Jinên li Misirê dixwazin peymana C190 were erêkirin

Jinên Misirê diyar kirin ku jin di warê newekheviya zayendî di jiyana xebatê de rastî gelek binpêkirinan tên û bang kirin ku bi lezgînî peymana C190 were îmzekirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Peymana Navneteweyî ya li ser Tundî û Destdirêjiyê (C190) hejmara 190 ku ji bo jiyana xebatê ya bê tundî û tacîzê armanc dike, di Konferansa Kar a Navneteweyî ya sala 2019'an de hat qebûlkirin. Ji ber vê yekê, cara yekem hate gotin ku tundî û tacîz di jiyana kar de bi hêza girêdayê peymana navneteweyî "binpêkirina mafên mirovan û tehdîda li ser wekheviya derfetan e.”

Di peymanê de bal tê kişandin ku jin di kar de bêhtir rastî tundî û êrîşa zayendî tên, bi taybetî li hin beşan li ser bûyerên tundî û tacîzê radiweste. Peyman li ser tundiya li nav malê û xebatê de digre dest. Peyman destnîşan dike ku tundî dikare pêşî li gihîştina jinan, mayîn û pêşveçûna di bazara kar bigire. Peymana hejmara 190 ku di sala 2021’ê de ket meriyetê 11 welatan erê kiriye. Jinên Misirê, binpêkirinên ku jin di sektorên cuda de rû bi rû dimînin vegot û banga îmzekirina Peymana C190 li Misirê kirin.

‘Ji ber zextê ez êdeng mam’

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Perwerdehiya Mezinan Nahed Mohamed Al-Meligi diyar kir ku dema jin ji mala xwe derdikevin heya ku tên mala xwe rastî tundî û êrîşa zayendî tên. Nahed Mohamed Al-Meligi destnîşan kir ku ji ber jin rastî binpêkirinan tên pêdîvî bi vê peymanê heye û wiha pê de çû: “ Tenê ji ber ez bi hevpîşek xwe re ne di eynê fikrî debûm di cîhê kar de rastî gotinên nexweş hatim. Hevpîşeyê min gef li min xwar û got ku ‘ger tu ne jin bûna minê zikê te bi kêrê kirira du qed û min nedihişt tu ji vir derkevi.’ Piştî rastî tundiyê hatim demek dirêj min êş kişand, ez fikirîm ku gilî bikim lê ji ber zextê rêveberiyê ez bêdeng mam. Ji ber vê yekê ez vê baweriyê de me ji bo ku jin bikaribe kar bike û berhamdar be divê di cîhê kar bi ewle be.”

‘Peyman piştgiriyê dide jinan’

Amal Saqr, Midûrê Yekîneya Piştgirî û Parêzgeriyê ya Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Edraak diyar kir ku peyman girîng e ji ber ku ew mecbûr e polîtîkayên ku tundiya li cîhê kar ji holê rabike û her wiha li dijî her cure tundiya li ser jinê were pêşxistin. Amal Saqr da zanîn ku jin her roj rastî şîdetê tên, , keyfî ji kar avêtina jî di nav de bi şêwazên cuda rojane rast tundiyê tên û got ku serlêdan û gilîkirina li buroyên kar bi giranî bêkêr e. Amal Saqr got ku ew difikire ev peyman di bidestxistina mafên xwe de dê bi rastî piştgirî bide jinan

'Qanûn nayên bicihanîn'

Amal Saqr anî ziman ku li dijî binpêkirinên jinan gelek qanûn hene, lê nayên bicihanîn û wiha got: “Hevaleke min ji aliyê şîrketa ku lê dixebitî rastî tundî û biçûkxistinê hat. Bi awayekî keyfî ji kar hat avêtin. Nikaribû mafên xwe biparêze û di warê aborî de zehmetiyên giran kişand. Di van hemû rewşan de, ji bo parastin û piştgirîkirina beşdarbûna jinan di bazara kar de, divê qanûn û siyaset bên aktîfkirin."

‘Gelek binpêkirin hene’

Rojnameger Faten Sobhî jî diyar kir ku di gelek warên jiyanê de jin rastî cudakariyê tên û bal kişand ku bi taybetî di dema karên ji bo zayînê û xwedîkirina zarokan de jin rastî binpêkirinan tên û bal kişand ku divê ev yek bi dawî bibin. Faten Sobhî, tu temînata rojnamgeriyê tune ye û di saziyên rojnameyên taybet de, weke zextên zayendî û şantaja derûnî gelek binpêkirin hene.

Faten Sobhî bal kişand ku jinên rojnameger li gorî yên mêr kemtir pere digrin û di kar de rastî cudakariyê tên û diyar kir ku, xelat û derfet ji bo jin û mêrên rojnameger wekhev nîn in. Faten Sobhî da zanîn ku jinên rojnameger ji tirsa îftira û demxebûyînê, an jî ji ber ku ditirsin nikaribin li cihekî din bixebitin, binpêkirinên li dijî xwe eşkre nakin û xwest, bi lezgînî werin parastin, derfetên kar ji wan re çêbibin, tevli Sendîkaya Rojnamegeran bibin, mafên wan ên weke wekehviya zayendî werin parastin.

Faten Sobhî, diyar kir ku di warê pêşketin, destûrên gerê, perwerde, başkirina rewşa jinên rojnameger de cudakarî tê kirin.

‘Pêdivî bi lezgînî bi peymanê heye’

Dîrektora Bernameya Mafên Aborî û Xebat ê ya Weqfa Jinan a Nû May Saleh, got ku pêdiviya jinan a bi Peymana C190 ji berê zêdetir e. May Saleh diyar kir ku di sektorên cur be cur de jin rastî binpêkirinên cur be cur tên û wiha domand: “Di sektorên giştî yên weke otêlkariya balafirgehê û xizmetên muşteriyan ên ku bi temamî hema bibêjê jin lê dixebitin, ne tenê tacîz û êriş, çûndina tuwaletê jî bi sînor e û gelek mafên din tên binpêkirin. Mirov dikare bibêje ku cureyên şîdetê pir zêde ne lê gelek kes hay jê nîn in. Ji ber vê yekê peyman ji bo parastina wan û ji bo ku cihê xebatê ji bo wan bi ewle be dixebite."