Jinên li başûrê Lubnanê: Di navbera veger û wêraniyê de
Bi vekişîna hêzên Îsraîlî ya ji başûrê Lubnanê û vegera xelkê ya li malên xwe, gelek malbat bi rastiyeke dijwar re rû bi rû man: Xaneyên ku wêran bûne, xeyalên ku şikestin... Lê digel vê yekê hêviya jiyana di nav aştî û aramiyê de hê jî berdewam dike.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250205-almadt-mdlt-jpgdffe29-image.jpg)
FADIYA CUMA
Lubnan – Şerên ku li herêmên başûr ên Lubnanê çêbûn û pevçûnên di navbera hêzên Îsraîlê û Hîzbullah de qewimîn, di demên dawî de li herêmê bûn sedema aloziyên mezin. Piştî ku di navbera Hîzbullah û Îsraîlê de peymana agirbestê hat çêkirin, bi hezaran kesên ku ji herêmê koç kiribûn, vegeriyan malên xwe. Lê veger, vegeriya tevliheviya hestên di navbera kêfxweşî û xemgîniyê de. Mirov bi hêviya jiyaneke bi ewlehî û aramiyê vegeriyan, lê rastî mal û gundên wêran bûyî hatin.
Gundên ku piştî şer bûne kavil, dişibiyan rûpelek nû yê pirtûkek ku nehatiye nivîsandin. Jinên ku piştî şer vegeriyan malên xwe, li hember dîmenên ku lê rast hatin, bertekên cuda nîşan dan. Hinek ji wan şok bûn, hinek bibiryar bûn, hinek jî bi rihê berxwedanê tevdigeriyan.
Çîrokên jinan ên vegerê
Şerîfe Haşim, ji Gundê Nakura yê li başûrê Lubnanê ye. Dema ku vegeriya malê, dît ku mala wê bi temamî bûye kavilek. Lê dîsa jî difikire ku têkoşîna zarokên wê li hember hêzên Îsraîlê dimeşînin, axa wan azad kiriye. Dibêje ku: "Dibe ku mala me bi tevahî hilweşiyabe, lê dîsa jî emê li ser axa xwe bimînin. Bi saya berxwedana zarokên xwe em vegeriyan vir û emê tu car terka vê axê nedin."
Êşên ku nikarin bînin ziman dijîn
Lê Ji gundê Aalma eş-Şaabê jina bi navê Necme Ferah, dibêje ku hilweşîna mala wê, kezeba wê peritandiye. Necme wiha dibêje: “Li gund her tişt tune bûye. Em êşeke wisa dijîn ku meriv nikare bîne ziman. Tu li ber mala xwe bisekinî û tenê kavilek bibînî, çiqas zor e. Li serê her goşeyek, bîranînên me hebûn, jiyanên me yên bi kedên mezin hatine avakirin hebûn. Niha her tişt wêran bûye.” Necme, diyar dike ku rewşa îro li başûrê Lubnanê rû daye, encamek polîtîkayên sîstematîk ên rêveberî pêk tînin e û wiha dibêje: "Gel, bû qurbanê siyasetmedarên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin."
Banga li cîhana Ereban
Şêniyek ji gundê sînorê bi navê Zahîriye û navê wê Sabrîn Feneş e jî, tîne ziman ku ji bo vegera li malên xwe, hêvîdar û kêfxweş in. Sabrîn dibêje ku ji bo ev kêfxweşî mayînde bibe, pêwîst e hikûmeta Lubnanê herêmê ji nû ve ava bike. Dibêje: "Em bang li hikûmeta Lubnanê dikin: Ji bo ku herêmên hilweşiyane ji nû ve bên avakirin, zend û bendan badin!" Sabrîn her wiha diyar dike ku ji bo êşên ji ruyê şer de kişandine sivik bin, pêwîst e cîhana Ereban di nav piştevaniyê de be. Sabrîn bi gotinên "Em jin bi biryar in ku li hember pêkanînên bi her awayî yên ku mafên me binpê dikin, berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin."
Jin têkoşînê didomînin
Li başûrê Lubnanê rêçên bi êş ên şer, li her goşeyê herêmê tên hîskirin. Jin tenê venegeriyan malên xwe, her wiha berpirsyariya ji nû ve avakirina civakê jî girtin ser xwe. Hinek ji wan bi biryar in ku bi berxwedanê ji nû ve dest bi jiyanê bikin, hinek jî şîna wendahiyên xwe dikin. Lê hemû jî dibêjin ku pêwîst e jin bihêz bin û mafên xwe biparêzin. Jinên Lubnanî dibêjin em ê li hember rûxandina ji ber şer têbikoşin, malbatên xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.