Jinên Mexmûrê: Em dorpêça bi têlan qebûl nakin

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî dorpêça bi têlan helwesta xwe diyar kirin û gotin ku ew tu caran dorpêça bi têlan qebûl nakin û dê têkoşîna xwe heta serkeftinê berdewam bikin.

Mexmûr- Artêşa Iraqê bi dehan wesayîdên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, danê sibehê di saet 4:00’an ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike lê belê gelê wargehê bi pêhesanê herikîn seyterê. Xelkê Mexmûrê li dijî hewldana Iraqê radiwestin û nahêlin derdora wargehê were dorpêçkirin. Şêniyê wargehê li dijî vê hewldanê kon vedan. Dayikên ku li dijî dorpêçê berê xwe dan seyterê helwesta xwe ya li dijî hewldanên dorpêçkirina bi têlan nîşan dan.

‘Em ê tu carî belav nebin’

Wesîle Çelebî diyar kir kir ku ev gel tu caran têlên li derdora xwe qebûl nake û belav nabe û got: “Îro di serê sibehê de leşkerên Iraqê hatine dixwazin dora me têl bikin, em neheqiyê qebûl nakin. Ev 30 sal in em penaber in. Erdoxan ketiye pey me û her dem dibêje ez ê vî gelê belav bikim. Hewl dide me bi tirsîne lê belê em tu caran natirsin û belav nabin. Em ê heta dawiya temenê xwe berxwedana xwe bidomînin û tu carî dorpêçê qebûl nakin. Em rê nadin dora me têl bikin, em bang li dewletên yekbûyî dikin, kanê mafên mirovan, ka edaleta we. Ev 25 sal in we Rêberê me girtiye. Di hilbijartinê de bi ser neket careke din weke gurê har berê xwe dide wargeha me û dixwaze me belav bike, em ê tu caran belav nebin, em tu caran dest ji doza xwe bernadin. Bila baş bizanibin çi dikin bila bikin em tu carî dest ji têkoşîn û doza xwe bernadin. Leşkerên Iraqê di saet 4:00’ê sibehê de hatine vê derê hewl didin dora kampê têl bikin ev gel ji saet 4’an ve şiyar e hatiye vê derê em rê nadin dora me were têlkirin, em ê li ber xwe bidin em rê nadin dora me têl bikin. ”

‘Em ê li dijî wan derbikevin’

Hacer Tok bi tundî hewldanên dewleta Iraqê ya têlkirinê şermezar kir û wiha got: “Îro saet li dora 3:30’an heta 4:00’an leşkerên Iraqê hatine dixwazin dora me têl bikin, ev bi biryara Erdogan e. 30 sal in em penaber in, ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk penaber bûne, em weke penaberên siyasî hatine qebûlkirin. Em bi biryar in heta dawiya temenê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em rê nadin dora me were têlkirin. Gelê Mexmûrê li ser lingan e, ji 7 salî heta 70 salî hemû li ser lingan in. Em tu caran vê yeke qebûl nakin, ma wê heta kengê zilm û zordariya dewleta Tirk berdewam bike, ev 7-8 wargeh e em diguherînin, careke din zilm û zordariya xwe berdewam dike. Niha jî rê li vî gelê girtine û amargo danîne. Dayikên ku wê zarokên wan çêbibin ji ber vê rêgiriyê di rê de zarokên xwe winda kirin, leşkerên Iraqê li ser biryara Erdoxan li vê derê ne, em vê biryarê tu caran qebûl nakin, heta dawîi serkeftin a me ye.”