Jinên Libyayê banga piştgiriya bi jinên Filistînê re kirin

Jinên Libyayî gotin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku bi hezaran sivîlan dike hedef ‘felaketek e’ û ji bo piştgiriya bi jinên Filistînê re banga seferberiyê kirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Jinên Libyayî bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê û hedefgirtina jin û zarokan dan. Seroka Rêxistina Jinên bi Hêz Zainab Al-Fakhrî,  diyar kir ku ji bo dagirkeriya hêzên Îsraîlê û sûcên ku dikin şermezar bikin çalakiya protestoyê li dar xistine û diyar kir ku ji bo piştgiriya bi gelê Filistînê re zêde bikin li ser medyaya dîjîtal jî platforman ava kirine.

‘Ji bo sivîlan divê hewldan zêde bibin’

Aktivîsta siyasî Amna Amraj Al-Falah jî diyar kir ku divê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di hiqûqa navneteweyî de weke sûcê şer were dîtin û got: "Em, weke gelê Libyayê yê li hemû bajar û herêman piştgiriya xwe ya ji bo Filistîniyan re diyar dikin. Em dixwazin ji bo piştgirî ji gelê Filistînê re were dayîn, zarok, jin û sivîl werin, hewldan zêdetir bibin. Filistîn welatekî Ereb e, em ê nehêlin were dagirkirin.”

‘Tiştên li Xezayê diqewimin felaketek e’

Xwendekara başa hiqûqê ya Zanîngeha Bingaziyê Fatima Al-Mujabrî jî da zanîn ku ji bo gelê Filistînê tevli gelek çalakiyan bûne û wiha domand:

"Em bi jinên Filistînî re ne, piştgiriyê didin doz û mafên wan. Niha tiştên li Xezayê diqewimin, faletekek e mezin e, ne aqil, ne hiqûq û ne jî ol dipejirîne. Ji bo Xezayê divê alîkariya xurek, derman û hwd. werin kirin. Ji bo pêşî li sûcên ku li dijî jin û zarokên Xezayê tê kirin were girtin divê jinên Libyayê piştgiriya hevpar nîşan bidin.”

‘Meseleya Filistînê ya me hemûyan e’

Rojnameger Amal Muhammad jî anî ziman ku ew bi gelê Filistînê yê ku axa xwe diparêze re ne û wiha got: “Em ji bûyerên li Xezayê matmayî man. Tişên ku li Xeza û Filistînê diqewimin sûcên mezin in û divê ji aliyê zagonî ve werin cezakirin. Ji ber wê yekê hemû jinên Libyayî bi dehan salan e bi doza Filistînê re di nava piştgiriyê de ne. Axa Filistînê ji berê ve ya Ereban bûye, meseleya Filistînê jî gelê Libyayê ye.”