Jinên Lîbyayî: Em parçeyek ji têkoşîna jinan a gerdûnî ne

Aktîvîstên mafên jinan ên Lîbyayê, bal kişandin ser geşepêdana têkoşîna jinan a gerdûnî û diyar kirin ku ew ê bi pêşxistina rêxistinbûna xwe parçeyek ji vê têkoşînê bin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Têkoşîna jinan roj bi roj mezin dibe. Tevî qeyrana siyasî jî jinên li Lîbyayê rêxistinbûneke xurt ava dikin û têkoşîna xwe ya ji bo hevgirtinê bi jinan re li hemû qadên cîhanê bi taybetî jinên ji Rojhilata Navîn mezin dikin. Aktîvîstên mafên jinan ên Lîbyayê, diyar kirin ku jin di pergala baviksalarî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, hişyarî zêde kirine û destnîşan kirin ku divê têkoşîna jinan a bi pêş dikeve li paş nemîne. Jinan her wiha anîn ziman ku ew parçeyek ji têkoşîna hevpar a jinên cîhanê ne.

'Jin tên mexdûrkirin'

Aktîvîsta femînîst Îman Hassan al-Qarouni ku em pê re li ser mijarê axivîn got: “Rewşa Lîbyayê ji ber pirsgirêkên navxweyî, çi eşîrî û çi civakî, pir dînamîk e. Ev hemû bêguman bandorê li jinan dike. Tişta ku li welat qewimî hemû azadiyên heyî xist bin siya xwe. Weke jin em bi gelek zextan re rûbirû ne."

'Divê jin cesaret nîşan bidin'

Îman Hassan al-Qarouni bal kişand ser pêwîstiya rêxistinbûn û daketina kolanan ji bo binpêkirina mafên jinan û wiha got: “Em weke jinên Lîbyayê bi kevneşopî tên birêvebirin. Em miletekî kevneperest in. Hin malbatên Lîbyayî azadiya jinan sînordar dikin. Li aliyê din jinên têkoşer mexdûr dibin. Piştî sala 2015’an jinên Lîbyayî êdî bi yek dengî li mafên xwe nagerin, daxwaz bûne takekesî. Ji ber vê yekê bi vê minasebetê em bang li jinên li Lîbyayê dikin ku bibin yek û hevgirtinê nîşan bidin. Em hêvî dikin ku cesareta wan hebe, bi pirsgirêkên jinên din ên cîhanê re bibin yek û piştgiriyê bidin wan."

'Pirsgirêkên jinan ên hevpar hene'

Endama Şepêla Pêşerojê ya Lîbyayê Kamela al-Warfalli  jî diyar kir ku divê ji bo hişyarkirina jinan xebat bên meşandin û wiha got: “Tişta ku niha li Îranê diqewime, li Lîbyayê jî dibe. Ev meseleyên ku bandorê li jinan dikin, çi Îranî bin, çi lîbyayî bin û çi yên din bin. Nebûna hişmendiyê ye ku jinan ji helwestgirtinê dûr dixe û bi tiştên ku li derdora wan diqewime, bi taybetî li ser mijarên ku bandorê li wan dike, dike. Ji ber ku ji encamên kuştin û revandinê ditirse newêre vê yekê bike.”

'Pirsgirêka navxweyî ji tiştên li derdorê diqewimin e'

Aktîvîsta femînîst Sabah Al-Obeidi got: “Jinên Lîbyayî hişyar in, haya wan ji tiştên ku di hawirdora wan a navneteweyî de diqewimin li ser mijarên ku rasterast bandorê li jinan dike, heye. Lêbelê, pirsgirêka Lîbyayê tijî bûyerên pir tevlihev e. Eleqeya wî ya bi karûbarên navxweyî re ji ber çîrok, pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî wî ji guhdana li tiştên ku li dora wî diqewimin dûr dixe."