Jinên Mexmûrê: Divê hemû Kurd li derdora Rêber Apo bibin xelek

Jinên Wargeha Mexmûrê, diyar kirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd hebûna xwe nas kiriye û gotin: “Divê hemû Kurd weke xelekekê li derdora Rêbertî kom bibin û bi awayek fizîkî azad bikin.”

BERJÎN KARA

Mexmûr- Di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên komploger Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî dewleta Tirk kirin. Li hemberî komployê gelê Kurd dest bi çalakiyan kir û li her deverê Kurdistanê çalakiyan li dar xist. Yek ji wan cihan jî Wargeha Penaberana a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Gelek ciwanên wargehê bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” beşdarî refên gerîla bûn û gelek çalakî li wargehê hatin lidarxistin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re qala dema ku Abdullah Ocalan bi komployek hat dîlgirtin, li wargeha Mexmûrê çi qewimî û li hemberî komploya navdewletî helwesta gel çawa bû, kirin.

‘Bi Rêbertî re gelê Kurd hebûna xwe nas kir’

Oznûr Kaya diyar kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd hebûna xwe nas kiriye û got: “Beriya ku Rêbertî derbikeve gelê Kurd nedihat naskirin û gelê Kurd jî xwe nas nedikir. Piştî ku tevgera gelê Kurd dest pê kir, gel ji xewa mirinê şiyar bû. Kurd nizanibûn kî ne, heta kîjan astê bindest in. Piştî ku Rêbertî derket xwe nû nas kirin. Bi taybetî jinan xwe nas nedikir, nizanibûn kî ne, digotin jin tenê cihê wan hundirê malê ye.”

‘Bi vîna ku me ji Rêbertî girt em xwe li ser lingên xwe man’

Oznûr Kaya wiha qala pêvajoya dema ku komployê dest pê kir, li wargeha Mexmûrê çi qewimî kir û got: “Dijmin jî ji ber ku di ferqa şiyarbûna gelê Kurd û jinan de bû, xwest li dijî Rêbertî komployek pêk bîne. Piştî ku agahî hat gotin Rêbertî derketiye û agahî jê nayê girtin, gelê me yê wargehê weke lehiyek herikî ber deriyê Neteweyên Yekbûyî. Midûrê NY’ê yê wargehê li vê derê bû gel hemû midûr girtin xistin wesayîdê û derdora wî dorpêç kirin û gotin heta ku hûn der barê çarenûsa Rêbertiya me de agahiyek nedin, em ji vir naçin û midûrê we jî bernadin. Piştre di nava wargehê de gelek çalakî çêbûn. Çalakiyên fedayî hatin lidarxistin, gelek kesan agir berdan bedena xwe. Tenê ne li wargehê li hemû deveran, ji gerîlayan bigre heta kesên din bi sedan kesan ji bo Rêbertî çalakiyên fedayî pêk anîn. Rêbertî ji bo me hemû tişt e. Ger ew nebe, em jî nîn in. Îradeya ku Rêbertî ji bo gel, jin û gerîlayan da, me li ser piyan hişt.”

‘Divê hemû Kurd weke xelekekê li derdora Rêbertî kom bibin’

Oznûr Kaya di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Niha hemû cîhan li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêve dibe. Dema ku nameyên Rêbertî ji girtîgehê dihatin di wan de tiştên ku niha tên serê me, di salên 2000-2001’ê de Rêbertî hemû tê de gotibû û pêşbînî kiribû. Me digot çawa çêdibe û em ê bişopînin wê çêbibe yan na. Dema 2014’an hemû ew tiştên ku Rêbertî pêşbînî kiribûn pêk hatin. Me bi zindî jiya. Gelek serokên cîhanê rabûn ji bo desthilatdariya xwe û kursiya xwe bi hezaran mirovan qetil kirin lê belê Rêbertiya me hemû tiştên xwe fedayî Kurdan kir. Divê hemû Kurd weke xelekekê li derdora wî kom bibin û bi awayeke fizîkî azad bikin.”

‘Ev sal wê bibe sala serkeftina gelê Kurd’

Oznûr Kaya di dawiyê de wiha bang li gelê Kurd kir: “Dewleta Tirk û hemû dewletên cîhanê ji fikrên Rêbertî ditirsin, ji ber wê jî ev 25 sal in tecrîda li ser Rêbertiyê berdewam dike. Ev tecrîd, li ser tevayî Kurdan e. Ji bo Rêbertiya xwe em ê hemû tiştên xwe feda bikin. Îmrali bû cihê berxwedanê, fikrên Rêbertî li cîhanê belav bûn, em ê weke xelekekê li dora wî kom bibin û bi fizîkî azad bikin. Bangawaziya min ji bo hemû gelê Kurd û hemû cîhanê ew e ku destê xwe daynin ser wijdanê xwe û em êdî 15’ê Sibateke din nejîn û ev 15’ê Sibatê bibe ya dawî. Roja 15’ê Sibatê hemû kes rabin ser xwe û ev sal bibe sala azadkirina fizîkî.”

‘Rêbertî ji bo hebûna Kurdan li berxwe dide’

Asya Biligî jî diyar kir ku serhildanên beriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem bi şêweyek dihatin tepisandin û got: “Gelek serhildanên Kurdan çêbûn, Kurdan digotin em hene. Lê belê ji ber ku di nava wan de îxanet derdiket, dibû sedem ku serhildanên Kurdan werin tepisandin. Dema ku Rêbertî xwendekar bû di wê demê de dest bi lêgerîna hebûna Kurdan kir wê demê Rêbertî fam kir ku Kurd hene lê belê bindest in. Ji wê demê ve heta niha ji bo hebûna Kurdan li ber xwe dide. Bi Rêber Apo re em ji xewê şiyar bûn. Li bîra min e wê demê kes nikaribû bibêje ez Kurd im jî.”

‘Rêbertî di dilê zarokên me de meraq e’

Asya Biligî di berdewamaiya axaftina xwe de hezkirina zarokên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Zarokên wargehê gelek ji Rêbertî hez dikin. Dema me qala şahiyek dikir zaroka me ya biçûk digot ji min re cilên Kurdî çêbikin, kesk û sor bidin ser eniya min da ku ez bibêjim Apo. Ewqas Rêbertî di dilê zarokên me de meraq e.”

Asya Biligî di dawiyê de ev tişt got: “Li hemberî dijmin divê em bi hêz bin û hemû dest bidin hev, bibêjin em hene. Kurdek li ku derê cîhanê hebe divê li hemberî dijmin têbikoşe. Emê bi têkoşîna xwe dijmin têk bibin, serkeftinê bi dest bixin û dewleta Osmaniyan ji nava xaka xwe derbixin.”