Jinên Lîbyayî beşdarî xebatên alîkariyê dibin

Jinên ku ji bo alîkariyê bidin kesên ji ber lehî û bahoza Danîel a li Lîbyayê, bi ‘Hewldana Rizgarkirinê’ dest bi xebatên xwe kirin, hewl didin pêdiviyên kesên ku ji lehî û bahozê rizgar bûne bi cih bînin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî- Li Lîbyayê ku ji ber lehiya bahoza Danîel di 11’ê Îlonê de hejiya, zêdeyî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li welatê ku bi hezaran kes winda ne, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Aktivîst, parêzvanên mafên mirovan û jinên ku ji bo kesên di lêhiyê de zirar dîtine hatin gel hev û dest bi pêngaveke nû kirin. Jinên li bajarên Bîngazî, Trablus, Sabha û Mîsrata di çarçoveya kampanyayên alîkariyê de banga alîkarî û piştgiriyê kirin.

Xebatên alîkariyê yên li Bîngaziyê ji aliyê jinan ve hatin destpêkirin bi navê ‘Hewldana Rizgarkirinê’ hat dayîn. Berpirsiyara hewldanê û aktivîsta mafên mirovan Rawîa El-Cezwî der barê xebatên xwe de ev agahî parve kir: “Tişta ku li bajarên rojhilatê Lîbyayê bi taybetî li Derne qewimî, bi karesateke mirovî ya nedîtî re rû bi rû man. Gelê Lîbyayê ji bo rûbirûbûna vê felaketê ketin nava hevgirtinê. Em bi dildarî bi tîmên herêmî û navneteweyî re dixebitin da ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo kesên rizgarbûyî bikin, beşdarî kampanyayên alîkariyê bibin û ji kesên ku di encama lêhiyê de birîndar bûne re lênêrîna tendurustiyê peyda bikin.”

‘Divê zêdetir gav bên avêtin’

Rawîa El-Cezwî da zanîn ku alîkariyên hatine komkirin dê radestî Heyva Sor a bajarê El-Beydayê werin kirin û diyar kir ku pêwîstiyên bijîşkî, derman û xwarinên pitikan jî ji bo rizgarbûyiyên lehiyê û malbatên ku koçberî bajarên din bûne hatine şandin. Rawîa El-Cezwî diyar kir ku nêzî hefteyekê di ser karesatê re derbas bûye û got: “Hîna jî xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên herêmî û navneteweyî berdewam dikin. Gelek dever xisar dîtine yan jî bi temamî wêran bûn. Welatiyên li bajarên ku ji ber lêhiyê zirarê nedîtine divê ji bo alîkariya herêmên ku ji lehiyê zirarê dîtiye zêdetir tevbigerin. Hin derdor û rêxistinên sivîl alîkariyê didin. Yên ku stargeh, xwarin, sotemenî, jenerator, bûldozer, maşîne û kamyonan bexş dikin hene.”

Derne îzole ma

Rawîa El-Cezwî diyar kir ku lêhiya li rojhilatê Lîbyayê bandor kir, bû sedema mirin û windakirina bi hezaran kesî û têkçûna binesaziya bajarê Derneyê ku ji ber wêranbûna riyan hîn îzole ye, hatinûçûn zehmet kir. Rawîa El-Cezwî got: “Pêwendî û elektrîk bi temamî li bajarê ku tîmên rizgarkirinê û materyalên alîkariyên mirovî hewl didan xwe bigihîjînin, qut bûn. Piştî ku Heyva Sor a Lîbyayê ji bo salekê rewşa awarte li deverên ku ji ber lehiyan bi bandor bûne ragihandin da ku pêşî li belavbûna nexweşiyê bigre, valakirina bajarê Derneyê jî weke ‘vebijarkek gengaz’ maye.”