê parastin man

Aktivîsta mafê mirovan û seroka komeleya Afulki ya jinan Zehra Alî da zanîn ku li gelek bajarên Mexrîbê li gel aktivîstên saziyên mirovî, li eyaleta Al-Huz serdana nêzî 39 gundên ku ji erdhejê bandor bûne kirine û alîkarî belav kirine. Zehra Alî da zanîn ku ji dema ku felaket çêbûyî heta niha sê hefteya bûn şehidên êşên jinên li herêmê û wiha got: “Beriya erdhejê jî jinên li vê herêmê bê parastin û weke komek veder dihatin dîtin. Li gel erdhejê ev vederbûn hê zêdetir kur bû.” 

‘Jin bê stargeh man’

Zehra Alî amaje bi wê yekê kir piştî zanîna asta felaketa ku mirovên ku li cihên çolwar jiyan dikin, timên rizgariyê, ji bo piştevaniya derûnî ji bo mirovên ku li herêmên bandor bûne dabîn bikin û ji bo alîkarî dayîna wa çûne gundên dûr û wiha got: “Me gelek xwarin, kon, cil û gelek pêwîstiyên din gihandin erdhejzedeyan. Jinên ku ji erdhejê bandor bûna êşên wan ên mezin hene. Ya herî giring jî malbat û malên xwe winda kirine. Ji nişka ve malbatên xwe winda kirin û bê stargeh mane.”  

 ‘Qadên stargeh hatin avakirin’

Zehar Alî destnîşan kir ku komele di astên cûda de xebat dide meşandin û wiha dom kir: “Ji bo pêwîstiyên xwarin, bataniye û cil ketine tevgerê. Me bi jinan re hevdîtin kir û me bal kişand ser êşên ku jiyan kirin û pêwîstiyên wan ên acil tesbît kir. Yek ji daxwazên jinan ew bû ku avakirina tesîsên tendirûstiyê bû. Ji derveyî vê, me projeyên ku serşokên kevneşop ên jin û mêran ku bi dar hatin çêkirin, şert û mercên bi tendirûst ên hawirdor li berçav girtin avakirin, me karî em bixin meryetê. Ji bo jin û mêran tualetên bi destşok ên taybet hatin înşakirin. Di dema pêkanîna projeyê de ji bo ên ku li gundên Ait Markaz, Akrad û Anmer projeya mînak ku tesisata sihhi û serşok dabîn bike, me mahremyeta jinên li gund li ber çavgirt û biryar da. Ger ceribandin serkeftî be wê înşat destpê bike. Jinê ku li benda înşakirina malên ku hilweşiyane, ji bo zarok û mêran qadên stargeh hatin avakirin.”

‘Divê rayedar bikevin tevgerê’

Zehra Alî bal kişand ser şert û mercên zehmet ên jinên li Al Huzê di konan de dimînin û got: “Kon mahremiyeta jinan naparêze û jiyenek weke ya mirovan peşkeş nake. Beriya ku felaket rû bide li wîlayeta Al-Huz jin ji ber cihêkarî û vederbûnê êş dikişînin. Divê rayedarên berpirs bikevin tevgerê. Divê xweşikbûna hewirdor ya li herêmê li ber çavan bigrin malên li gora mirovan ava bikin.”

Pêwîstî bi piştgirya psikolojik heye

Endama konseya pêşxistin, têkilî û xulikarî ya Lababa, helbestvan Naima Hammo diyarkir ku di weqfa amadekarî ya Nakhil de weke pispora hunera plastîk xebat dike û diyarkir ku ji ber xebata dike êşên ku hatî  jiyan kirin ferq kiriye û wiha got: “Xwendevanên keç ên ku nû bejdarî saziyê bûne, di erdheja ku hatî jiyan kirin de malabatên xwe winda kirin û di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin. Pêwîstiya van bi piştevaniya derûnî heye. Ji ber tiştên ku di dema erdhejê de jiyan kirin, windakirina endamên malbata xwe û mirovên xwe ne rewşek ku di demek nêzde derbaz bibe ye.”