Jinên li girtîgehê îşkence dîtin, hatin sirgûn kirin

Ji jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê rastî îşkenceya ‘bendikê berazan’ hatin 2 kes sirgûnî girtîgehên din kirin. Jina din a ku hatibû binçavkirin hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Hat zanîn ku ji jinên ku di 31’ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê rastî îşkenceyê hatiye Mizgîn Kayitbey sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Kayserî Bûnyan û Lale Kabîşen jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsusê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku ji jinên li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin Nazlican Barişer jî hatiye berdan.