Jinên Mehabadê: Me bi porê xwe bingeha dîktatoriyê hejand

Jinên ji Mehabadê diyar kirin ku jinên li Îranê tevî gefên girtin, îşkence û tecawizê jî bi daketina kolanan têkoşîna xwe didomînin.

Mehabad- Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên “exlaq” ên Îranê ve di 16’ê Îlonê de, çalakiyên bi pêşengiya jinan veguherîn berxwedana gel. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku di 6'emîn meha berxwedanê de ye jî bi çalakiyan hat pêşwazîkirin. Jinên Mehabadê ji ajansa me re behsa 8’ê Adarê ku ji bo wan tê çi wateyê kirin.

‘Dîktarorî hejiya’

Çalakvana sivîl a Mehabadê Semîra Davodî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “Ez dizanim ku jin li deverên cuda yên cîhanê rastî zext û zordariyê tên. Lê li ruxmê wê jî têdikoşin.” Semîra Davodî diyar kir ku 8'ê Adara îsal ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê gelekî cuda ye û got: “Îsal şoreşa me ya jinan ku wê bibe destpêka hemû şoreşên jinên cîhanê dest pê kir. Jinên me yên têkoşer dîrok nivîsandin. Me bi porê xwe bingeha dîktatoriyê hejand. Heta dengê me derket em bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Tevî ku gelek jin di bin zext û cezayên girtîgehê de neçar man bêdeng bimînin jî me qêrîna xwe berdewam kir. Dixwazim hemû cîhan bizane ku em çûka sîmurx in em ji xweliya xwe careke din çêdibin, namirin. Ji xwîna me kulîlkên azadiyê şîn dibin.”

‘8’ê Adarê roja yekitiya jinên cîhanê ye’

Amîna Marûfî jî diyar kir ku 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî zilma ku jin li her derê dijîn e. Amîna Marûfî da zanîn ku divê jin bi xwe biryaran li ser, têkiliyên xwe, hebûna xwe ya di nava civakê de û xebatên xwe yên pîşeyî bidin û got: “Divê mafê me hebe ku em bi daxwaza xwe ​​bizewicin, berdin, bixwînin û bi azadî bixebitin. 8’ê Adarê roja jinan e û di salnameyê de tu dîrok nikare şûna wê bigre. Hêza me di yekitiya me de ye û 8’ê Adarê yekitiya jinên cîhanê temsîl dike. 8'ê Adarê ne ew roj e ku jin bi gul û diyariyan bên dorpêçkirin. Ev nêzîkatiyeke baviksalarî ye. Em daxwaza edalet û mafên wekhev, berdana girtiyên siyasî, rawestandina qetilkirinên namûsî û zewaca zarokan dikin. Em ji bo vê têdikoşin û em ê têbikoşin.”