Jinên Mexmûrê: Dema mijar Kurd bin tevahiya cîhanê ker kor û lal e

Jinên Wargeha Mexmûrê, nerazîbûn nîşanî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê dan û gotin: “Divê Kurd li her derê piştgirî û parastina gelê xwe bikin û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk têbikoşin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Ji 27’ê Mijdarê ve li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya êriş û dagirkeriyê hatiye destpêkirin. Di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de, bi dehhezaran kes neçarî koçberiyê hatin kirin û derbasî heremên bi ewle yên Rêveberiya Xweser bûn. Li aliyê din jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û biçek êriş dibe ser gelê herêmê û di encama van êrişan de jî piraniya wan jin û zarok gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) der barê êriş, dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Rûxweş Efrînî ya ku ji ber zext û zilma rejîma Sûriyeyê koçberi Wargeha Mexmûrê bûye, di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kir û wiha axivî: “Em dayikên penaber, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û piştgirî didin berxwedana gel. Gelê Efrînê ku di sala 2018’an de piştî êrişên dewleta Tirk berê xwe dan koçberiyê, niha careke din rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê tên. Gelê me yê rojavayê Kurdistanê, bi awayekî hovanê tê qetilkirin. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êriş kirin, îro jî bi heman ferasetê êriş tên kirin. Jin û zarok dîl tên girtin û destdirejî li wan tê kirin. Gelek kes hatin qetilkirin û neçarî koçberiyê bûn.”

‘Serkêşê van êrişan dewleta Tirk e’

Rûxweş Efrînî, bêdengiya cîhanê ya li dijî êrişan şermezar kir û got: “Dema mijar dibe Kurd, cîhan bêdeng e. Hemû hêzên desthilatdar bi hevkariya hev êrişê gelê Kurd dikin. Serkêşê van êrişan jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi destên çeteyên xwe êrişê gel û destkeftiyên şoreşa Rojava dike.”

‘Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê li Rojavayê Kurdistanê jî didome’

Rûxweş Efrînî, bi van gotinan bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi PDK’ê re: “Çawa ku li Başûrê Kurdistanê PDK hevkariya dewleta Tirk dike, li Rojavayê Kurdistanê jî ENKS heman tiştî dike. Bi gotina em ê we bibin herêmên bi ewle, berê koçberan didin Efrînê û wan di qetlîaman re derbas dikin. PDK li dijî êrişan bêdengiya xwe diparêze û ev yek nîşaneya hevkariya wan e.”

Rûxweş Efrînî, di dawiya axaftina xwe de bang li cîhanê kir ku li dijî êrişan xwedî helwest bin û piştgirî bidin berxwedana gel.

‘Dewleta Tirk bi salan e êrişê Kurdan dike’

Dayika bi navê Ezîze Sêrtî jî, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi salan e êrişê gelê Kurd dike û wiha axivî: “Em jinên penaber ên wargeha Mexmûrê, piştgirî didin berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê. Rojane dewleta Tirk êrişê gelê Kurd dike, bi destên çeteyên xwe bêyî ku bibejê jin û zarok bi awayekî hovanê êrişê gel dike. Dema mijar dibe gelê Kurd, tevahiya cîhanê li dijî kiryarên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ker, kor û lal e. Gelê me bi piştgiriya hev li dijî êrişan li ber xwe dide.”

‘Divê em li dijî dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk têbikoşîn’

Ezîze Sertî, di dawiya axaftina xwe de banga piştgirî û xwedîderketinê kir û got: “Em jî weke gelê wargeha Mexmûrê, li kêleka gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne. Êşa me hemû yek e. Divê Kurd li ku dibin bila bibin, piştgirî û parastina gelê xwe bikin û li dijî êriş, dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk têbikoşin.”