Jinên Lîbyayê tekoşîna xwe bilind dikin

Çalakvana civaka sivîl Aya El Libêdî destnîşan kir ku tevî jinên li Lîbyayê rastî tundî û cûdakariya zayendî tên jî, hewil didin rola xwe bilîzin û bighêjin navendên biryarê û civaka xwe pêş bixin.

ÎBTÎSAM XEFÎR

Bengazî- Li Lîbya jin di qadên qadên biryardanê de cih digrin û tevî hemû astengî û êrişan jî hewl didin xwe bigihînin astên herî jor. Çalakvana civaka sîvîl Aya El Libêdî destkeftiyên jinên Libyayê di nav qadên biryardayînê de nirxand û got ku Hebûna jinan di rêveberiyên bilind û fermandariyê de girîng e her wiha destnîşan kir ku  di çend salên dawî de rola jinan di girtina biryaran û parvekirina nerînan de gelek aktîv bûye.

Aya El Libêdî di destpêka axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku hebûna wê di encumena cîgiran de diyarker bû, ji ber rolên digirt girîng digirt ser milê xwe û wiha berdewam kir: “Li Lîbya tevî tundiya li dijî jinan û bi taybet cudakariya zayendî li ber fêrbûn û ketina navendên biryarê nebûn asteng. Di heman demê de bandoreke erênî li ser civakê bi giştî jî kir û jinan teşwîq kir.

Piştî sala 2011’an di welat de rola jinan

Aya El Libêdî wiha anî ziman: “Bi riya tevlîbûna min di nava civaka sivîl de min dît hebûna jinan di wezaret û rêveberiyên bilind de gelekî girîng e û ev girîngî jî piştî sala 2011’an xuya kir. Gelek mînakên jinên serkeftî hene mîna wezîra karûbarên jinan Intîsar El Ebûd her wiha cîgir Ayşe El Tebqelî ya ku roleke çalak di meclisa cîgiran de dilîze. Lîwa Neîme El Irêbî jî mînakek hêja ye ji ber yekem jina li Lîbyayê di vê astê debû û roleke çalak di alîkariya mirovan piştî bablîsoka Danyal de dilîst.”

‘Divê em baldariyê bidin zagon û siyasetê’

Aya El Libêdî destnîşan kir ku jin roleke gelekî girîng di hemû qadan de dilîzin û wiha got: “Em dibînin hejmara jinên ne çalak kêm in. Gelek jin hene ji bo hebûna xwe hewildanek  cidî didin û kedeke mezin didin. Di pêşerojê de mirov dikare bi riya zêdebûna derfetên perwerdê û xwendinê, beşdariya jinan di warê siyasî de xurt bike. Mirov dikare paşxaneyeke mezintir derbarê girîngiya hebûna jinan di rêveberiyên bilind û fermandariyan de çeke. Ji bo dema jin biryarên girîng bistînin karibin li beramberî hemû pirsgirêkan rawestin. Her wiha divê em baldariyê bidin zagon û siyasetê daku wekheviya di navbera herdû zayendan de misoger bikin."

‘Jin rastî mudexeleyan tên’

Aya El Libêdî got ku jin ji aliyê mêrên derdora xwe û nasên xwe ve di dema namzetiya rêveberiyekê de rûbirûyî cudakariyê hatiye û wiha got: “Li Lîbya em eşîr in. Em nikarin xwe jê dûr bixin. Ji ber wê ez dibînim eger eşîr piştgiriya jinan bikin xwe wek namzet dikarin nîşan bidin. Ev nayê wê wateyê ku jin li gor fermanên wan rêve biçin. Edet û teqalîdên kevnar li pêşiya jinan û rola wan di pêşxistina civakê de dibin asteng. Jin heta niha ji aliyê mêr bav û birayê xwe ve tên mudaxelekirin ji ber wê nikarin bighêjin mertebeyên bilind."

‘Hebûna cudakariya zayendî riya jinan asteng dike’

Aya El Libêdî der barê derketina buroyên piştgirî û xurtkirina jinan di sazî û wezaretên cuda de wiha got: “Ew buro û sazî roleke girîng dilîzin. Di nav wan saziyan de min gelek jin nas kirin ji bo derfetên baş ji jinan re vekin û piştgiriya wan di gelek aliyan de bikin. Li Lîbyayê jin rastî gelek pirsgirêkan tên û ev yek dihêle ku civak guman bike ku hebûna jinan ne aktîv e. Ji ber hin jin hene heta niha neperwerdekirî û ne zana ne. Bi  derfetên aborî dihêle xwe bes bibîne. Serxwebûna madî gelekî girîng e, ji ber wê jin bi rehetî vedigere karê xwe yê siyasî. Hebûna cudakariya zayendî li Lîbyayê riya jinan asteng dike. Nunertiya siyasî ya jinan li Lîbyayê hîna lawaz e, ev jî bi rengek neyînî bandor li daxwaza tevlîbûna jinên ciwan di nava siyasetê de dike. Lê belê em bi hêvî ne di demên pêş de bi pêşketina xwendinê û perwerdeyan re her wiha bi piştgiriya jinan, em ê ji fikrê dorpêçkirina jinan di wezaretan de xilas bibin.”