Jinên Mehabadê: Newroz keleha têkoşîna me ye

Jinên bajarê Mihabatê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê cejna Newroz Îsal pîroz kirin, peyma wan ew bû ku heta desthilata rejîma Îranê ne hilweşînîn ew dest ji têkoşîna xwe bernadin.

LARA GEWHERÎ

Mehabad – Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha 7’an de bi biryardariya hilweşandina rejîma dîktator didome. Li Rojhilat û Îranê jinên ku di Newroza 2023’an de ala serhildanê bilind kirin bi peyamên xwe dan diyarkirin ku ruxmê hemu êriş û zextên Îranê jî ewê daxwazên xwe bi dengekî bilind bi dirûşmeyên azadiyê berz bikin û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

 ‘Min hîs kir ku Kurdistan ji destê rejîma mola hatiye rizgarkirin’  

Rojnameger Sarîna Qadrî ya ji bo kişandina wêneyan çûbû piraniya merasîman, wiha behsa pîrozkirina cejna Newrozê kir: “Dema ku ez çûm merasîma cejna Newrozê, min dît jin bi cil û bergên xwe yên kurdî û bedew, bi porê xwe yê vekirî li ber bayê diçûn, min hîs kir ku Kurdistan ji destê rejîma mola hatiye rizgarkirin û şoreş çêbûye, ez gelek benador bûm ku serhildana jinan bandorek erênî li tevgera jinan kir û gelek destkeftî bi dest xistin.”

‘Her çalakî girîng û bi bandor e’

Mamoste û dayîka du keçan Meryem Ehmedzade wiha got: “Cejna Newrozê li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê û Kurdistanê pîroz dikim, îsal ji bo jinan saleke bi xwîn û serketî bû û heta ku em bigihin bihara azadiyê em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ez tevî her du keçên xwe li dijî hikûmetê me gelek hewil dan dan da ku encamên siyasî û civakî yên tê xwestin bi dest bixin. Keçek a min waneyên kurdî dide zarokan û keça min a din jî mamoste ye, ji bilî farisî li dibistanê jî dersa kurdî dide xwendekarên xwe. Di Newrozê de dema ku em diçûn şahiyan, me ji zarokan re çîrokên kurdî digotin, her çalakiyeke biçûk di cihê xwe de li dijî hikûmetê girîng û bibandor e.”