Jinên li Idilibê ji ber nikarin destûr bigrin ji karê xwe dibin

Ji ber ku zagonên lênêrîna malbatê li piraniya sazî û dibistanên Idlibê tune ne, jin neçar dibin gelek caran dest ji karên xwe berdin an jî karê xwe bêyî ku ji aliyê derûnî û tenduristî amade bin berdewam dikin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib-Karkerên jin ên li Idlibê, di rewşên gelek tevlihev de dijîn û betlaneyên wan ên ji bo dema zarokan tînin û gelek pêwîstiyên wan tune ne.

Ji ber sedemên tenduristiyê ji karê xwe bû

Rehef El-Şêx Cuma ya 41 salî, nikaribû betlaneya xwe ya li dibistana taybet a ji ber nexweşiya dîsk a di qirik û pişta wê de dirêj bike. Tenê 3 roj betlane kir. Ji ber ku pêwîstiya wê bi bêhnvedaneke dirêj hebû, ji kar derket.

Rehef El-Şêx Cuma diyar kir ku ji ber sedema nexweşiya xwe ew bêkar maye û piştî baş bûye ji ber mamosteyeke din ketiye şûna wê nikaribûye vegere ser karê xwe. Her wiha da znaîn ku rewşa wê ya derûnî ji ber rewşa xizanî û buhabûna kelûpelan û tunebûna derfetên kar ên li Idlibê xirab bû.

‘Li van herêman ji bo jinan derfetên kar tune ne’

Sulaf El-Emrûş a 33 salî ya di rêveberiya rêxistinên civaka sivîl de dixebitî, ji ber zarokanîne ji karê xwe bû. Sulaf El-Emrûş, nikaribû destûra betlaneya xwe ji bo demek dirêj bigre, tenê 2 roj destûr jê re hebû, ji ber ku demeke dirêj neçû karê xwe ji kar hat derxistin û yeka din li şûna wê hat erkdarkirin.

Sulaf El-Emrûş, da zanîn ku rastî zilmeke mezin hatiye û wiha got: "Li van herêman ne hêsan e ku jin karekî ji bo xwe bibînin. Ez gelek li kar geriyabûm. Dûre min ji xwe re kar dît, bû sedem ku rewşa min a madî baş bibe û di gelek aliyan de alîkariya hevjînê xwe bikim lê mixabin karê min ji destê min çû.” Sulaf El-Emrûş, ji ber ku bêkar maye, di rewşeke gelek zehmet de dijî û niha ji xwe re li karekî din digere.

‘Bila mafê jinan ê ji bo betlaneya zarokanîne bê dayîn’

Sulaf El-Emrûş, bang li saziyan kir ku rewşa jinan di ber çavan re derbas bikin û mafên wan ê betlaneya zarokanîne bidin wan. Sulaf El-Emrûş her wiha bang kir ku ji bo dayik karê xwe bikin divê di saziyan de baxçeyên zarokan hebin.

Piştî emeliyatê neçar ma vegere karê xwe

Sara Mensûr a 34 salî, piştî emeliyata zirav neçar ma piştî 5 rojan vegere karê xwe yê li yek ji navendên bazirganiyê. Sara Mensûr, tevî ku gelek westiyabû jî ji bo bêkar nemîne neçar ma bidomîne û diyar kir ku ji ber hevjînê wê bêkar e, neçar dimîne debara mala xwe bike.

Sara Mensûr bal kişand ku tunebûna lênêrîna malbatê bi taybetî li ser jinan dê bandorê li tevahî civakê bike.