Jinên li Şehbayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan

Jinên Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne, rojane bi êrîşên dagirkeriyê re rûbirû dimînin behsa êrîşan kirin û gotin ku dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze Şehbayê dagir bike û sivîlan bide koçberkirin û diyar kirin ku ew ê li ber xwe bidin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji duh êvarê ve heya vê sibehê aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve li seranserî gundewarên kantona Şehbayê ku tê de sivîl bi cih bûne tên hedef girtin. Gundên Hirbil, Um Hoş, Um El Qûra, Wehşiyê, Şêx Îsa, derdora bajaroka Til Rifetê bi obîs û hewanan hate topbarankirin. Di encama van êrîşan de ziyanên madî gihîştin gel û milkên wan. Di encamê de welatî birîndar bûn û her du jî rakirin nexweşxaneya Avrîn a li herêmê. Hêjayê gotinê ye ku di 18'ê Tîrmehê de jî bi riya balafirek dewleta Tirk derdora nexweşxaneya Avrîn û kampa Berxwedan hate hedefgirtin.

Der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de jinên ku li gundan rastî topbaranê hatin ji ajansa me re axivîn û helwestên xwe li dijî êrîşan nîşan dan.

'Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe berxwedana me biçewisîne'

Rûken Silêman ku li gundê Hirbilê dijî behsa kêliyên ku dewleta Tirk êrîşî gund kiriye kir û got: "Em ji kêliya ku ji Efrînê koçber bûne ve heya niha rojane ev gund bi êrîşên dagirkeriyê re dimîne, ne tenê Hirbil hemû gundên Şehbayê yên ku tê de sivîl bi cih bûne rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Ji duh êvarê ve heya vê sibehê dewleta Tirk topbarênên xwe li ser gund ranewestandiye û malên sivîlan hedef digre. Di encama van êrîşan de sivîl jî birîndar bûn û wan rakirin nexweşxaneyê. Ji ber êrîşan zarokên me di nava tirsê de dijîn. Dewleta Tirk ne bi êrîşan û ne jî bi gefên xwe nikare berxwedana me biçewisîne, ruxmî êrîşên ku rojane jî dîsa em terka gund û malên xwe nakin û berxwedana xwe bi îsrar didomînin."

'Em ê nehêlin xeyalên Erdoxan pêk werin'

Sewiliyê Zingî ku li gundê Wehşiyê berxwedana xwe li dijî êrîşan didomîne wiha got: "Em li Wehşiyê bi cih bûne û berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê berdewam dikin. Rojane dewleta Tirk bi riya obîs û balafirên xwe êrîşê sivîlan dike. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir û em koçî Şehbayê kirin dixwaze careke din me koçber bike û Şehbayê jî bixe bin dagikeriya xwe lê ev xeyala Erdoxan tu car dê pêk neyê. Em ê heya dawiyê li warê koçberiyê ruxmî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û teslîmetiyê qebûl nekin. Tu car tirsa me ji top û tivingên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tune ye."