‘Jinên Kurd û Ereb bi felsefeya jin jiyan azadî xwe birêxistin dikin’

Jinên pêkhateyên Ereb û Kurd teqez kirin ku jin di civakê de xwedî roleke bingehîn in, avakirina civakek bi zanista jin, bi wekheviya herdu zayendan xwedîderketina li dîroka jinên xwedawend e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi dirûşma "li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, jin Jiyan azadî " ragihand. Duh jî bi heman dirûşmê û bi pêşengiya Kongra Star komxebatek bi tevlibûna 60 jinan hat lidarxistin. Jinên pêkhateyên Ereb û Kurd ên ku beşdarî komxebatê bûn diyar kirin ku ew di hemu qadên jiyanê de bi dirûşim û felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe birêxistin dikin û pêyama têkoşînê dan.

‘Civak bi hebûna jinan bi pêş dikeve’

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Xirûb Ehmed da zanîn ku jinên Ereb di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de xwe bi pêş xistine û bi rêxistin kirine û wiha anî ziman: “Di dema me ya îro de jinên Ereb heya astekê baş xwe nas kirin, bendên koletiyê şikandin, paşverûtî û desthilatdariya ku jinan dike kole nema qebûl kirin û tevli nava qadên şoreşê bûn. Îro jinên Ereb di her qadê de cih girtine û bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî li kêleka pêkhateyên cudatir kar û xebat ji bo guhertina hişmendiya mêr dikin. Jin civak giştî ye ji ber ku ew dayik, xwişk, hevjîn e lewma wê çawa civakek bê hebûna jinan bi pêş bikeve?

‘Divê ol nebe amûrê desthilatdariyê’

Ji rêvberiya meclisa jinan a Kongra Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo hemû cureyên tundiya li ser jinan şermezar kir û teqez kir ku ola Îslamê banga wekheviyê dike û wiha got: “Em vê komxebatê pîroz dibînin û piştgirî didin her rêxistin ango saziyek ku kar û xebat dike ji bo rê li ber cureyên tundiya li ser jinan bigre. Em weke meclisa jinan a Kongra Îslama Demokratî tundiya ku li ser jinan tê kirin di bin navê olê de şermezar dikin. Ez dixwazim mînakek bidim ku hişmendiya baviksalarî ayetên di Qurana pîroz de çawa li gorî berjewendî û daxwazên xwe berovajî dikin. Weke pirzewacî; di Qurana pîroz de dibêje ger hûn wekheviyê pêk bînin lê di vir de mirov dikare bibêje ku jixwe kirina vê yekê bi xwe li dijî wekheviyê ye tê wateya ku dibêje nekin. Zewaca di temenê biçûk de em guneh dibînin ji ber ku ew keç hê zarok e. Wê ji mafê wê yên lîstik û zaroktiyê mehrûm dikin û dixin bin berpirsyariyek mezin û di bin zilm û zora mêr de dihêlin.”

‘Tundiya li ser jinek li ser hemu jinan e’

Xilûd Ebdo bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha anî ziman: “Jin tên qetilkirin di bin navê olê de, çawa mêr maf dide xwe dawî li jiyanê bîne. Mafê jinan heye ku jiyana xwe bidomînin, mafê kesê tune ye ku êrîşê jinan bike. Ger şaşîtiyek çêbibe dikare bi rê û rêbazên din were çareserkirin. Li aliyê din mafê jinan ê mîrasê heye, em dixwazin jin xwedî li mafê xwe derkevin û para xwe ji mîrasê bigrin. Em weke meclisa jin a Kongra Îslama Demokratîk bi mafê hemû jinan re ne. Tundî li ser jinek were kirin li ser hemû jinan e.”

Xilûd di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku ola Îslama Demokratîk banga wekhevî û edaletê ye.