Jinên li Idlibê neçar tê hiştin ku vegerin xeta agir

Ji bo derbaskirina şertên jiyana zehmet jinên li Idlibê neçar tê hiştin ku vegerin bajarokên xeta agir.

HADEEL AL-OMER

Idlib – Li Idlibê derfetên zehmet ên aborî û jiyanê, jinan neçar dikin ku ew vegerin cihên ku jê koçber bûne. Jinên ku ji cih û warên xwe hatine kirin, neçar dimînin rêwitiyekê zehmet bijîn. Bi hatina zivistanê re zêdebûna baranê û ji ber vê yekê zirar dîtina konan, her wiha li gel şewata konan derfetên aborî jinan neçarî vê rêwitiyê dikin.

Rojane bi 35 lîrayê Tirkan debara xwe dike

Samar El-Aswad a 38 salî ya yek ji wan jinan e ku di dawiya meha Îlonê de neçar hat hiştin ku koç bike, li bajaroka Al-Bara ya li başûrê IOdlibê cih digre û nêzî xetapevçûnan e bi cih bû. Samar El-Aswad bi kurtasî tiştên ku jiyaye bi vê hevokê bilêv dike; “Mirin, ji jiyana ku dijîm hêsantir e.” Samar El-Aswad a kona wê zirarê dîtiye û nikare konekê nû bistîne, dibêje ku bi hatina zivistanê re dê kon nikaribe li ber xwe bide.

Samar El-Aswad a dibêje ku bihayê konan 200 dolaran derbas dike, destnîşan dike ku ew rojane bi 35 lîrayê Tirkan hewl dide debara xwe bike û dibêje ku stendina konekê nû ji bo wê mîna xeyalekê ye. Samar El-Aswad destnîşan kir ku ew ji ber vê yekê biryar daye ku vegere.

Zehmetiya demsalê bêtir ditirsîne

Samar El-Aswad a anî ziman ku ji ber baranên sala berê konê wê di bin avê de maye û ji ber çend car rakirin û danîna konê ew ditirse ku heman tiştên sala berê jiyaye dûbare bibe, destnîşan kir ku ji bo xwe ji encamên zivistanê biparêze biryar daye ku vegere bajarokê xwe.

Samar El-Eswed da zanîn ku biryara vegerê ji bo wê ne hêsan bû û her wiha tirs û fikarên xwe ji operasyonên leşkerî û berdewamiya bombebarankirina bajêr tîne ziman. Lê di germa havînê û sermaya zivistanê de ji zehmetiyên ku dê pê re rû bi rû bimîne bêtir ditirse ji ber ku ew jî neçar e sê zarokên xwe biparêze.

Ti çareya wê nemaye

Kholud Al-Mustafa ya 34 salî ku li nêzî bajarokê Kansafra yê li başûrê Idlibê dijî, di heman demê de hewl dide bi zehmetiyên aborî têbikoşe. Kholud Al-Mustafa ku neçar ma mala xwe vala bike ji ber ku nikarîbû kirêya xwe bide, bijart ku vegere bajarê xwe ji ber ku difikirî çareyek din nemaye. Kholud Al-Mustafa diyar kir ku ew ji çandiniyê bigire heta atolyeyan li gelek cihan kar dike û diyar kir ku ew bi taybetî hewl dide debara çar zarokên xwe bike, yek ji wan hewcedarê lênerîna taybet e. Kholud Al-Mustafa diyar dike ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, li hemberî bar û zehmetiyên jiyanê bi tenê ma.

'Divê ji jinan re alîkarî bê dayîn'

Aktîvîsta femînîst, psîkolog û şêwirmenda civakî Roaa Hammoud dide zanîn ku jin û zarok ji ber vegera li herêmên ne ewle, ku weke xeta agir di navbera aliyên şer de tên dîtin, di xetereyê de ne. Roaa Hammoud amaje bi wê yekê dike ku erka rêxistinên mirovî yên ku li Idlibê kar dikin ew e ku alîkariya van jinan bikin û di heman demê de erkên wan bi bîr bînin. Roaa Hammoud got, “Ev jin rewşa dijwar a ku tê de dijîn venaşêrin. Lê bijartina vegerê rê dide wan ku biryarek xelet bidin ku wan û zarokên wan dixe ber xetereyên cidî û neveger."