‘Jinên Kurd bi xeta Bêrîtan serî rakirin’

Leyla Arzû Îlhan da zanîn çalakî û helwesta Bêrîtan Hêvî tevgera jinên Kurd ber bi arteşbûna vê bir û got: “Her çalakiyek bi xwe re xetek dide avakirin. Ger îro em wek jinên Kurd xwedî artêş, pergal û birdozî bin, ev yek bi saya rêhevala Bêrîtan e.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Jina têkoşer, fermandar û pêşenga artêşbûna tevgera jinên Kurd Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî, li dijî îxanet û dagirkeriyê bû sembola jinên Kurd. Bêrîtan Hêvî ya ku beriya 32 salan di dîroka 25’ê Cotmeha 1992’an de çiyayê Lêlkan a Xakûrkê li dijî êrişên PDK’ê yên bi hevkariya dewleta Tirk heta guleya xwe ya dawî şer kir, li dijî îxanetê teslîmiyetê qebûl nekir û xwe ji zinaran avêt. Çalakiya fedaî ya Bêrîtan Hêvî li dijî îxanet û hevkariyê bû bingeha avakirina artêşbûna jinên Kurd. Mîrateya ku Bêrîtan Hêvî ji bo jinên Kurd hişt, îro belavî cîhanê bûye û bi pêşentiya jinên Kurd didome.

Endama Komîteya Qada Perwerde ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (mexmûr) Leyla Arzû Îlhan, di 32'emîn salvegera şehadeta Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî de ji ajansa me re axivî û têkoşîn û çalakiya Bêrîtan Hêvî nirxand.

‘Hevala Bêrîtan wek xetek di nava gelê Kurd de hat dîtin’

Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şoreşger Bêrîtan Hêvî de tevahî cangoriyên tevgera azadî bibîranî û wiha axivî: “Ez destpêkê di kesayeta şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên doza Kurdistanê bibîrtînim. Ger îro em behsa xeta azadiya jina Kurd û parastina jin û civaka Kurd dikin, ev yek xeta hevala Bêrîtan e. Ji ber ku li Kurdistanê rewşek wiha dan avakirin ku êdî ne tenê jina Kurd gelê Kurd jî nikare bibêje ez Kurdim. Lê Tevgera Apoyî ya bi pêşengtiya Rêber Apo û rêhevalên wekî Egîd, Sara, Mazlûm, Xeyrî û Kemalan gihişt lûtkeya ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê kesayetekî wek hevala Bêrîtan bide afîrandin ku heta roja me ya îro bi hezaran zarokên binavê Bêrîtan heye. Dema mirov temaşe dike salên 90’an li başurê Kurdistanê ku xeta îxanetê hewil dida tovên xwe biçîne, gelek kes ji çalakî, kesayet û helwesta hevala Bêrîtan bandor bûn. Îro em dibînin gelek kesên navê Bêrîtan hilgirtine, fermandarên pêşeng ên tevgera azadî ne. Lewma hevala Bêrîtan ne wekî kesayet, mîna xetek di nava gelê Kurd de hat dîtin. Rêber Apo got, ‘Bêrîtan ji bo me xet e û emê bivî xetê dawî li dagirkeriya Kurdistanê bînin’.”

‘Her çalakiyek bi xwe re xetek dide avakirin’

Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku piştî çalakiya şoreşger Bêrîtan Hêvî arteşbûna jinan hate damezrandin û got: “Me dît ku li ser çalakî û helwesta hevala Bêrîtan tevgera jinan berbi arteşbûna vê çû. Ger îro di cîhanê de têkoşîna jinên Kurd wek mînak tê nîşandan, cîhan di kesayeta şoreşa Rojava de gotin jinên herî bedew zilamên herî qirêj bin xistin û îro li cîhanê jinên Kurd pêşengtiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikin, ev yek bi saya xeta parastinê ya bi saya xeta hevala Bêrîtan hatiye avakirin e. Her çalakiyek bi xwe re xetek dide avakirin. Ev yek di nava tevgera azadiya Kurd û tevgera azadî ya jina Kurd de vê yekê dibîne. Her çalakiya li dijî kevneşopiyên pergala desthilatdar dibe xeta pêşengî ya ji bo azadiya jin û civakê. Ger îro em wek jinên Kurd xwedî arteş, pergal û birdozî bin, lingek vê ya herî bingehîn jî bîr û rayê ku hevala Bêrîtan daye avakirin e.”

‘Jinên Kurd li dijî kevneşopiyên li ser jin dihat ferzkirin serî rakirin’

Leyla Arzû Îlhan, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn wek jinên azadîxwaz deyndarên şoreşger Bêrîtan Hêvî ne û wiha axivî: “Her çiqas Tevgera Apoyî ya Kurd li ser fikrekî sosyalîzim, azadî û demokratîkbûna hatibe avakirin jî, lê em dizanîn di nava civakekî feodal de pêşket û şikandina sînorên feodaltiyê ne hesan bû. Jina ku malê mêr dihat dîtin di aliyê fîzîkî û çekdarî de bû pêşengek parastinê. Jinên Kurd li hember kevneşopiyên li ser jin dihat ferzkirin serî rakirin û xeta Apoyî ya rast dan jiyan kirin. Têkoşîna hevala Bêrîtan a li dijî dagirkerî û xiyanetê da nîşandan ku em bizanîn bi kijan mîrate têkoşîna xwe dimeşînin. Em wek jinên azadîxwaz deyndarên rêhevalên mîna Hevala Bêrîtan in. Ji ber ku di roja me ya îro de jî polîtîkayên li ser Kurdistan û gelê Kurd tên meşandin ji salên 90’î ne dur in. Hêzên dagirker ên Kurdistanê û hêzên hegemon ên cîhanî di tune hesîbandin, înkarkirina û qirkirina gelê Kurd de bi israr in. Lê şervanên rêhevala Bêrîtan îro fermandarên peşeng ên şerê gelê şoreşgerî ne. Ev yek ji bo me xetek e, em wek jinên Kurd di ferqa asta xwe de ne û tişta ku ji me tê xwestin, vê xetê mezintir bikin.”

‘Yekane xwe gihandina serkeftinê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Leyla Arzû Îlhan a got “Yekane xwe gihandina serkeftinê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di Kurdistanek azad de wek jin û gelê Kurd jiyan kirin e”bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di roja me ya îro de têkoşîna bi hezaran lehengan sînoran derbas kir, divê em jî bikaribin li ser vê xetê pêşerojek azad, serbilind û azadiya jin û civakê avabikin. Pêwîste em wek jin di nava civakê de bibin pêşengên li dijî pergala desthilatdar û zayendperest ê ku îro dewlet li dijî civakê wek amûrekî bikartîne. Jinên Kurd pêşengtiya têkoşîna azadiya gelan dike ku ev yek jî mîrateya xeta Bêrîtanan e. Em bivî yekê serbilind û keyfweş in û em ê ji bo gihandina serkeftînê têbikoşîn. Serkeftîna vê xetê jî bi temamî birîna damarê îxanetê ye. Yekane xwe gihandina serkeftinê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Têkoşîna gelê Kurd roj bi roj mezin û bihêztir dibe û bi taybetî jî têkoşîna jinên Kurd di astekî herî pêşeng de tê meşandin. Ev têkoşîn jî têkoşînek layîqê li ser xeta rêhevala Bêrîtan tê meşandin e.”