Jinên Mexribê bi piştevaniyê birînên erdhejê dikewînin
Jinên ku piştî erdheja 8’ê Îlona 2023’an li Mexribê di konan de dimînin, hewl didin bi piştevaniyê li hemberî şert û mercên zehmet li ber xwe bidin.
RAJA KHAYRAT
Marakeş- Di erdheja di dîroka 8’ê Îlona 2023’an de li Mexrîbê rûdayî de 2 hezar û 946 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 674 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran kes hê winda ne. Hikumeta Mexribê ji bo erdhejzedeyên ku malên wan bi temamî hilweşiyane di navbera 140 hezar dîrhem û 80 hezaran de piştgirî da. Erdhejzedeyên ku beşek ji malên wan hilweşiyane, bi alîkariyên ku têra wan nakin jiyana xwe didomînin. Jinên li wîlayeta Al Huz ku ji erdehjê bi bandor bûne, li konên ku li gel zarokên xwe dimînin bi werza zivistanê re di şert û mercên ku zehmetir de jiyana xwe didomînin.
Qampa ku li gundê Imzine ya piranî civaka Yerkan lê dijî û girêdayî herêma Asnî ya wîlayeta Al Huz e, di nava 10 kampên li herêmê de weke mînak tê nîşandan. 5 jinên li kampê bi awayek komî nan çêdikin û heta çêkirina xwarinê ji bo hemû kampê girtine ser milên xwe. Jinên ku li kampê dijîn diyar kirin ku bi piştevaniyê xwe baş hîs dikin.
‘Di her mijarê de em karbeşiyê dikin’
Jina bi navê Saeeda Emzion ku li kampê dijî got: “Di encama erdhejê de mala min bi temamî hilweşiya û min keça xwe ya 11 salî winda kir.” Saeeda Emzion bal kişand ser piştevaniya li kampê û wiha got: “Ger ev piştevanî nebûya me yê trajediyek mezin bijiya. Li vê derê em weke malbatekê ne. Em jin êşa hev sivik dikin. Em di her mijarê de karbeşiyê dikin û bi hev re li hemberî zehmetiyên jiyanê radiwestin.”
‘Di konan de em germ nabin’
Saeeda Emzion da zanîn ku germahiya hewayê di saetên şevê de dikeve bin sifrê û got: “Konên ku em li wan dimînin, me ji sermaye naparêzin. Betaniye hene lê belê bi temamî em di konan de germ nabin.”
‘Piştevanî kêm jî be êşên me dide jibîrkirin’
Jina bi navê Amzin Hatice destnîşan kir ku ji derveyî tuwalêtên li kampê serşû jî li gorî bernameyên ku hatine diyarkirin neçar in bi kar bînin û got: “Li gel sarbûna hewayê, serşû zehmet dibe lê belê em hewl didin. Ji ber em li bendê ne malên me yên ji erdhejê zirar dîtine ji nû e werin avakirin, em neçar in xwe li ber vê rewşê bigrin.” Amzin Hatice da zanîn ku tevî şert û mercên zehmet ên kampê piştevaniya di navbera jinan de hinek jî be êşan dide jibîrkirin.”
‘Em zêdetir nêzî hev bûne'
Jina herî mezin a li kampê Raqush Bubakar jî bal kişand ser hewaya sar. Raqush Bubakar, anî ziman ku ew hêvî dikin vegerin mal û warên xwe û jiyana xwe ya berê û wiha got: “Hemû kesên li vê kampê bûne wek malbatekê. Em roj bi roj bêtir nêzî hev bûn. Li vir her kes weke xwişk û bira ye û hevgirtin serwer e. Jinên ciwan berpirsyariya pijandina xwarinê û nan girtine ser xwe. 5 jin rojê nêzî 140 nan amade dikin, kesên temenê wan mezin jî di firina gazê de alîkariya pijandina nan dikin.”
‘Xwendekarên dibistana seretayî perwerdeya xwe di konan de dibînin’
Mîna Al-Bahî jî, destnîşan kir jiyana hevpar a bi hevgirtina jinan hatiye afirandin, li dijî şert û mercên zehmet hêza têkoşînê dide. Mîna Al Bahî, wiha got: “Em li vir mîna malbatekê dijîn. Em alîkariya hev dikin, bi destên hev digrin. Em kengî diçin gund malên xwe yên hilweşandî dibînin xemgîn dibin. Lê dema em vedigerin kampê, çîrokan vedibêjin û fikarên xwe ji bîr dikin. Dema em behsa rewşa jiyana gundiyan bikin, zarokên dibistana seretayî di konê ku ji aliyê saziyeke xêrxwaz ve hatiye çêkirin de perwerdeya xwe dibînin. Xwendekarên dibistana navîn û amadeyî li hin saziyên perwerdehiyê yên Marakeşê qeyda xwe çêkirin. Tevî şert û mercên dijwar ên em li kampê dijîn jî em hewl didin heta vegerin malên xwe zehmetiyên heyî bi hevgirtinê derbas bikin.”