‘Jinên Lubnanî û Filistînî di nava şer de pêşengiya têkoşînê dikin’

Çalakvan Xolûd el-Hemûş tekez kir ku jinên li Lubnan û Filistînê ne tenê hêmanek civakî ne, lê di heman demê de bingeh û sembola zindî ya berxwedanê ne û got, "Ew di nav şer de parastina mafên xwe dikin û pêşengiya têkoşînê dikin."

FADÎA CÛMA

Beyrûd – Di nav hewldanên navneteweyî yên dijwar de ji bo xurtkirina agirbesta li Xezayê, planeke "Dora Rojê" hatiye pêşniyarkirin, ku qonaxa din destnîşan dike. Lê belê, ew ji ber nebûna lihevkirinek Filistînî û navneteweyî ya li ser pêşeroja Zîvala Xezayê, bi redkirinek berfireh re rû bi rû ye. Di vê navberê de, Misir, Qeter û Dewletên Yekbûyî hewldanên xwe yên navbeynkariyê ji bo aktîvkirina peymana agirbestê didomînin. Di nav hişyariyên ku her astengiyek dikare pevçûnan ji nû ve gur bike de hewl didin.

Lubnan bi rêya tengezariyên sînor rasterast û bi rêya zexta gel û siyasî ya bi hevgirtina bi Xezayê re bi awayekî nerasterast, bandorên şer dijî. Tevî daxuyaniya Hamasê ya pabendbûna xwe ya ji bo kêmkirina aloziyên li bakur fikar hîn jî hene. Ji ber lawaziya rewşa navxweyî ya Lubnanê û tevliheviya pirsgirêkên herêmî ev rewş didome.

‘Hevpeymanî gihîştiye rêyek bê veger’

Çalakvana siyasî û civakî Xolûd el-Hemûş bawer dike ku tiştê ku li Xezayê tê gotin "aramî ye", tenê ji bo veşartina rewşek aloz a siyasî û leşkerî hewldanek kozmetîkî ye . Ev hewldan tevliheviya rûbirûbûna di navbera hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê û cîhanê de nîşan dide, di nav şermezarkirinên zêde yên êrîş û qirkirina berdewam de. Xolûd destnîşan kir ku ev hevpeymanî "gihîştiye rêyek bêveger ku lêgerîna çareseriyek demkî pêwîst dike, nemaze piştî ku ew nekarîn girtiyan bi rêbazên leşkerî vegerînin. Xolûd got ku neçar mane serî li danûstandinan bidin, nemaze piştî ku hewldanên wan ên hedefgirtina rêberên Hamasê têk çûne û baweriya wan bi navbeynkariya Qeterê têk çûye.

‘Esasê aramiyê li dora vegera girtiyan dizivire’

Xolûd wiha berdewam kir: “Aramiya wekî gavek taktîkî hat da ku peymanek pevguhertina girtiyan derbas bike, rê li ber vegera aloziyê vekir ku tenê rojek piştî ragihandina agirbestê, bi hincetên cûrbecûr, zû eşkere bû. Esasê aramiyê li dora vegera girtiyan dizivire û mesele bi qebûlkirina şertên Hamasê ya ji hêla dagirkeriyê ve bi dawî bû. Ji destpêkê ve tekez kir ku berdan tenê bi danûstandinan dikare were bidestxistin."

‘Şer berdewam e’

Xolûd pirsa "Ma ev navberek e?" pirsî û wiha bersivand: "Belê, heta ku slogana wan 'Ji Deryayê heta Çem' bimîne, ew ê ranewestin, nemaze ji ber ku Netanyahu danasîna şer guherand û jê re got 'Şerê Vejînê'. Ev nîşan dide ku şer berdewam e." Xolûd El-Hemûş diyar kir ku dengê malbatên qurbaniyan careke din di medyayê de deng vedaye. Xolûd piştrast kir ku şer neqediyaye û jenosîd hîn jî berdewam dike. Xolûd destnîşan kir ku binpêkirinên berdewam ji bo dijmin ne tiştekî nû ne ku bi manevrayên di navbera aramî û aloziyê de fêr bûye, lê tenê ji bo ku vegere da ku bi tiştê ku ji rûmeta wê maye bi cîhanê re rûbirû bibe.

‘Aramiya ku tê gotin perdeyek nazik e hîn bi dawî nebûye’

 Xolûd el-Hemûş destnîşan kir ku tiştê li Xezayê wekî aramiyek xuya dike, rastiyek rastîn nîşan nade ku mafên bingehîn ên Filistîniyan pêk tîne. Xolûd anî ziman ku berevajî vê, ew perdeyeke nazik e ji bo şerekî berdewam û wiha berdewam kir: "Alîkariyên ku dikevin Xezayê tên talankirin û dizîn û têr nakin ku hewcedariyên nifûsê, yên ku ji krîzeke aborî ya dijwar dikşînin ku nahêle ew kelûpelên berdest jî bikirin, bicîh bînin. Qebûlkirina dagirkeriyê wekî encamek naskirina navneteweyî ya mafê Filistîniyan, ji bo damezrandina dewleta xwe hat. Ev yek bû sedem ku ew li gorî qanûna navneteweyî û biryarên NY’yê her çiqas demkî be jî, serî hildin."

