Jinên Mexmûrê Zeyneb Kinacî bi bîranî
Bi pêşengiya Kevana Zêrîn û TJCM’ê ji bo Zeyneb kinacî li Mexmûrê şeva bîranînê hat amadekirin.
Mexmûr - Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) û Kevana Zêrîn bi boneya 25’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan mersîmek ya bîranînê li darxistin. Merasîm li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Di merasîmê de li ser giringiya rojê axaftin hat kirin, sinevizona li ser jiyana Zîlanê hat nîşandan û dayikan stranên dengbêjiyê li ser Zilanê gotin.
“Zîlan bersîva pêwîst da hêzên desthilatdar”
Endama diplomasî ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan li ser giringiya rojê axîvî û got: “Em niha dibînin ku rihê Zilanê yê beriya 23 salan daye avakirin îro li Zagros, Avaşin, Metîna û Heftanîn tê jiyîn. Ji ber heval Zîlan ne tenê weke kes û şoreşgerekê, weke fermandarek ya heqîqetê û xeta jina azad a Rêber Apo dixwaze bide avakirin girt dest. Em dizanin çalakiya hevala Zîlan li darxistî li beramberî sîstema desthilatdar a tevgera azadiyê ji bo xwe kiribû armanc û bi komployekê dixwestin Rêber Apo ji holê rakin, bi vê yekê dixwetin gelê Kurd jî pêre tune bikin. Li himberî vê siyaseta qirêj ya li ser Rêber Apo hatî meşandin, hevala Zîlan bi çalakiya xwe bersîva herî pêwîst da hêzên desthilatdar. Bi vê çalakiya xwe got ezê vê komloya li bermaberî Rêber Apo hatî despêkirin û lîstokên ku li ser gelê Kurd tên leyîstin ji holê rakim. Ji bo vê yekê em di kesayeta heval Zîlan de hemû şehîdên doza azadiyê bi taybet şehîdên meha Hezîranê û şehîdên Cenga Xabûr, Bazên Zagrosan û Cenga Heftanînê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin.”
Pîştî axaftina Leyla Arzû sînevizyona li ser jiyana Zeyneb Kinacî hatî amadekirin hat nîşandan. Paşê jî dengbêj Yadê Xanê sitrana dengbêjiyê ya ku li ser Zîlanê çêkiribû got. Herwiha koma zarokên Weqfa Jinên Mexmûrê û koma Şehîd Delila ya Kevana Zêrîn jî li ser Zîlanê stran gotin.
Merasîm bîranînê bi duruşmeyên ‘Şehîd Namîre’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.