Jinên li kampên Idlibê dijîn: Ne ewlehî ne aramî heye

Li kampên Idlib a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ de ye bi zêdebûna germê re nexweşî jî zêde dibin. Jinên li kampan dijîn gotin: “Ne ewlehî ne jî aramî heye.”

HEDIL EL-OMER

Idlib – Li kampên Idlib a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) de ye bi zêdebûna germê re nexweşî jî zêde dibin. Demsala havînî ji bo koçberên jin ên di kampan de dijîn gelekî zehmet e ji ber pileyên germahiyê gelekî bilind dibin û gelek cureyên kêzik dûpişk û maran derdikevin. Di encamê de jiyana wan û zarokên wan dikeve xeteriyê.

‘Ne ewlehî ne aramî heye’

Semer El-Hedîd 28 salî akoçber e û li bajarê Erîha li Bakurê Idlibê dimîne diyar kir ku kurê wê dema dilîst di encama vedana dûpişkê jiyana xwe ji dest daye wiha got: “Laşê lawê min jehra dûpişk tehemul nekir. Yekser jehr di laşê wî de belav bû. Hemû hewildanên bijîjkan bin ketin ji ber jehr di hemû laş de belav bibû. Em di gelek zehmetiyan re derbas dibin. Ne ewlehî û ne jî aramî heye. Hema bêje ez rojane bûyerên pêvedana mar û tûpişkan bi jin û zarokan ve dibihîzim. Aliyên peywendîdar û berpirs jî li herêmê destwerdan nakin. Di nav kampan de bi taybet di demsala havînê de belavbûna kêzik û cureyên din ên lawiran li nav kampan bûye diyardeyeke gelekî belavbûyî. Pir caran bi sedema pêvedana wan gelek nexweşiyên çermî mîna gurîbûn û laşmanya çêdibin.”

Gelek caran koçber berê xwe didin awayên parastinê yên normal mîna belavkirina madeyên dijî kêzikan we madeya "Qetran" lê belê kêzikên hene herî zêde li qorziyên kamp û li pêşiya kenalên kanalîzasyonan hene.

‘Di konan de gelek kêzik mar û tûpişk hene’

Muna Hac Yûnis ya 33 salî jî koçbereke li kampên bajarokê Kelelî li Bakurê Idlibê dimîne û rûbirûyî pêvedana mar hatiye Muna wiha serpêhatiya xwe tîne ser ziman: “Ev ne cara yekê ye ez li hember bûyerek wisa dimînim. Ez sala par jî rûbirûyî pêvedana marekî hatim. Bi rastî li kampê nema rewş wiha diqede ji ber gelek kêzik mar û tûpişk peyda dibin. Heta ji me tê em bi baldarî tev digerin lê dîsa jî em li hember van kêzikan nikarin zêde parastina xwe bikin ji ber konên me rizyayî ne.”

Muna Yûnis di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwaze zarokên xwe bibe kampeke din ji bo ewlehî û aramiyê ji zarokên xwe re peyda bike.

Bijîjka pispora nexweşiyên çermî ya Idlibê Suad El-Şewaf hin rewş belge kirine û wiha qal dike: “150 rewşên pêvedanê çêbûne ji wan vedana piranî jin û zarok in û li kampan dijîn.” Her wiha destnîşan kir ku ev rêje ji sala par ji sedî 50’î  sedî zêde bûye.