‘Jinên ku mafên xwe bizanibin li dijî şîdetê wêrektir dikarin têbikoşin’

Rêvebera Komeleya Sabaya Al-Khair Iman Abdel Moneim, a li bajarê Îskenderiye yê Misirê li dijî şîdeta li ser jinan dixebite, bal kişand ku bi xebatên şiyariyê re jinên ku mafên xwe bizanibin dê di têkoşîna li dijî şîdetê de wêrektir bin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Şîdeta li dijî jinan li Misirê li herêmên Îskenderiye, Burj Al-Arab û Amriya zêdetir e. Jinên ku li wan herêman dijîn ji mafên xwe yên perwerde û gerê bêpar in, rastî her cure şîdetê tên. Rêvebera Komeleya Sabaya Al-Khair Iman Abdel Moneim, a li bajarê Îskenderiyeyê, li ser şîdeta li wan herêman nirxandin kir.

‘Şîdet li ser pêşeroja jinan û zarokên keç bandorên nebaş çêdike’

Iman Abdel Moneim, diyar kir ku şîdet, li herêmên gundewar ên Îskenderiyeyê pir zêde ye û diyar kir ku wê gelek jinên ku hatine sinetkirin, di temenê zarokatiyê de hatine zewicandin, ji mîras bêpar mane, gera wan hatiye qedexekirin, rastî tacîzê hatine nas kirine. Iman Abdel Moneim, da zanîn ku şîdet, li ser pêşeroja zarokên keç û jinan bandorên nebaş çêdike û got: “Ji ber ku zarokên keç dema diçin dibistanan jin jî dema diçin cihê kar rastî tacîzê tên, naxwazin derkevin derve. Her wiha malbat jî jixwe li pêşiya wan dibe asteng ku dernekevin derve.” 

Iman Abdel Moneim, bal kişand ku zarokên keç ên di temenê biçûk de yan jî bi zorê tên zewicandin, di bin bandorên nebaş de dimînin û got: “Bi taybetî ji perwerdeyê bêpar dimînin. Ji ber ku di temenê zarok de ducanî dimînin, gelek pirsgirêkên wan ên tendirustiyê çêdibin.” Iman Abdel Moneim, diyar kir ku jin û zarokên keç li bajaran rastî şîdeta dîjîtal û tacîzê tên, li herêmên gundewar jî dibin mexdûrên sinetê û bal kişand ser rola girîng a komele û saziyên civaka sivîl a ji bo pêşîgirtina şîdetê.

‘Ger ji mafên xwe agahdar bin dê di têkoşîna bi şîdetê re wêrektir bin’

diyar kir ku yek ji rêbaza herî bi bandor a pêşîgirtina li şîdetê, ew e ku xebatên perwerdeyê yên ji bo şiyariyê werin kirin û bal kişand ku di warê edalet û wekheviyê de perwerdekirina malbatan gelek girîng e. Her wiha da zanîn ku dê ev yek ji bo nifşên pêşerojê bandoreke baş bike. Iman Abdel Moneim, got ku sedemên şîdetê gelek in û wiha berdewam kir:

“Sedema herî girîng ramanên malbatan ên der barê jinan de ku bi adet û hînbûyînan rûniştî ye. Li aliyê din jî ji bo ku mexdûrên şîdetê li mafên xwe bigerin divê cihê ku gilî bikin bizanibin û haya wan ji mafên wan ên hiqûqî hebe. Mufredatên dibistanan di kêmkirina şîdetê xwedî rol in. Hinek xebatên ji bo kêmkirina şîdetê hene. Ger di warê zagonên ku piştgiriyê didin jinan, pêvajoyên dozan, prosedur û mijarên din de agahdar bin; dê jin bi awayê wêrektir bikaribin bi şîdetê re têbikoşin.”