Jinên ku tevli Meşa Femînîst a Şevê bûn hatin binçavkirin

12 jinên ku di 8’ê Adarê de tevli Meşa Şevê ya li Taksîmê bûn, nîvê şevê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Femînîstên ku bi hinceta ‘heqaret li serokomar kirine’ hatine binçavkirin çav li bendê ye ku îro sewqê edliyeyê werin kirin.

 
Navenda Nûçeyan - Bi hezaran jin di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Em li kêleka hev in, bi piştgirya xwe ya femînîst bi hêz in’ 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst a Stenbolê li Taksîmê kom bûbûn, ji ber ku kolana Îsti19’emklal ji aliyê polîsan ve hatibû girtin ber bi Kadikoyê ve dest bi meşê kiribûn.
Ji ber ku tevli meşê bûne ji bo meşa Taksîmê israr kirine gelek ji wan jinan nîvê şevê bi serdagirina malên xwe de hatin binçavkirin.
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê bi parvekirina “Muwekîlên me yên Tevli Meşa Femînîst a Şevê bûne tên binçavkirin” ragihand. 
12 jinên ku hatibûn binçavkirin vê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin.