‘Jinên Kurd 32 sal in li ser şopa şehîd Bêrîtan têdikoşin’

Rêvebera Mala Jin a kantona Firatê Semîra Mihemed Elî bi wesîleya 32’yemîn salvegera têkoşer Gulnaz Karataş diyar kir ku ew ji bo jinan bûye pêşerojeke ronî û stratjiyeke nû ya jiyana azad bi pêş xistiye û got jinên Kurd li ser şopa wê têdikoşin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye. Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’an de di êrişên PDK’ê û dewleta Tirk de, di dorpêça îxanetê de jiyana xwe ji dest da. 

Di meha Cotmeh û Mijdara 1992’an de PDK’ê bi planeke hevbeş a bi dewleta Tirk û DYA’yê re dest bi êrîşa tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li qadên Başûrê Kurdistanê kir. Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî vê êrîşê berxwedana xwe gihîştandin lûtkeyê. Têkoşer Bêrîtan Hêvî ku li eniya Xakûrkê cih girtibû, ji hevalên xwe qut dibe û bi tena serê xwe dimîne. Di roja 25’ê Cotmehê de pêşmergeyên PDK’ê girê ku Bêrîtan xwe lê bicih kiribû digrin û ji wê dixwazin teslîm bibe. Têkoşer Bêrîtan bangaxwaziya wan qebûl nake û bi helwesta ku teslîmiyet îxanet e çeka xwe dişkîne û bi tilîliyan xwe ji zinaran davêje.

Bi vê çalakiyê re, Bêrîtan Hêvî bû fermandar, pêşeng û sembola jinên şoreşger û serhildana li dijî îxanetê, mîrateya wê heta roja me ya îro berdewam dike.

Bi rasthatina 32’emîn salvegera Gulnaz Karataş, rêvebera Mala Jin a kantona Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Mihemed Elî xeta berxwedanê ya bi Bêrîtan Hêvî re veguherî artêşbûna jinên Kurd nirxand.

‘Bi jiyana xwe dawî li îxanteke mezin anî’

Semîra Mihemed Elî bi van gotinan behsa çalakiya pêk hat dike: “Şehîd Bêrîtan ji bo me felsefe û destaneke ku di kesayeta xwe de bi rûmet, vîn û hêzeke mezin parastina hebûna rastiya azadiya Kurdistanê û bi taybetî jî heqîqeta jinan kir. Mirov dikare bi van gotinan pênaseya kesayet û sekna wê bike. Di wê pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurdistanê di şerekî giran re derbas dibû. Şehîd Bêrîtan jî ji wê pêvajoyê re bû bersiv ku li dijî îxanetê rêbazeke nû bi pêş xist. Lewra çalakiya şehîd Bêrîtan di dîroka Kurdistanê de xwedî wateyeke cuda ye, çarenûsa şerekî diyar kir. Weke jineke şervan, rêveber û fermandar, li dijî bangawaziyên PDK’ê yên serîtewandina li ber îxanetê, serî hilda û bi fedakirina jiyana xwe, dawî li îxaneteke mezin anî û dikaribû riya rast ji bo hezaran kesan diyar bike.”

‘Ji bo hevriyên xwe bû ronahî’

Semîra Mihemed Elî bandora Bêrîtan Hêvî ya li ser têkoşîna jinan jî wiha nirxand: “Çawa ku çalakiya şehîd Bêrîtan di nava Tevgera Azadiyê de bû xaleke çûyîna ber bi qonaxeke nû ve, ev mijar ji bo jinan jî derbasdar e. Têkoşer Bêrîtan bi helwest û çalakiya xwe, ji bo jinên di nava tevgerê de bû ronahî. Bû çirûska ku jin bi riya wê li xwebûna xwe vegerin û zanebûn, vîn û asta bandora sekna xwe ji nêz ve nas bikin. Ev yek jî girêdayî bîrdoziya Rêber Apo ye ku bi salan ji bo wê têkoşiya da ku jinan bigihîjîne wê astê. Projeya Rêber Apo ya der barê jinan de, bi şehîd Bêrîtan re tacîdar bû. Nêrîn û analîzên wî yên li ser rastiya jinan jî bi wê çalakiyê îsbat bûn. Naskirina jinan di warê rêxistinî, mirovî û kesayetê de bi pêş ket. Li aliyekî din hat diyarkirin ku ger jin xwe di warê xweparastinê de bi qasî siyasî û rêxistinî bihêz nekin, wê di hundirê Kurdistanê de nebin hêzeke bi bandor.”

‘Pêvajo hat guhertin û stratejî diyar bû’

Semîra Mihemed Elî di dewama nirxandinên xwe de wiha got: “Dijmin jî dît ew xeleka xweparastina jinan a bi şehîd Bêrîtan re dest pê kir berfireh bû, bû zemînê ku jin gavên ber bi artêşbûnê ve bavêjin. Bi şehîd Bêrîtan re stratejiya jinan a xweparastin, rêxistinkirin, perwerdekirin û rêvebirinê derbasî pêvajoyeke nû bû. Vê guhertinê jî bandoreke erênî ya mezin li ser giştî Tevgera Azadiya Kurdistanê û projeyên wê kir ku şewqa xwe da her dera xebat lê heye. Lewre di kesayeta şehîd Bêrîtan de gelek tişt hatin zelalkirin ku di destpêkê de Tevgera Azadiyê rast û şaş ji hev derxist. Pişt re weke felsefeyeke ku koka xwe ji Zerdeştiyê digre, reş û spî ji hev derxist û ev yek jî veguherî misogerkirina hêza jinan û ya tevgera mutleq. Ew pêşveçûn bi saya ramanên Rêber Apo pêk hatin ku di encamê de artêşa jinên Kurd hat damezrandin.”

‘Em têkoşîna xwe li ser şopa şehîd Bêrîtan bi pêş dixin’

Semîra Mihemed Elî nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Şerê di 1992’an de û çalakiya şehîd Bêrîtan ji bo me hemû jinan bû bingeh û xeteke stratejîk ku em pêşerojeke çawa dixwazin diyar bikin. Ya herî girîng jî ew nêrîna ku jin weke belengaz, bêbandor didît, vala derket. Jin bûn pêşeng ji hemû serkeftin û destkeftiyan re. Jinên ku di kesayeta xwe de dikaribûn perspektîf û şîroveyên Rêber Apo pêk bînin, bûn sedem ku jinên di nava Tevgera Azadiyê de, ne weke jinên di tevger û rêxistinên din de bin ku ew tenê weke nav û şikil hene. Ev destkeftiyên em behsa wan dikin weke mîrate digihîjin heta roja me ya îro, em di têkoşîna tê meşandin de xwe dispêrin vê yekê. Çalakiya şehîd Bêrîtan bû malê hemû jinan ku îro di Rojhilata Navîn û hemû qadên navdewletî de bandora wê berdewam dike. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku îro yek ji artêşên jinan ên herî bi bandor e, li ser heman xet û stratejiyê hat avakirin. Tevger û rêxistinên me yên jinan ku bi rengekî çalak di şoreş û destkeftiyên jinan de rola xwe lîstin, heman mîrateyê bingeh digrin. Lewre erka me ew e ku em her dem kesayet û pêşengên xwe yên di vê astê de zindî bihêlin û mîrateya wan mezintir bikin.”