Jinên Kuweytê ji bo qetilkirina farah Ekber rabûn

Piştî kuştina Farah Ekber, ji bo sekinandina tundiya li ser jinan jinên Kuweytê xwepêşandan kirin.

Navenda Nûçeyan – Di 20’ê Nîsanê de jina ciwan a binavê Farah Ekber ya 32 salî li bajarê Sebah El-Samil yê Kuweytê ji aliyê mêrekê ve hat re vandin. Mêrê ku Farah revandî ew kêr kir, avêt ber nexweşxaneyekê û reviya. Farah jî ji ber birînên kêran jiyana xwe ji dest da. 
Jinên Kuweytê li hemberî ji ber bûyera kuştina Farah û kuştinên jinan xwepêşandan kirin û di medyaya civakî de kampaniya hastagê ya "Şîn li ser jinan" dan despêkirin. Xwepêşanderan ji bo şîna Farah cilên reş li xwe kirin û bersiv dan bangên ku ji hêla çalakvanan ve di medyaya civakî de bi dirûşma "Kî li pey wê ye?" Her wiha ji bo kesên ku tundiyê li jinan dikin, cezayên dijwartir xwestin.
Xwepêşanderan pankartên "Em bêdeng namînin" û "kuştina jinan bisekinînin" hildabûn û hin ji wan jî pankarteke mezin a bi sernavê 10 jinên Kuweytî yên ku di van salên dawî de hatibûn kuştin û li binê wê wiha nivîsandibûn "Jinên ku bi bêdengî hatine kuştin hene û me navê wan neda" hildabûn.
Çalakvanên mafên jinan li Kuweytê dibêjin ku di qanûnên Kuweytî de parastina jinan tune ye.