‘Rastiya siyasî li Xezayê tevlihev e’

Xolûd dibêje ku hîn jî pirsgirêk hene û wiha behsa van pirsgirêkan dike: “Krîza li Xezayê ne tenê madî ye, di heman demê de ji hêla psîkolojîk û civakî ve jî pir kûr e. Bandorên psîkolojîk ên şer, nemaze li ser zarok û jinan, ji tiştê ku bi alîkarî an hewldanên ferzkirina rastiyek siyasî ya nû dikare were çareserkirin derbas dibe. Ji ber nebûna naskirina Hamasê wekî partiyek siyasî û zêdebûna ajanên ku yekîtîya gel tehdît dikin. Rastiya siyasî li Xezayê tevlihev e û rastiya leşkerî jî hîn tevlihevtir e. Civaka Filistînî hîn neketiye qonaxek aramiya rastîn, lê rewşek tevliheviyê dijî ku dikare bibe sedema bombebaran, danûstandinan, an manevrayan.”

‘Şer bi Xezayê ve sînordar nîne’

Xolûd got "tiştê ku diqewime ne aramî ye, bêhnvedanek ji bo şervanek di şerekî aşkera de ye, ku hûrgulî û pêşketinên wê, ji rewşa girtiyan bigre heya çarenûsa rêberan, veşartî dimînin." Xolûd ev tişt gotin: “Şer berfireh dibe û çareseriya herêmî di xetereyê de ye. Şer bi tenê bi Xezayê ve sînordar nîne, ji deryayê heta çem dirêj dibe. Şerîaya Rojava, Erebên 1948’an, Lubnan, Urdun û heta Sînayê jî digre nav xwe. Misir li wir li benda destwerdaneke leşkerî ya muhtemel an hewldaneke ji nû ve xêzkirina nexşeyê bi koçberkirina niştecihên Xezayê ye. Lewma seferber dibe.”

Berjewendiyên navnetewî

Xolûd li ser daxuyaniyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên li ser 'pirbûna erdê li Urdunê' jî sekinî û diyar kir ku ev gotin, niyetên xemgîn ên di derbarê koçberkirina bi zorê de nîşan didin. Xolûd wiha got: “Rewşa heyî ji çarçoveya herêmî derbas bûye û bûye qadeke pevçûnên cîhanî. Tê de berjewendiyên hêzên mezin ên wekî Çîn, Rûsya, Koreya Bakur û welatên Ewropî bi hev re hene. Rastî hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê ya bi serokatiya Trump tên. Hevpeymaniya ku bi windahiyên giran re rû bi rû ye."

‘Lubnan di çarçoveyek çarenûsê de ye’

Derbarê rola Lubnanê ya di vê qonaxa girîng de, Xolûd wiha dibêje: "Rola wê ew e ku bi rêya dewlet û gelê xwe xwe di hundir de xurt bike û dengên kirêdar ên ku laşê neteweya birîndar dixwin, ku neçar in di nav pergalek mezhebî ya nazik de bi hev re bijîn, bêdeng bike. Yekîtiya Lubnanî divê li dora berxwedanê wekî mafek bingehîn ê axê were bicîhkirin, ne dirêjkirina Îran an hêzek biyanî, ne jî ya Fransa an Îsraîlê.”

Ew vê hilbijartinê ne tenê wekî helwestek, wekî pirsgirêkek hebûnî jî dibîne, ji ber ku alternatîf ber bi projeyên hegemonîk ên "Amerîkî û Siyonîst" ve diçe, çi bi rêya normalîzekirinê, bêalîbûnê, an amûrên din ên kontrolê. Xolûd destnîşan dike ku rewşa heyî banga yekîtîyek rastîn dike, ji ber ku yên ku îro ne yekgirtî ne, dê sibê nikaribin bibin beşek ji tevna neteweyê. Xolûd tekez kir ku parastina sivîlan li başûr bi parastina giyanê berxwedanê dest pê dike. Ji bo wê, berxwedan ne bijartinek e, lê belê nasnameyek e ku di axa Cebel Amel û xwîna qurbaniyan de kok girtiye. Xolûd wiha dibêje: “Şoreşgerên Lubnanî dê her tim li welêt û li derveyî welêt bi dagirker û gendeliyê re rû bi rû bimînin. Divê yekîtî û çekên wan yek bin. Ji ber ku parastina rastîn ji şoreşa navxweyî derdikeve ku wêneya berxwedêr ê Lubnanê li dijî projeya Siyonîst diparêze.”

