Jinên ku li hemberî penceşêrê têkoşiyane hatin xelatkirin

Bi boneya çalakiyên Cotmehê ku weke çalakiyên meha pembe tên zanîn ji bo hişyariya ji penceşêra pêsîrê, Yekîneyên Lênerîna Penceşêra Pêsîrê û Weqfa Neteweyî ya kontrolkirina penceşêrê li Navenda neteweyî ya dermankirina penceşêrê ya paytexta Yemen Adinê, jinên ku li dijî penceşêr têkoşiyane û yên ku ji nexweşiya penceşêra pêsîrê hatine dermankirin û li himberî penceşêrê biserketine hatine xelat kirin.

Bi boneya çalakiyên Cotmehê ku weke çalakiyên meha  pembe tên zanîn ji bo hişyariya ji penceşêra pêsîrê, Yekîneyên Lênerîna Penceşêra Pêsîrê û Weqfa Neteweyî ya kontrolkirina penceşêrê li Navenda neteweyî ya dermankirina penceşêrê ya paytexta Yemen Adinê, jinên ku li dijî penceşêr têkoşiyane û yên ku ji nexweşiya penceşêra pêsîrê hatine dermankirin û li himberî penceşêrê biserketine hatine xelat kirin.
NOOR SURİB
Yemen- Li Nexweşxaneya El-Sedaqa Şahî ya paytexta Yemen Adinê ji bo jinên ku li dijî penceşêra pêsîrê li ber xwe dane û ji penceşêrê xelas bûne şahî lidarxistin û ew jin hatin xelatkirin. Tekildarî mijarê Dektor Sena Sîf û jina ku ji penceşêra pêsîrê hatiye dermankirin Mirvet Ahmed Saîd ji ajansa mer axifîn.
Bi tekoşîna domdar a li himberî penceşêrê biserket 
Rêvebera Sektora Jin û Zarokan a Weqfa Neteweyî ya kontrolkirina penceşêrê Dektor Sana Sêf di derbarê nexweşiya penceşêra pêsîrê de ev tişt anî ziman: "Di dawiya çalakiyên meha cotmehê ya ku bi meha pembe tê nasî, şahiyek hat lidarxistin û di şahiyê de jinên ku ji penceşêra pêsîrê xelas bûne hatin xelatkirin. Ev xelatkirina wan jî ji ber ku bi êşa, zehmetiyên ku pêre rû bi rû mabûn û ji ber sebir, îrade û têkoşîna wan a domdar li dijî nexweşiya penceşêrê hêjaye rêzgirtin û xelatkirinê hatin dîtin. Ew jinên ku bi rastî jî bi nesweşiya penceşêrê re şer kirine, ez hemû hizkirina xwe ji wan re didim diyarkirin û tenduristiyek herî baş a domdar ji wan re hêvî dikim. Her wiha ji bo hemû jinên din ên ku hîn jî bi penceşêra pêsîrê re şer dikin hêviya saxlemiyê dixwazim."
Bi têkoşîna 4 salan nexweşiya penceşêrê têk bir
Mirvet Ahmed Saîd yek ji jinên ku ji nexweşiya penceşêra pêsîrê xela bû piştî ku 4 salan bi domdarî hat derman kirin, karî nexweşiya xwe têk bibe. Mirvet têkildarî mijarê wiha got: "Bi xelatkirinê min hîs kir ku ez bi rastî li hember nexweşiyê biser ketim û min hîs kir ku ez bûm mînak ji bo civakê, ji ber vê yekê ez ji hemû jinên ku di qunaxa demankirinê de derbas dibin re peyamek wiha dişînim ‘hêviya xwe qut nekin, li berxwe bidin û li himberî nexweşiyê bi hemû hêz û îradeya xwe tekoşîn bikin, win xwedî hêzin û bi cesaretin. Ev qunaxa dermankirinê wê derbas bibe û winê biser bikevin’ dişinim, ji ber min jiya û wan fam dikim."
Hêjayî gotinê ku Weqfa Neteweyî rêwîtiyek bêhnvedanê ji bo nexweşên penceşêra pêsîrê di 27'ê Cotmehê de li dar xistibû û 13'ê jinên ku ji nexweşiyê xelas bûne di çarçoveya alîkariya derûnî ya ku Weqef ji jinan pêşkêşî dike û tîmên ku di warê hişyarkirina nexweşiyê de dixebitin hatin xelatkirin.