Jinên Mexribê dixwazin di 8’ê Adarê zagon werin sererastkirin

Jinên Mexribê li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxandin kirin û gotin: “8’ê Adarê roja têkoşîna jinan a ji bo mafên wan e. Ev roj, ji bo têkoşîna wan mayînde bibe bi kêfxweşî tê pîrozkirin."

HANAN HARITE

Mexrib – Li Mexribê jin ji bo şîdet bi dawî bibe û mafên ku di zagonan de ji bo wan hatine dayîn werin pêkanîn, têdikoşin. Di sala dawî de jin, bi taybetî ji bo Zagona Malbatê ya Mexribê ku 20 sal in heye were guherandin xebatan dimeşînin û dixwazin nûnertiya wan a siyasî çêbibe. Jinên Mexribê li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxandin kirin û diyar kirin ku tevî destkeftiyan jî hê riya wan dirêj e.

Jinên xebatkar ILO 190 dixwazin

Sendîkavan Saeeda Waed, got ku parastina jinan tenê bi 8’ê Adarê sînordar nîn e divê jin di her dem û roja salê de têkoşîna xwe bidomînin. Saeeda Waed, diyar kir ku peymanên navneteweyî ji bo mafên jinan hene û got: “Em daxwaza mafên xwe her dem tînin ziman. Hikumeta Mexribê, bi armanca ku şîdeta li ser jin û karkeran red bike, ji bo li cihê xebatê pêşî li şîdet û tacîzê were girtin dê Peyama 190 a ILO’yê bipejirîne. Em dixwazin hikumet vê peymanê îmze bikin û li gorî zagonên navneteweyî xwedî pratîk bin. Peymana bi Hejmara 190, di nava xwe de gelek hukmên têkildarî cureyên şîdetê dihewîne. Hemû hewldanên ku sendîka û saziyên mafên mirovan nîşan didin, di çarçoveya têkoşîna bi her cure şîdetê re tên meşandin.”

Jin li benda zagoneke nû ne

Parêzvana mafên mirovan Buşra Abdo jî da zanîn ku jinên Mexribê ji bo wekheviya zayendî, komxebat, atolye û civînan li dar dixin û diyar kir ku tevgerên jinan, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî, ji bo di Zagona Malbatê de guherîni çêbibin, di nava salê de gelek caran daxwazên xwe ji rayadaran re anîne ziman. Buşra Abdo wiha domand: “Her kes li benda zagoneke nû ya ku ji hêvî û hesreta Mexirbiyan re bibe bersiv e. Ji bo guherîna Zagona Ceza meyl heye. Bendên Zagona Ceza ya 103/13, têkildarî têkoşîna bi şîdeta li ser jinan re nabe bersiv. Êdî li gorî Mexribê nîn e divê were guhertin. Her wiha divê di Zagona Hemwelatîbûnê ya têkildarî jinên bi mêrên biyanî re dizewicin û ji ber wê mafên wan tên binpêkirin de; guherîn çêbibin.”

‘Ji bo jin dengê xwe bilind bikin ev roj rojeke girîng e’

Parêzvana mafên jinan Najat Al-Razî jî diyar kir ku mafên ku îro ketine destên jinan, encama têkoşîna tevgerên jinan ên li cîhanê ye. Najat Al-Razî, 8’ê Adarê bi gotinên; “Rojeke ku di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û ji bo mayîndekirina têkoşînê bi kêfxweşî tê pîrozkirin” pênase kir û got: “Di vê rojê de li New Yorkê bi hezaran karkerên jin ji bo cudakariya heqdest derketin kolanan û mercên xebatê şermezar kirin. 8’ê Adarê ji bo şermezarkirina pêkanîna zagonên cudakar, ji bo jin mafên xwe bi bîr bixin û dengê xwe bilind bikin rojeke girîng e.”