Jinên ku maça futbolê temaşe dikirin rastî êrîşa polîsan hatin
Polîsan êrîşî jinên ku ji bo maça futbolê temaşe bikin li ber stadyuma Azadî ya li Tahranê kom bûbûn kirin.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Îranê di sala 2018’an de Federasyona navneteweyî ya Futbolê (FIFA) her çendî der barê qedexekirina jinan a ketina stadyuman de talîmat dabûn jî di pêkanînê de pirsgirêk berdewam dikin.
Duh li paytexta Îranê Tahranê li stadyuma Azadî, polîsan êrîşî komek jinên ku maça tîmên Esteghlal û Persepolis temaşe dikirin kir. Jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin ji derdora stadyumê hatin dûrxistin.