Jinên Kurd û Misrî yên Til Temirê: Emê rê nedin dagirkeriyê

Jinên ji pêkhateyên Kurd û Misirî yên li navçeya Til Temirê armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê û pêve girêdayî îdiayên wan ên weke valakirina navçeyê ji gelê wê yê resen derewandin û dan zanîn ku ew ji derveyî jiyana bi rûmet tu jiyana din qebûl nekin. Jinan bilêv kirin ku ew ê heya dawî bibin parêzvanên navçeya Til Temirê û mozayîka wê ya ji hemû pêkhateyan biparêzin, rê nedin dagirkeran ku axa wan dagir bikin.

 
SORGUL ŞÊXO 
Hesekê - Ji destpêka heyva Tebaxê heya roja me ya îro dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, gelek komkujî li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê wekî Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê pêk anîn. Di encama wê de jî gelek şehîd û birîndarên sivîl û leşkerî çêbûn. Di van çend rojên dawî de bi rêya malperên medyaya civakî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, gelek agahiyên derew parve dikin her wiha îdiayên ku wê di çend saetan de derbasî Til Temir û Zirganê bibin divê ku gel herêmê vala bike parve dike. Der barê van îdiayên dewleta tirk a dagirker de jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ji Kurd û Misirê, nerînên xwe anîn ziman û helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan dan.
"Sala 2015'an me rê neda dagirkeriyê, niha jî rê ji wan re nîne"
Xedîcê Asim a ku ji pêkhateyên Kurd e êrîşên dewleta tirk û komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tînin bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Ji hefteyeke zêdetir gundên sivîlan ji aliyê dagirkeran ve ji Zirganê heya Til Temirê bi rengekî pir hovane, tên topbarankirin. Her wiha hedefgirtina Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî li ber çavan e. Dewleta tirk li dijî me şerekî taybet ê qirêj dide meşandin û bi taybetî îdiayan der barê herêmê de parve dike û dibêje ku ew ê Til Temirê dagir bike û dest bi operasyoneke leşkerî bike. Lê dewleta tirk dixwaze armanca ku DAIŞ di sala 2015'an de nikaribû pêk bîne, ew bi xwe pêk bîne. Em çawa di 2015'an û berî wê de jî li kêleka şervanên xwe bûn, di heman wextê de jî niha em li pişta wan in. Em ê rê nedin dagirkeran ku axa me biçewisînin."
"Divê gel li dijî van îdiayên dagirkeran, baldar bin"
Xedîcê bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku gel bi îdiayên dewleta tirk bi bandor nebin, ji ber ku îro şervanên me hene em dikarin bi wan bi dehan bajaran rizgar bikin. Divê ku gelê me di vî alî de baldar be û nekeve xefika dijmin û li hember şerê taybet li ber xwe bide. Divê ku gelê me zêdetir xwedî li axa xwe derkeve, xwedî li wê malên xwe ya ku bi keviran  ava kirine derkevin û wê biparêzin. Êrîşên dewleta tirk yek ji sedemên wê yên bingehîn ew e ku hevgirtineke di navbera neteweyan de heye û li gorî projeya neteweya demokratîk dimeşin. Wê ev yekitî û hevgirtina me dagirkeriyê têk bibe."
"Berxwedana Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryanî  û Misriyan nîşaneya serkeftinê ye"
Îtab Hesen a ku bi eslê xwe ji Misrê ye û zêdetirî 9 sal in li Til Temirê bi gelê Kurd, Ereb û Aşûrî re dijî der barê êrîşên dagirkeriyê de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em li Til Temirê bi hemû neteweyên wê re, di bin sîwana jiyana hevpar de dijîn bêyî ku ferq û cudahî hebe. Di hemû kêliyên zor û zehmet de em li kêleka hev in û bi yekitiya xwe tên nasîn. Ev demek e dewleta tirk û çeteyên wê şerê taybet bi rêya çapemeniya xwe li dijî me dimeşînin lê em wekî gelê vê herêmê, hemû îdiayên wan bi sekna xwe vala derdixin. Lê di vir de divê ku gelê me bikeve kûrahiya îdiayan û armanca wan fam bike. Ev demek e gundên sivîlan tên topbarankirin, armanca wan ew e ku xeta eniyê ji sivîlan vala bibe lê gelê me gelekî berxwedêr e û siyaseta dijmin baş nas kiriye, ji lewra ew nakevin wê xefikê û dest ji gundên xwe bernadin. Dewleta tirk bi riya hedefgirtina navendên leşkerî dixwaze gel bide tirsandin û bajar vala bike lê ev yek pêk nayê. Ji ber ku gel dibêje; mirina bi rûmet ji jiyana bêrêzî baştir e."
"Dê çete bi sekna gelê Til Temirê bersiva xwe bigrin"
Îtab daxwaz ji gel kir ku li dora hêzên xwe yên leşkerî bi rengekî pir xurt kom bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi xwe jî çend sal in bi çand, ziman û nasnameya xwe tevli Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn. Ji bo ku gelê Dêra Zorê ji terora DAIŞ'ê rizgar bibe, birayê min canê xwe da û axa Dêra Zorê bi xwîna xwe av da. Ji lewre tu ferq û cudahî li cem me tune ye. Em xwe di şoreşê de dibînin divê ku her kes jî wiha be. Em gelekî rêz didin fikr û felsefeya birêz Abdullah Ocalan, ji ber îro bi saya wî em gihîştin vê pêvajoyê. Niha birayekî min jî di hêzên Komandos de ye û di xeta eniyê de li hember dagirkeriyê şev û roj parastina gelê xwe dike. Ev çete û mîtên ku pereyan digrin û hember gelê me şerê taybet didin meşandin, wê vala derbikevin, ji ber ku divê ji sekna gelê Til Temirê bersiva xwe bigrin. Birayê min bi çeka xwe li eniyê ye, em jî li navçeyê bi fikrên xwe û zanista xwe şerê dagirkeriyê dikin û li ber xwe didin."