Ji nû ve avakirin wekî maf û sebir wekî nasname

Xolûd El-Hamûş bawer dike ku edalet û aştî, mîna şer, bûne pirsgirêkên herêmî û cîhanî. Lubnan, bi taybetî başûr, qadeke pevçûnê ya daîmî ye, ji "Swîsreya Rojhilat" veguheriye "Swîsreya leşkerî ya Rojhilat". Xolûd tekez kir ku Lubnan ne tenê qadeke navxweyî ye, her wiha qadeke ji bo pevçûnên cîhanî û herêmî ye jî, ku ji nû ve avakirina wê dike pêdiviyek neteweyî û pan-Erebî. Wê destnîşan kir ku piştgiriya Xezayê ji sekinandina li kêleka bindestan li dijî zordaran wêdetir tiştek nîne, helwestek ku nayê terikandin e. Ew bawer dike ku ji nû ve avakirina başûr mafekî xwezayî yê gelê wê ye û derengxistina vî mafî bi têkçûna danûstandinan û çareseriyên leşkerî û ewlehiyê ve girêdayî ye, ji ber ku mijara ji nû ve avakirinê wekî kartek zextê li dijî gel, hikûmet û berxwedanê tê bikaranîn, da ku başûr ji niştecihên wê vala bikin. Tevî trajediyan, ew piştrast dike ku xelkê başûr berdewamî vedigerin malên xwe, darên zeytûnê diçînin, zarokên xwe di kon û hangaran de perwerde dikin. , di dîmenek domdariya rojane de. Xolûd dibêje ku "Kesên mafek digirin, dev jê bernadin. Nemaze ger ev maf yê xelkê başûr be, yên ku li ser sebir û berxwedanê hatine avakirin.”

‘Kartên nû hevkêşeyan tevlihev dikin’

Xolûd rave kir ku karta Lubnan û Xezayê êdî ne cuda ye, lê beşek ji hevkêşeyek herêmî ya berfirehtir e ku Yemen û Iraqê dihewîne, bi helwest û danûstandinên Îranê yên li herêmê ve girêdayî ye. Ew mijara kartan wiha dinirxîne: "Şer êdî ne herêmî ye, lê bûye herêmî û navneteweyî, li ser erd, derya û hewayê tê meşandin. Zext dê berdewam bike heya ku agirbestek berfireh were bidestxistin ku tevahiya herêmê bigire nav xwe û çareserkirina vî şerî bi domdarî û berdewamiya şervanên berxwedanê ve girêdayî ye.”

Wê tekez kir ku her rûbirûbûnek pêşerojê dê şahidiya guhertinek radîkal di hevkêşeyan de bike. Bi danasîna kartên nû yên ku berê nehatine bikaranîn, ku dikare Îsraîlê tevlihev bike û fikarên wê derxe holê. Derbarê koçberiya berdewam de, ew wê wekî "bihayê hebûna Siyonîst" binav dike.

‘Jin di dilê têkoşînê de ne’

Xolûd destnîşan kir ku jinên li başûrê Lubnanê, li welatên Ereban û bi taybetî li Filistînê, ne tenê hêmanek civakî ne, bingeha şoreşê û îkonê wê yê zindî ne jî. Wê jina têkoşer ku trajediyan û zehmetiyan kişandiye û ji daxwaza mafên xwe paşve nekişiyaye, nirxand û got ku “Rewşa jinan îro rewşa axê û netewê ye. Ew di dilê şer de ne, ne li kêleka wê.”

Xulûd El-Hamûş da zanîn ku jinên li Lubnan û Filistînê dudilî nebûne ku rola xwe ya medyayê di dilê şer de pêk bînin, ji ber ku rojnamevanên jin li qadên şer xuya bûn, bi xeter, birçîbûn, nexweşî û hovîtiyê re rû bi rû man. Wê destnîşan kir ku rola jinan ne tenê bi parastina dozê ve sînordar bûye, di heman demê de ew di hemû astan de piştgiriya wê ya herî mezin bûne.

Wê dîmenên jinên ku beşdarî keştiyên şikandina dorpêçê ji welatên cûda yên cîhanê bûn, li hember hêzên Îsraîlê rawestiyan her çend ew ne aîdî vê axê bûn jî, bi bîr xist. Ji ber vê yekê, çawa dibe ku ewladên vê axê, yên ku bi zeytûn, hêjîr, tifinga rastiyê û parastina bindestan têr bûne? Çalakvana siyasî Xolûd El-Hemûş şîroveyên xwe bi gotina "Jinên li vê axê ne tenê şirîkên têkoşînê ne, her wiha ew ji zikê neteweyek derketine ku li hember niheqî û kolonyalîzmê berdewam dike, modelên qehremanî û rûmetê pêşkêş dikin."