Jinên ku neçar man ji Sûdanê koç bikin: Pêşeroja me ne diyar e
Jinên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê neçar man koçî welatên cuda bikin, hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Jinên ku diçin Misrê ya herî zêde koçberan digre, pêşerojên xwe wekî 'ne diyar' pênase dikin.
ASMAA FATHI
Qahîre- Şerê li Sûdanê tên jiyîn herî zêde jiyana jinan serûbin kir. Gelek jinan, xizmên xwe yên debara malbatê dabîn dikin winda kirin, hin ji wan rastî şewazên cuda yên tundiyê hatin û hinek ji van jî ji bo jiyaneke hîn zêdetir 'ewle' neçar man welatê xwe biterkînin. Hejmara kesên ji Sûdanê koçî Misrê dikin jî di astek nayê kêm dîtin de ye. Profesor Nada Mustafa, polîtîkayên şer ên li Sûdanê û bandora şer a li ser jinan nirxand.
Nada Mustefa, da zanîn dema hatiye Misrê, ji bo peydakirina karek li gorî tercûbeyên xwe yên di qada projeyên geşepêdanê û alîkariyên mirovî de ketiye nava lêgerînê û wiha got: “Ji ber ku ez çar salan li UNICEF’ê wek pisporekî netewî xebitîm. Li Sudanê ji bilî karê min a zanîngehê, di vê dosyayê de zanîstek min a baş heye û min dît ku li Misrê derfetên kar zêdetir in. Ev yek jî min ber bi vê rêyê ve areste kir û min karek peyda kir. Ji ber ku li Misrê gelek kesên li xerîbiyê heye, gelek hempîşeyên min ên jin ku berê danê xebatên alîkariya mirovî hene. Gelek fînansor ên ku dixwazin piştgirî bidin wan hene. Di mijara bi koçberan re çawa danûsandin bê kirin de, pêdiviya pisporî û zanîstê derket holê.
'Jin rastî şewazên cuda yên tundiyê hatin’
Nada Mustefa, da zanîn jinan di pevçûnên li Sûdanê de êşên mezin kişandine û wiha axivî: “Gelek ji wan destdirêjî û tacîz jî di nav de rastî gelej binpêkirin û şewazên cudayên tundiyê hatin. Her wiha ji ber esîr, cînayet an jî girtînê hemû berpirsyariya malbatên xwe girtine ser xwe. Dema derbasî cihên ewletir dibin jî, rastî tundiyê tên û di encamê vê yekê de jî rêyên dabînkirina pêwîstiyên zarokên xwe digerin. Jinên ku bêyî hevjînê xwe li derveyî welat ji cih û warên xwe bûne, ji bo peydakirina pêdiviyên malbatê xwe zehmetiyên mezin dijîn. Ji bo misogerkirina îstîkarara malbatên xwe dema ji destê wan tê kar dibînin, gelek ji wan jî li Sûdan û Misrê saetên dirêj dixebitin û ji bo misogerkirina pêwîstiyên zarokên xwe her cure hewdanan nîşan didin.”
‘Em êdî nizanin çîqas bimînin’
Nada Mustefa, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em hatin Misrê, em difikirîn mehek derbas neke û emê vegerin welatê xwe, lê pevçûn dirêj bû û bandora wê li hemû kesê kir. Me karê xwe û mala xwe winda kir, êdî em nizanin em ê heta çiqas li derve bimînin. Pêwîstiya welatê me ji nû ve plansaziyê heye. Fikra rojane êdî hewce dike ev pirs were bersiv dayîn: Ger pevçûn bidomin? Divê em çi bikin? Piraniya planên rojeve bê îstîkrar bû û dem bi dem serê tevlihev dike. Hinek kes ji bo fermîkirina hebûna xwe ya li Misrê serî li Buroya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê didin. Rewşa min zehmet e, ji ber ku min xeyal nedikir li derveyî Sûdanê bijim an jî ji bo li welatek Ewropî anjî Erebî bi cih bibim serî li BMMYK’ê bidim.”
'Pêşeroj ne diyar e...'
Nada Mustefa, diyar kir ji bo peydakirina kar neçar maye pîşeya xwe biguhere û wiha got: “Ez meraq dikim piştî pevçûnên didomîn, dê çi dibe bila bibe, pêwîst dike welat ji nû ve bêavakirin. Dê karên me nemînin, pêşeroj ne diyar e û ez nikarim niha bibêjim ka çi bibe. Bi taybetî ji ber ku hemû kes jî heman şert û mercan dijîn, hestek êş heye. Mînak, dema ez hatim Misrê, min dest bi lêgerîna rêxistinên ku piştgirîya gelê Sûdanî dikin û bi dilxwazî bi wan re dixebitin kir. Niha ez jî endama komelek im. Weke Komeleya Xewnên Afro-Asyayê, ji bo hemû cureyên alîkariyê pêşkeş bikin, li Misir, Sudan û dibistanên biyanî de derfetên perwerdeyê jî di nav de bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkan ji kesên di xerîbiyê de rêze çalakiyan pêşkêş dikin.”